Şehîda Berxwedana Serdemê Xwînda Avaşîn-NÛ BÛ

"Şehîd Xwînda Avaşîn jî yek ji wan şervanan bû ku di Berxwedana Serdemê de heta hilma xwe ya dawî tekoşiyaye."

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) nêrîn û bîranîna şervana YPJ’ê Şehîd Xwînda Avaşîn weşand û got, "Şervana YPJ'ê ya bi navê Şehîd Xwînda Avaşîn jî yek ji wan şervanan bû ku di Berxwedana Serdemê de heta hilma xwe ya dawî tekoşiyaye, Dilsoziya xwe ya bi fikir û felsefeya Rêber Apo û şopdariya xwe ya ji bo rêhevalên xwe yên ku bi rihê xwe yê fedaî bûne sembola jîna azad ji bo tevahî netewan, vedibêje.’’

YPJ’ê nêrîn û bîranînên Şehîd Xwînda Avaşîn a têkildarî şoreşa Rojava û Jina azad wiha parve kir:

‘’Di Berxwedana Serdemê de gelek jinên ku dilê wan ji bo jiyanek azad kêlî bi kêlî bi heskirina welat û azadiyê lêdidan. Şervana YPJ'ê ya bi navê Şehîd Xwînda Avaşîn jî yek ji wan şervan bû ku di Berxwedana Serdemê de heta hilma xwe ya dawî tekoşiyaye, Dilsoziya xwe ya bi fikir û felsefeya Rêber Apo û şopdariya xwe ya ji bo rêhevalên xwe yên ku bi rihê xwe yê fedaî bûne sembola jîna azad ji bo tevahî netewan, vedibêje.

Şervana YPJ'ê Şehîd Xwînda Avaşîn di destpêkê de hestên xwe ji bo jîna azad wiha dibêje: ‘’Ez şervana azadiyê cîhê xwe di nava Tevgera Azadiyê de digirim. Hêza jinê ya cewherî pir xurt e û her tim di nava herikandinê de ye. Ji ber vê yekê her tim di avakirina jiyana nû de xiluqkar tevdigere lê hişmendiya serdest ya zilam li pêşiya hêza herkok dibe asteng. Bi destpêkirina serdestiya zilam û şûn ve jin ne dikarî mafê xwe bi awayeke azad bi kar bîne, lê rûxmê vê, jinan her di dema dîrokê de li hemberî dagirkeriyê li ber xwe dane. Her çiqasî bi qasî ku pêwîst dikir encam nehatibe wergirtin jî rihê jina berxwedêr nehatiye teslîm girtin. Ev rih her tim ji ber vê yekê zindî bûye. Piştî ku Rêberê gelan Rêber Apo artêşbûna jinê pêşxist, jin di nava vê artêşbûnê de; xwe naskir, hêza xwe dît û têde vîna azad pêş xist. Mijara sereke ya ku em dixwazin di nava civakê de pêşbixin rastiya cewherê jinê ye û em ê tevahiya cîhanê re jî bidin nîşandan da ku jin xwedî dîrokeke pir kûre û ewê bi hêza xwe bibe pêşenga şoraşa gelan."

Şervana YPJ'ê Xwînda Avaşîn dema ku mirov rastiya tevgera azadiyê nas dike roj bi roj zêdetir dizivire ser cewherê xwe û dibîne ku bi hêza rast mirov dikare çawa serbikeve bi vî awayî berdewamî da axavtina xwe: " Dema ku em beşdarî şoreşa gelan bûn me rastî û hêza jinê naskir, her ku me naskir hîn zêdetir baweriya me pêşket. Rêber Apo dema ku artêşbûna jinê pêşxist wê demê berpirsiyartiyên giran da ser milê me jinan û erkên dîrokî danî pêşiya me. Rêber Apo hertim bi daxwaza projeya azadiya jinan xebitî. Projeya azadiya jinê nîvçe ma, lê Rêbertî ji ber ku bi hêza jinan bawer dike ji ber vê yekê dibêje; 'Baweriya min bi jinan heye ku şoreşa gelan ser bixin û bigihîjin azadiyê'. Em şervanên YPJ’ê jî hewl didin ku projeya Rêber Apo berdewam bikin û bi serkeftina şoreşê re azadiya jinan tacîdar bikin. Em hertim bi baweriya serkeftinê ji bo berdewam kirina şopa hevalên xwe yên şehîd li berxwe didin û ti carî baweriya Rêberê gelan vala dernexînin.

Şervanan YPJ'ê Xwînda Avaşîn bi bîr xisti ku destpêkirina şoreşa Rojava re tevlîbûna jinan di asta herî jor de hate çê kirin û wisa got: "Ji ber ku jinan dît ku nirxên herî mezin ji bo mirvovahiyê û jinan di nava Tevgera Azadiyê de têne dayîn. Dema ku em gavên destpêkê ber bi azadiyê ve davêjin di vir de armanca me ne tenê di qadekî de berovajî di hemû qadên jiyanê de bûyîna xwedî maf e. Hem di warê jiyanî de hem di warê leşkerî de dema ku jin dibe xwedî gotin wê demê dibe xwedî îradeyeke azad jî.Bi dîtina perwerdê re dîroka jinan hîn baştir tê fêm kirin, wê demê mirov dibe xwedî biryareke hîn xurtir û daxwaza tekoşîn kirinê hîn zêdetir dibe. Ez her ku dîroka jinê dubare lê guhdar dikim wê demê hîs dikim ku ez xwe nû dikim. Dema ku em hevalên jin li gel hevdû perwerde dibînin wê demê bawerî zêdetir pêş dikeve. Em li hember hevdû jî tekoşîn didin û ji bo nû kirina zihniyetê tekoşîn dikin. Bi qasî ku em xwe pêş bixin dikarin hevalên li derdora xwe jî perwerde bikin û pêşbixin. Ji ber ku weke jin, Rêber APO ev berpirsiyartî daye ser milê me, bi taybetî di ava kirina civaka wekhev û pêş xistina azadiya jinê de em xwedî erkên pir girîng in."

Şervana YPJ'ê Xwînda Avaşîn; heta roja îro pir pêşketin di artêşbûna jinê de çêbûn û îdaya serkeftinê wiha da zanîn: "Pir hevalên jin hebûn ku çalakiyên fedaî pêş xistin û di oxira parastina jiyana azad de bûn çalakvanên herî xurt. Em jî weke şopdarên wan hevalan soz didin ku em ê her tim li pey şopa wan bimeşin û ti carî dev ji şoreşa gelan bernedin, heta ku em bigihîjin azadiya Rêber Apo û yên gelên bindest. Em ê her tim tekoşîn bikin. Tekoşîna me ne tenê ji bo gelê Kurd e, em ji bo hemû gelên azadîxwaz têdikoşin û heta jiyaneke azad em ê bê navber di tekoşîna gelan de bibin pêşengên demê. Li ser vê esasê em bang li hemû jinan dikin, bila berê xwe bidin qadên herî azad yên tekoşînê."