YPG'ê 8 şehîdên xwe bi bîr anî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG'ê 8 şervanên xwe yên di salên 2015 û 2016'an de şehîd bûn bi bîr anî.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê 8 şervanên xwe yên di salên 2015 û 2016'an de di pêngavên cuda de şehîd bûn bi bîr anî.

Di daxuyaniya YPG’ê de wiha hate gotin:

"Gelê me yê Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Suriyê ji bo jiyaneke azad û demokratîk têkoşîneke bêhempa bi lehengî derxistiye holê. Ev berxwedana dîrokî ya biheybet, gelê me li ser asta cîhanê bilind kir û da nasîn. Ji destpêka şoreşa Rojava heta roja îro, bi destê dewleta Tirk a dagirker her cure êriş li hemberî destkeftiyên gelê me hatin pêşxistin û polîtîkayên radestgirtin, înkar û îmhayê yên topyekûn hatin meşandin. Li hemberî van êrişên dagirkeriyê, ciwanên gelê me berê xwe da şoreşê û cihê xwe di vê berxwedana dîrokî de girt. Di salên 2015-2016’an de şerê me gihîştibû lûtkeya herî jor, di van salan de pêngava rizgarkirina bajarê Hol, Bendava Tişrîn û Pêngava Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla ya rizgarkirina bajarê Minbicê de 8 hevrêyên me bi fedakariyeke mezin tev li van pêngavan bûn û bi qehremanî gihîştin asta şehadetê. Em nasnameyên van lehengan ji gelê xwe û raya giştî re parve dikin.

Di şexsê 8 hevrêyên xwe de tevahî şehîdên leheng ên şoreşa Rojava bi rêzdarî bi bîr tînin, ji malbatên wan û hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin."

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ne:

*
Nasnav: Agir Cigerxwîn

Nav paşnav: Süleyman Üçdağ

Dayik: Gurbet

Bav: Ramazan

Cih û dema şehadetê: Minbic / 21'ê Cotmeha 2016'an

*
Nasnav: Baran Yilmaz

Nav paşnav: Îsmaîl Yilmaz

Dayik: Şerîfe

Bav: Cemal

Cih û dema şehadetê: Minbic / 12'ê Mijdara 2016'an
*
Nasnav: Dilêr Helo

Nav paşnav: Amanç Sabahi Batuş

Dayik: Habil

Bav: Resul

Cihê jidayikbûnê: Serdeşt

Cih û dema şehadetê: Girê Spî / 15'ê Îlona 2015
*
Nasnav: Dilxwaz Farqîn

Nav paşnav: Hüseyin Tunç

Dayik: Hülike

Bav: Fesih

Cih û dema şehadetê: Minbic / 23'ê Tebaxa 2016
*
Nasnav: Êrîş Pirsus

Nav paşnav: Kemal Polat

Dayik: Halide

Bav: Ali

Cih û dema şehadetê: Bemdava Tişrînê / 28'ê Îlona  2016
*
Nasnav: Ferhad Qoser

Nav paşnav: Hakan Ermîş

Dayik: Halime

Bav: Selim

Cih û dema şehadetê: Minbic / 14'ê Mijdara  2016
*
Nasnav: Serhat Garzan

Nav paşnav: Fatih Korkmaz

Dayik: Narinc

Bav: Îhsan

Cih û dema şehadetê: Minbic - Gundê Elmaşi / 11'ê Cotmeha  2016
*
Nasnav: Şervan Korcan

Nav paşnav: Yusuf Demir

Dayik: Perihan

Bav: Hayrettin

Cih û dema şehadetê: Hol - Gundê Himir Şerka / 10'ê Mijdara  2015