YBŞ: Em hevrêyê xwe Hesen bi rêzdarî bibîr tînin

Fermandariya YBŞ’ê şervanê xwe yê ji civaka Ereb Hesen El Bîcarî yê 30’ê Gulanê di encama krîza dil de şehîd bûbû, bibîr anî.

Fermandariya YBŞ’ê nasnameya şervanê xwe yê ji pêkhateya Ereb Hesen El Bîcarî yê 30’ê Gulanê di encama krîza dil de şehîd bûbû, eşkere kir.

Daxuyaniya Fermandariyê wiha ye:

“Em weke gelên Şengalê di merheleyek pir girîng û dîrokî re derbas dibin. Bi taybet piştî êrîşên hovane yên dijî mirovahî, çand, bawerî û ol yê çeteyên DAÎŞ'ê hat şikandin û Şengal hat rizgarkirin şûnde; tifaqiya di herêmêde çêdibe û bingehek girîng hate bi dest xistin. Ev yek ji bo me wateyeke pir pîroz û bi nirxe. Di vê wateyê de beşdarbûyîna cîwanên gelê me yê Ereb di nava YBŞ'ê de pêngaveke dîrokiye. Ev yek bersiva gelê me ya herî mezin a ji bo dijmin e. Yek ji van ciwana ê ku gihîşte rastiya civakî û beşdarî hêza gelê xwe YBŞ'ê bû, hevrêyê me Hesen bû.

Hevrêyê me Hesen di roja 30'ê Gulanê di encama qirîza dil de, rûxmê hemû mûdexeleyan gihîşt şehadetê. Hevrêyê me Hesen ji roja tevlîbûna xwe heyanî roja şehadeta xwe bi zanist, dilgermî, fedakar, kelecan û bîryardariyek mezin tevdigeriya. Hevrêyê me Hesen li ser şopa Mahîr Teyawiyan û heyanî Ferhad Dilêman hertim di nava têkoşînekê de bû. Li ser esasê rastiya civakan û gelan hertim xwe perwerde kirin esas digirt. Bi van taybetmendiyên xwe û sekna xwe hertim pêşde bû û ji aliyê hevrêyên xwe ve dihat minak girtin. Şehadeta hevrêyê me Hesen di demek wisa kûrt de û bi vî rengî ji bona me êşek giran e.

Hevrêyê me Hesen çawa ku di jiyanê de di bû mînak û di sekna xwe de bawerî dida, em hevrêyên wî soza berdewam kirina doza wî, pêkanîna xeyal û armancê wî didin. Li ser vî esasî di şexsê malbata xwe ya hêja de, ji tevahî gelê xwe re ser saxiyê dixwazin. Soza ku me daye şehîdên xwe em car din di şexsê hevrêyê xwe şehîd Hesen de dûbare dikin. Em dibêjîn xeyal û armanca şehîdan ya tifaq û azadiya gelê xwe em ê mîsoger bikin.”

Nasnameya şervanê YBŞ’ê yê şehîd bûye wiha ye:

Nasnav: Hesen El Bîcarî

Nav û Paşnav : Elî Şerabî Silêman El Elî

Cihê Jidayîkbûnê: Nehya Şemal

Navê Dayîkê û Bav: Wetfa Nehîr - Şerabî Silêman El Elî

Cih û Dîroka Şehadetê: Medîban/ 30’ê Gulana 2020