ZDF: Droneyên dewleta Tirk bi kameraya Elman êrişan dike

Droneyên bêmirov ên biçek van salên dawî amûra sereke ya şer û komkujiyan a dewleta Tirk e. Qenaleke televîzyonê ya Elman bi lêkolînekê eşkere kir ku kameraya droneya "Bayraktar" malê Elman e.

Dewleta Tirk yek ji muşteriyê sereke yê kirîna çekan a ji Elmanyayê ye. Qenala dewletê ya Elman ZDF, di bernameya xwe ya Frontal de, careke din bal kişand ser mijarê.

Bernameyê, bi êrişa dewleta Tirk a 17'ê Tebaxa 2021'ê ya li Şengalê dest pê kir. Hate ragihandin, ku di vê êrişa bi balafirên şer ên bêmirov de, ku li ser nexweşxaneya gundê Sikêniyê, 17'ê tebaxa îsal hate kirin, 8 kesan jiyana xwe ji dest dan û 4 jî birîndar bûn.

Bi bibîrxistina vê komkujiya Şengalê re hate destnîşankirin, ku rejîma Erdogan, li gel Bakurê Kurdistanê, li her derê şerê Kurdan dike.

Şerê van salên dawî jî bi giranî bi balafirên bêmirov ên biçek ku jê re "Bayraktar" dibêje dimeşîne. Frontal radigihîne, ku dewleta Tirk vê amûra şer bi xwe çêdike û di heman demê de difiroşe.

Di bernameyê de hate destnîşankirin, ku sireke vê droneyê heye. Navê vê sirê jî Argos 2 ye. Çavê elektronîk ê sîstema şer e. Ev amûra şer jî ji aliyê fîrmayek ser bi fîrmaya Elman Hensoldt ve tê çêkirin.

Ji Green Peace Alexander Lûrz dibêje, ku kameraya Argos ji aliyê şîrketek ser bi fîrmaya Elman ve li Afrîkaya Başûr tê çêkirin û bêyî vê kamerayê Droneya dewleta Tirk bi kêrî tiştekî nayê.

Di bernameyê de ji aliyê gelek pisporan ve tê piştrastkirin, ku droneyên şer ên ku dewleta Tirk firotine welatan, bi taybetî Azerbaycan, Yemen û hwd. bi kameraya Argos a Elman e.

Bername pirsa "Agos 2, teknîka şer ji bo dîktatoran?" dipirse û bi gelek pisporan dide piştrastkirin, ku droneyên li Azerbaycan û Yemenê tên bikaranîn, bi vê teknîkê hatiye çêkirin.

Heman pirs ji rayedarên Hensoldtê tê kirin.

Di bersiva fîrmayê de tê gotin, ku ev amûr ji fîrmaya li Afrîkaya Başûr a ser bi fîrmaya wan ve hatiye çêkirin. Her wiha diyar dike, ku muşteriyên ji wan re tên firotin, ji bo wan cihê baweriyê ye.

Muşteriyên vê fîrmayê çiqasî cihê baweriyê ye? Di bernameyê de dîmenekî ji Çileya 2021'ê yê ji Yemenê tê weşandin, ku droneyek Erebistana Siûdî lê hatiye xistin û li ser jî kameraya Argosê heye.