1.4 milyon mirov bi têrkerî li ser xwe nagerin

Li gorî lêkolînekê, li cîhanê 1.4 milyon mirovên bi emir, ji bo tenduristiya xwe bi têrkerî li ser xwe nagerin.

Lêkolîn ji aliyê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ve li ser sala 2016'an hate kirin. Li gorî vê yekê, yek ji sê jinan û yek ji çar mêran ji bo bi tenduristiyeke baş bijîn sporê nakin. Ev yek jî dibe sedem ku kesên bi têrkerî tevnagerin nexweşiya dil, dîabet û rîskên hin cûreyên kanserê li wan der bibin.

Nivîskarên lêkolînê diyar kirin ku ji sala 2001'ê heta 2016'an ji aliyê aktîvîteyên fîzîkî ve pêşketineke têrker nebûye.

Dr. Regîna Gûthold a ji WHO'yê got, "Her yek ji çar mirovên gihayî, aktîvîteyên fîzîkî yên ji bo tenduristiya mirovan tên pêşniyarkirin, nakin."

Kovara The Lancet Global Health diyar kir ku cara yekê ye li ser asta global lêkolînek derbarê aktîvîteyên fîzîkî hatiye kirin.

HER HEFTEYÊ HERÎ KÊM BI 150 DEQEYÎ AKTÎVÎTEYÊN FÎZÎKÎ DIVÊ BÊN KIRIN

Lêkolîn li gorî 358 anketên li ser 1.9 milyon mirovên li 168 welatan hate amadekirin.

Li gorî vê yekê, zêdeyî yek ji çar parên nifûsa mirovên gihayî yên li cîhanê, (1.4 milyon kes) sala 2016'an bi têrkerî aktîvîteyên fîzîkî nekirin. WHO pêşniyar dike ku hefteyê herî kêm bi 150 deqeyî aktîvîteyên fîzîkî yên bi rêk û pêk (meşa bi lez, avjenî, bexçevanî, ajotina bisiklêtê), ya jî bi 75 deqeyan aktîvîteyên xurt (bez, futbol û sporên mîna wê) bên kirin. Liv û tevgera kêmî vê yekê weke aktîvîteyên fîzîkî yên ne têrker tên binavkirin.

Dema ku li gorî welatan mijar tê nirxandin, di navbera jin û mêran de ji aliyê aktîvîteyên fîzîkî ve ferqeke mezin derdikeve holê. Tê dîtin ku mêr bêhtir çalak in.