'Tifaq û yekitî wê bandorê li parçeyên din jî bike'

Parlamenterê HDP’ê Tayîp Temel diyar kir ku çar parçeyên Kurdistanê ketine ber pêla şerê sêyemîn ê cîhanê û got: "Di vî şerî de desketiyên Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat dibin hedefa dagirkeran. Li dijî vê yekê divê Kurd bibin yek."

Komxebata Yekitiya Neteweyî ya Xebata Tifaqa Kurdistanî ku bi tevlêbûna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û 8 partiyên Kurd di 18-19’ê 2020’an de li Amedê pêk hat, doh bi encamnameyekê bi dawî bû. Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Tayîp Temel têkildarî yekitiya neteweyî ji ANF’ê re axivî.

‘NAVENDA DIJMINAHIYA KURD Û KURDISTANÊ AKP-MHP YE’

Temel anî ziman ku li ser erdnîgariya Kurdistanê şerekî dijwar pêk tê û ji gelek aliyên xwe ve ev şer weke şerê cihanê tê bi nav kirin. Temel da zanîn ku çar parçeyên Kurdistanê ketine ber pêla şer û wiha axivî: “Di vî şerî de desketiyên Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat dibin hedefa dagirkeran. Ji bo vê yekê di şert û mercên heyî de, Kurd neçarin pir zelal polîtîkayek hevpar û refleksek hevpar peyda bikin. Ev nayê wateyê ku Kurd di nava taybetmendî û cudahiyê xwe de di cihekê de dibin yek û taybetmendî û cudahiyên xwe bihelînin. Di asta qeydeyên mişterek ku yekitiyê pesend dikin, deskeftiyên Kurdistanî diparêzin de, her siyaset û her şexsiyet her nêrînek e cuda dikare divan xalan de bê li cem hev. Niha li Bakurê Kurdistanê hewldanên yekitiya neteweyî li gorî perçeyên din bi taybetî jî li gorî Rojava û Başûr zehmetire hem jî şert û merc dijwartirin. Ji ber ku Bakurê Kurdistanê zext, zor û dagirkeriyek mezin ya rejîmê de ye.  Bi taybetî jî rejîma AKP-MHP’ê bi navê Kurdîtiyê çi hebe kiriye hedef û hişmendiya xwe ya qedexekar nû kiriye. Dîsan aqilê êrîşî Başûr û Rojava jî dike dike jî aliyê Enqerê ve tê meşandin. Navenda dijminahiya Kurd û Kurdisanê AKP-MHP û Enqere ye.”

‘TIFAQ Û YEKITÎ TÊ BANDORÊ LI PARÇEYÊN DIN JÎ BIKE’

Temel destnîşan kir ku eger rêxistinên Kurd ên siyasî û civakî li Bakurê Kurdistanê yekitiya neteweyî pêk bînin û di bin avasaziyekê de qeyde û pîvanên xwe aşkera bikin wê bandora xwe li ser parçeyên din jî bikin. Temel got ku li Amedê ji bo du rojan civînek gelek girîng hate li darxistin û ev tişt got: “Hemû rêxistin, siyasetên cuda û kesayitiyên cuda hatin li cem hev, ji bo Bakurê Kurdistanê yekitiyek çawan wê bê afirandin nîqaşên berfireh kirin. Ev komxebat wê pêşî li gelek provokasyonên hene bigre. Dema Kurd li ser yekitiyê tên li cem hev hêzên xêra Kurdan naxwazin dikevin li pey provokasyon û dikin ku hinek aliyên Kurd tevlî xebatên yekitiyê nebin. Em carek din bang dikin, çi dibe bila bibe yê ku di vê enî û xeleka rûmetê ya Kurdistanî de cih negre wê li hembrî dîrok û civaka Kurd bikeve nava kêmahiyek mezin û wê bên darizandin.” 

'DAGIRKER NAXWAZIN KURD BIBIN XWEDÎ STATU'

Temel bilêv kir ku eger Kurd li ser xalên bingehîn, yekitya xwe ava nekin wê her demê dagirker û dijminên Kurdistanê ji vê yekê sûd bigrin û nakûkiyan bixin nava Kurdan. Temel di dawiya axaftina xwe de jî ev tişt got: "Niha êrîşên berfireh li ser gelên Kurdisanê hene û destkeftiyên Kurdan dibin êrîşan de ye. Ji ber ku heta niha Kurdan yekitiya xwe ava nekiriye, dijminên Kurdan vê yekê ji xwe re bikartîne û hincetên êrîşên xwe jî weke partiyek yan jî rêxistinekê destnîşan dike. Her wiha dibêjin, pirsgirêka me bi Kurdan re nîne. Ev yek ji binî de derewe û ne raste. Di koka Tirkiyeyê de dijminatiya Kurdan heye. Dagirkerên çar parçeyênên Kurdisanê naxwazin Kurd bibin xwedî statu. Statuya heta niha Kurdan destxistiye jî dibin êrîşan de ye. Ji derveyî yekitiyê ti rêya parastin û nirxan tineye. Ev sedsalek dîrokî ye ji bo Kurdan. Îro li Rohilata Navîn qeder tên tayîn kirin û sînor tên xiz kirin. Her wiha statuyên gelan ji nûve tên diyar kirin. Divê serdemê de jî Kurd aktorên herî girîng yên Rojhilata Navîn in. Ji bo vê yekê bê ku dem winda bibe divê Kurd yekitiya xwe ava bikin. Ewil îro ev yek li Bakur pêk tê û bi hêviya ku ev li hemû parçeyên Kurdistanê belav bibe. Divê teqes partî û siyastmedarên Kurd ji bo dijmin nebin pêlîstok."