'Yekîtiya Ewropa divê li hemberî kiryarên Erdogan bêdeng nemîne'

Sekreterê Yekîtiya Ewropayê yê Pasok/Kînîma Allagîs Yîannîs Dalmas diyar kir, operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî HDP'ê, li derveyî hiqûqê ye û got, "Divê Yekîtiya Ewropayê li pêşberî van kiryarên Erdogan bêdeng nemîne."

Daîreya Karên Ewropayê ya Tevgera Guhertinê nerazîbûn nîşanî operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî HDP'ê da. Bi navê Daîreya Karên Ewropayê ya Tevgera Guhertinê, Sekreterê Yekîtiya Ewropayê yê Pasok/Kînîma Allagîs Yîannîs Dalmas daxuyanî da û diyar kir, ku li dijî van operasyonên ku hiqûqa navneteweyî binpê dikin, divê Yekîtiya Ewropa pêkanînan li ser Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ferz bike.

Yînanîs Dalmas operasyonên qirkirina siyasî yên AKP-MHP'ê şermezar kir û got, "Zextên nû yên li dijî HDP'ê nîşan didin ku demokrasî, mafên mirovan û serweriya hiqûqê ji bo hikumeta Tirk û Serokkomar Tayyîp Erdogan bêqîmetin. Di nava 82 kesên bi hinceta bûyerên sala 2014'an hatin destgîrkirin, rêveberên HDP'êê, parlamenterên berê û Hevşaredarê Qersê jî hene. Her wiha hevserê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş 4 sal in bi rengekî nehiquqî li girtîgehê tê girtin.

Bi navê Tevgera Guhertinê, em bi sosyalîst û demokratên Ewropî re ne ku ev kiryarên kêfî û otorîteriya rejîma Tirk bênîqaş şermezar kirin. Divê Yekîtiya Ewropa li pêşberî van kiryarên nehiqûqî yên Serokkomar Erdogan bêdeng nemîne. Astengkirina demokrasiyê ku li ser gelê Tirkiyeyê tê ferzkirin û bêhurmetiya li hiqûqa navneteweyî ku hikumeta Tirk bi rêk û pêk dike, tenê bi rêya pêkanînan dikare bê rawestandin."