700 mamosteyên zimanê Kurdî û Erebî perwerdeya xwe bi dawî kirin

700 mamosteyên bajarê Til Temir ên zimanê Kurdî û Erebî perwerdehiya branş û bîrdozî bi serkeftî bi dawî kirin.

Di çarçoveya amadekirina mamosteyan ji bo sala xwendinê ya 2017-2018'an de, li Til Temir ev sê meh in 700 mamosteyên zimanê Kurdî û Erebî perwerdehiya branş û bîrdozî dibînin. Perwerdehiya ku ev sê meh in hatiye dayîn, bi serkeftî bi dawî bû. Têkildarê mijarê Rêveberiya Peymangeha Şehîd Viyan Cîhan Neamo diyar kir ku 700 mamosteyên zimanê Kurdî û Erbî amade ne, ku derbasî dibistanan bibin û wiha got: "Di vê perwerdehiyê de me giranî da branşan û pê re jî perwerdehiya bîrdozî, ji ber ku hinek mamoste nû jî bûn me giranî da perwerdehiya bîrdozî jî. Armanca me ew e ku em zanista mamosteyan kûrtir bikin û li pêş bixin. Jixwe piştî perwerdehiyê jî êdî mamoste amade ne ku xwendekaran fêr bikin."

'MAMOSTE AMEDE NE DERBASÎ DIBISTANAN BIBIN'

Cîhanê da zanîn ku li gorî perwerdehiyên ku mamosteyan dîtine, amade ne derbasî dibistanan bibin û wiha got: "Di vê salê de hejmara mamosteyên li Til Temirê zêde bûye û bi giştî 700 mamoste ne. 500 ji wan mamosteyên zimanê Erebî ne û 200 jî yên zimanê Kurdî ne. Ji bo ku em bikaribin civakeke bi exlaq û polîtîk ava bikin pêwîst e ku her mamosteyek bi wiJdan kar û xebatê xwe bide meşandin."

'EM Ê BI COŞEKE MEZIN ZAROKAN PERWERDE BIKIN'

Mamosteya zimanê erebî Ebîr Mihemed Sead wiha behsa tevlîbûna xwe ya perwerdehiyê kir: "Ev roja dawî ye perwerdehiya me ye. Me pir sûd jê girt. Hem di aliyê fikir û hem jî li ser fêrbûna branşan de. Tişta xweş di vê perwerdehiyê de ew bû ku em fêrî çandên cuda bûn. Di perwerdehiyên rêjîmê de qedexe bû ku em fêrî çand û zimanên neteweyên cîran bibin. Tenê yek ziman û yek çand esas digirtin." Ebîrê anî ziman ku ew ê bi kêfxweşî û coşeke mezin derbasî dibistanan bibin û zarokan hînê ziman bikin.

'PERWERDEHÎ JI BO PÊŞXISTINA FIKR Û XEBATÊ YE'

Mamosteya zimanê kurdî Xaliya Miho jî da zanîn ku perwerdeHÎ ji bo pêşxistina fikr û xebatê ye û wiha got: "Perwerdehiya me bi serkeftî bi dawî bû, bi taybet perwerdeya bîrdozî ji me re pir girîng bû ta ku em bikaribin kesayetekE xurt, bi exlaq û polîtîk ava bikin. Di her hefteyê de me du caran perwerdeyên bîrdozî didît û branş jî dîrok û ziman. Armanca perwerdehiya me ew e ku em bikaribin nifşekî bi exlaq û zana ava bikin, êdî em jî ji bo vê amade ne."