Theûne: PKK dikare serî li Wezareta Karên Hundir bide

Parêzer Lûkas Theûne di panelekê de diyar kir ku têkildarî qedexekirina PKK'ê ku 27 sal in li Elmanyayê dewam dike, PKK dikare serî li Wezareta Edaletê bide û dest bi têkoşîna hiqûqî bike.

Qedexeya li ser PKK'ê ya li Elmanyayê 27 sal li pey xwe hişt. Saziya civaka azad bi rêya onlîne li ser mijarê panelek pêk anî.

Parêzer Lûkas Theûne, ji Meclîsa Eyaleta Schleswîg-Holsteîn ku hindikahiyên li bakurê Elmanyayê lê ne Serokê Koma Yekîtiya Hilbijêrên Başûrê Schleswîgê (SSW) Lars Harms û ji Buroya Hiqûqî ya Azadî Monîka Morres tevlî panelê bûn.

Morres qala siyaseta krîmînalîzasyonê ya dewleta Elman a li dijî têkoşîna azadiyê ya Kurdan kir û got, "Dijwariya qedexeyê li gorî nêzîkatiya dewleta Tirk a li Kurdan kêm bû yan jî zêde bû."

Lars Harms jî têkildarî serlêdana wan a li Eyaleta Schleswîg-Holsteîn a ji bo rakirina qedexeya li ser PKK'ê agahî da û bi bîr xist ku meha Cotmehê ji ber dengê partiyên li eyaletê serlêdan hate redkirin.

Lars Harms anî ziman ku tevî vê yekê jî ji bo wan girîng bû ku mijar xistin rojevê û got, "Li welatekî ku nijadperestên Tirk qedexe ye, ti bingeheke mafdar a qedexekirina PKK'ê nîne."

Lûkas Theûne jî ji bo bidawîkirina qedexeyê pêşniyarên têkoşîna hiqûqî kir û anî ziman ku hinceta di sala 1993'an de ji bo qedexeyê hate pêşkêşkirin kevn bûye, lewma divê PKK bi rengekî fermî li Elmanyayê û Ewropayê dest bi têkoşîna hiqûqî bike. Theûne ku di heman demê de ji rêveberên Komeleya Parêzerên Komarê (RAV) e diyar kir ku PKK dikare serî li Wezareta Karên Hundir a Federal bide û daxwaza rakirina qedexeyê bike.