Tevgera gel a li Iraqê dixwaze çalakgerekî bike Serokwezîr

Li Iraqê ji aliyekî ve hewldanên ji bo avakirina hikumetê didomin, li aliyê din jî girseyên gel ên dadikevin qadan dixwazin çalakgerekî bikin serokwezîr.

Roja Yekşemê careke din li gelek bajarên Iraqê çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin. Li bajarê Kerbela yê li başûrê welêt ku ji bo Şîa bajarekî pîroz e, xwendekaran wêneyê çalakgerekî bi navê Alaa el Rîkabî hildan û ji bo serokwezîrê pêşniyar kirin. Rîkabî ku dermankarek e, li bajarê Nasiriyeyê yek ji fîgurên tevgera protestoyê ye.

Li ser Twîtterê bi deh hezaran aboneyên Rîkabî hene. Bi rêk û pêk dîmenan parve dike. Roja Pêncşemê di dîmenê dawî de ji bo pêşiyara serokwezaretiyê got, "Eger gel bi vî rengî biryarê bide ez ê qebûl bikim."

Rîkabî got, "Ti nirxê vê wezîfeyê ji bo min nîne, ne armanceke, lê belê weke berpirsyariyeke mezin dibînim."

Beriya Rîkabî Fayîk El Şeyh Alî yê lîberal ji bo avakirina hikumetê bûbû namzet, lê belê Serokwezîr bersiv nedabû wî.

Ji aliyekî ve namzetên spontane derdikevin holê, li aliyê din jî karên Mûhammed Allawî yê weke Serokwezîr hatiye destnîşankirin ên ji bo avakirina hikumeta nû dewam dikin. Tê payin ku Allawzî di nava hefteyê desteya nû ya wezîran pêşkêşî dengdana parlamentê bike. Allawî ji bo "namzetên serbixwe" soz dabû. Tevgera lîderê Şîa Mûqteda Sadr jî ev yek weke şertekî danîbû pêşiya Allawî. Allawî her wiha soz da ku wezaretekê yan jî du wezaretan radestî tevgera protestoyê bike.

Tevgera protesto ji 1'ê Cotmehê ve dewam dike. Ji hingî ve nêzî 500 kes di dema çalakiyan de jiyana xwe ji dest dan û derdora 30 hezar kes jî birîndar bûn.