BI DÎMEN

50. salvegera hatina Asûrî-Suryaniyan ji bo Swêdê hat pîrozkirin

Asûrî-Suryaniyan, li navçeya Sodertalje ya Swêdê şahiyek lidar xistin û sala xwe ya nû Akîtû û 50. salvegera hatina Swêdê pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de ji bo referandûmê banga dayina dengê NA hat kirin.

Komîserê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî, di sala 1967'an de serî li hikûmeta Swêdê da û jê xwest, 200 Asûrî-Suryaniyên li kampên penaberan ên li Lubnanê dimînin, qebûl bike. Di wan salan de, ku pêwîstiya pîşesaziya Swêdê bi karkeran hebû, ev serlêdan hat qebûlkirin û 200 Asûrî-Suryanî di meha Adara 1967'an de hatin Swêdê. Asûrî-Suryanî li navçeya Sodertalje ya Stockholmê hatin bicihkirin, ku ev der herêma pîşesaziyê ye.

Suryanî li febrîqeyên li vê derê weke karker hatin bicihkirin û li daîreyên vala yên hingî ji bo karkeran hatibûn amadekirin hatin bicihkirin. Piraniya Suryaniyan, hingî li febrîqeya Scanîa ku qemyonan çêdike, dest bi kar kirin. Beşek ji Suryaniyên piştre ji Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê hatin jî li navçeya Sodertaljeyê bi cih bûn. Nifûsa îro ya navçeyê 90 hezar e. Yek ji sê parên vê nifûsê, yanî 30 hezar, ji Asûrî-Suryaniyan pêk tê.

Hem ji bo pîrozkirina 50 salvegera hatina xwe hem jî pîrozkirina cejna Akîtû bi sedan Asûrî-Suryanî li navçeya Sodetaljeyê di şahiyekê de li hev civiyan. Ji saet 12:00 û pê ve li dêra Asûriyan û li pêşiya komeleyên wan, ji bo zarok û ciwanan çalakiyên cuda hatin lidarxistin.

Saet di 16:00 de jî, pîrozbahiyê li Komeleya Asûriyan dewam kir û hunermendên Asûrî-Suryanî li vr stran gotin, komên govendê jî hunera xwe pêşkêş kirin. Şaredarê Sodertalje Boel Godner, Serokê Giştî yê Partiya Çep Jonas Sjostedt, Parlamentera Ewropayê ya Partiya Lîberal Cecîlîa Wîkstrom, ji Partiya Karker a Sosyal Demokrat Yilmaz Kerîmo jî di nav de gelek siyasetmedar û rêveberên şaredariyê tevlî pîrozbahiyê bûn.

Şaredarê Sodertalje Boel Godner diyar kir, Suryanî koma ku herî zêde entegreyî civaka Swêdê bûye.

Serokê Partiya Çep Sjostedt jî di axaftina xwe de binpêkirina mafên mirovan li Tirkiyeyê, girtina parlamenterên HDP'ê û referandûma 16'ê Nîsanê nirxand.

Sjostedt got, "Parlamenter bi rengekî komî davêjin girtîgehê. Nehiştin em parlamenterên li girtîgehan bibînin. HDP bi giranî weke partiyeke Kurdan tê nasandin. Bi vî rengî ye, lê belê mafê hemû hindikahiyan û Xiristiyanan diparêze. Parlamenterekî Xiristiyan ê HD'yî li parlamentê qala qirkirinê kir. Ew ji rûniştina parlamentê derxistin. Di nava demokrasiyê de cihê helwesteke bi vî rengî nîne."

Di dawiya axaftina xwe de Sjostedt bang li hemû hilbijêran kir ku biçin ser sindoqan û li dijî destûra bingehîn a dîktatorî ya Erdogan dengê 'NA' bidin.

Di şevê de hunermendên Asûrî-Suryanî Shîkrî Yawse, Esagîla Cherry, Aram Kerîakos, Ramî Adam, Nînîp Ablahap Lahdo hunera xwe nîşan dan. Di dawiyê de bi wesîleya salvegera 50. pasta pîrozkirinê hat birîn û li beşdaran hat belavkirin.