244 Ciwan tevê nav hêzên QSD’ê bûn

244 ciwanên ji Reqayê, piştî perwerdeya 20 rojan tevê nav refên QSD’ê bûn.

Akademiya Şehîd Faysal Ebû Leyla dewreya perwerdê ya 7’emîn bi merasîmeke leşkerî ve bi dawî kir. 244 ciwanên ji Reqayê di vê perwerdê de cih girt, di perperdê de li gel waneyê siyasî, bi giranî waneyê leşkerî hate dayin.

Di merasîma bidawîbûna dewreyê de, şêxên êlên Reqyê û gundewarên wê, Fermandarên YPJ/YPG`ê, Fermandarên hêz û tabûrên di bin sîwaneya QSD`ê de beşdar bûn.

Merasîn bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre jî Fermandarê QSD`ê Dilsoz Ehmed axivî û anî ziman ku ew ji bo gelê herêmê biparêzin wê tekoşîna xwe bidomînin.

Piştre, şêxê êla Boşaban Mihemed El-Refdî axivî û ev tişt anî ziman: ʺEm wek şêxên êlên Reqayê îro ji li di vê derê de soz didin van lehengên ciwan ên Reqayê ku tevlî Hêzên Sûriya Demokratîk bûne, em ê ji bo parastina welat û rûmetê li kêleka wan bisekinin, em ji wan re dibêjin rêya xwe bidomînin, ev rêya rast a ber bi pêkanîna azadiyê ji tevahî gelan re ye.ʺ

Piştê axaftinan sond hate xwarin û merasîm bi gerandina govendê ve bidawî bû.