2,2 mîlyar kes gelekî qelew in

Hat tespîtkirin, li gelemperiya cîhanê herî kêm 2,2 mîlyar kes gelekî qelew in, ku ev yek gefê li tenduristiya wan dixwe.

Li ser mijarê, Zanîngeh Washîngtonê û konsorsiyoneke tenduristiyê ya navneteweyî daneyên 70 mîlyon kesî lêkolîn kir. Li gorî encamên derketin holê, li gelemperiya cîhanê herî kêm 2,2 mîlyar kes zêde qelew in, ku ev yek jiyana wan dixe nava rewşeke xetere.

Derket holê, qelewiya zêde (obezîte) hem li welatên pêşketî, hem jî ji ber çanda mutbexê li welatên xizan û pêş dikeve jî di asteke bilind de ye.

BI QASÎ 700 MÎLYON KES OBEZ IN, 1,5 MÎLYAR KES JÎ KÎLOYÊN XWE ZÊDE YE

Li gorî lêkolînê, ku daneyên 68,5 mîlyon kesî hatin lêkolînkirin, di sala 2015'an de 1,5 mîlyar kes li gelemperiya cîhanê 'qelew' bûn. Hejmara mirovên 'gelekî qelew' (obez) jî 700 mîlyon bû.

Tê texmînkirin, 7 ji sedî yên zarokên navbera 2-4 salî, gelekî qelew in.

Di lêkolînê de hate ragihandin, ku hejmara mirovên obez li hemû welatan zêde bûye û li 73 welatan ev rêje bi du qatan zêde bûye.

DYA Û WELATÊN ROJHILATA NAVÎN SERKÊŞIYÊ DIKIN

Li gorî lêkolînê, welatê ku li gelemperiya cîhanê rêjeya mirovên obez lê herî zêde ye, Misr e, ku 35 ji sedî mirovên li vir obez in. Welatên Erebîstana Siûdî, Iraq û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) jî di rêzên destpêkê de cih digirin. Li gorî lêkolînê, li DYA 13 ji sedî yê ciwan û zarokên di binê 20 salî de obez in. Hat tespîtkirin, ku li welatên aboriya bi pêş dikevin ên weke Çîn û Hîndîstanê ev rêje zêde bûye.

Li Afrîka û Başûrojhilatê Asyayê, rêjeya mirovên qelew bi giştî kêm e. Li Bangladeş û Vîetnamê ev rêje 1 ji sedî ye.

LI EWROPAYÊ MIROVÊN HERÎ QELEW LI MACARÎSTANÊ NE

Li nava welatên Yekîtiya Ewropayê jî, Macarîstan bi 28,5 ji sedî welatê ku herî zêde miroven qelew lê hene. Piştî Macarîstanê welatên Brîtanya Mezin bi 26,1 ji sedî û Îrlanda bi 23 ji sedî, di rêzên destpêkê de ne.

Li gelemperiya Yekîtiya Ewropayê, rêjeya obezîteyê 16,6 ji sedî ye. Herî kêm li Romanyayê ye ku 7,9 ji sedî ye. Li Îtalyayê 10,3 ji sedî yê mirovên bi emr qelew in.

JI 1 HETA 10 SALAN EMR KÊM DIKE

Hişyarî tê dayin, ku qelewiya zêde rê li ber nexweşiyên dil, reh, şekir, kanser û gelek nexweşiyên din vedike. Hat ragihandin, di sala 2015'an de 4 mîlyon mirov, ji ber nexweşiyên ku qelewiyê rê li ber vekir, jiyana xwe ji dest dan.

Di lêkolîneke din de, ku li The Lancetê hate weşandin, bal hate kişandin ser van xeteriyan. Li gorî lêkolîneke sala 2016'an, qelewî ji 1 heta 10 salan emrê mirovan kêm dike.

BÊ TEVGERÎ JI QELEWIYÊ BÊHTIR XETERE YE

Di lêkolînê de, tevî qelewiyê bal tê kişandin ser zerara bêtevgeriyê li bedena mirovan. Di lêkolînekê de ku beriya niha ji aliyê Zanîngeha Cambrîdge ve hate weşandin, bêtevgerî li welatên Ewropayê ji qelewiyê bêhtir dibe sedema mirinê.

Pispor pêşniyar dikin, ku ji bo jiyaneke bi tenduristiyeke baş, divê kalaoriyên ji xwarinê hatine girtin bên kêmkirin û bi rêk û pêk spor were kirin.