4. kongreya Mizgefta Kurd a Mezopotamyayê ya li Berlînê

Mizgefta Kurd a Mezopotamyayê ya Neukoelln a li Berlînê kongreya xwe kir. Di kongreyê de hate gotin, serketina ku di hilbijartinê de li dijî dîktatoriya Erdogan bê bi destxistin wê ji bo gelan û mirovahiyê gelekî girîng be.

Mizgefta Kurd a Mezopotamyayê ya Neukolln a li paytexta Elmanya Berlînê kongreya xwe ya 4. a asayî li dar xist.

Rêveberên Mizgefta Weddîng Halîl Îbrahîm, Serokê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Hafiz Tûrhalli, Hevserokê NAV-DEM'ê yê Berlînê Yeko Ardil, ji TJK-E Nûpel Mûnzûr, nûnerên Meclîsa Jinê ya DEST-DAN û PYD Berlînê tevlî kongreyê bûn.

IŞARET BI GIRÎNGIYA HILBIJARTINÊ HATE KIRIN

Di kongreyê de hate destnîşankirin ku serketina gelê Kurd û antî faşîst ên li Tirkiyeyê di hilbijartina 24'ê Hezîranê de wê ji bo gelan û mirovahiyê girîng be.

Piştre karê dema bihurî yê mizgeftê hatin nirxandin û hate destnîşankirni ku divê mizgeftên Kurd û Civaka Îslamî ya Kurdistanê ji bo xwe bigihînin her kesî bi rengekî berfireh xwe bi rêxistin bikin.

Nûnerên saziyên jinan jî nêzîkatiyên zayendîperest rexne kirin û destnîşan kirin ku divê big iranî li ser karên ji bo jinan rawestin.

Di dawiyê de jî rêveberiya nû hate hilbijartin.