YPS-Jin rêze çalakî kirin

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Zeryan Denîz a YPS-Jin ragihand ku ji bo bîranîna Fermandar Zeryan Denîz a 28’ê Gulana 2016’an li Şirnexê şehîd bûye, rêze çalakî lidar xistine.

Di daxuyaniya ji aliyê YPS’ê ve hate dayîn, çalakiya şewitandina gelek wesayîtên girêdayî faşîstan a li gundeke geştê ya Flamîngol a li mavçeya Erdemlî ya Mêrsînê û dîsa çalakiya sabotajê ya li dijî cihên faşîstên AKP/MHP’ê ya li navçeya Tarsûsê girtine ser xwe.

Her wiha YPS’ê li navçeya Fatîh a Stenbolê 5, li navçeya Beyoglû jî 7 wesayît şewitandine û bêkêr bûne jî girtiye ser xwe.

Di dewama daxuyaniyê de ev hate gotin: “Berxwedan û hêza fîzîkî ya jinê wê li her derê hesab ji mêtingeran bixwaze. Li dijî her cûre êrîşên qirker ên li ser xak, hebûn, nasnameya jinê tê kirin em ê tim li ber xwe bidin. Em ê tim li cihê herî zêde mêtinger ji xwe ewle û bawer in bi domderî derbê lê bidin û tolê hilînin. Dewleta TC’ê ya ne li gorî ti pîvanên exlaqî yên mirovî êrîşî xweza û xaka me dike, li Rojava zeviyên çandiniyê bi domdarî dişewitînin. Em carekî din li vir faşîstên TC’ê şiyar dikin. An dawî li kiryarên xwe bînin an jî hûnê bi çalakiyan bersiva vê bigirin.”