Serkan Tûmay li girtîgehê qetil kirin!

 Serkanb Tûmay ê ji Bedlîsê ku berî mehekê gardiyanan li wî xistibûn, li girtîgehê hate kuştin. Malbata Tûmay got: “Rêveberiya girtîgehê kurê me kuştiye.”

Serkan Tûmay ê li Bedlîsê sala 1993’an hate dinê, ji ber cezayê girtîgehê yê 2 salan ku dema ji bo birina Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Kirikkaleyê berî mehekê gardiyanan li wî dabûn.  Tûmay ê destê wî û serê wî şikestin, ji bo sewqkirina girtîgeheke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Kirikkaleyê dabû. Hê bersiva serlêdana wî nehatî, berî du rojan ji bo malbata wî hate ragihandin ku li girtîgehê miriye. Wê îro cenazeyê Tûmay li Manîsayê bê veşartin.

‘EM JI GIRTÎGEHÊ Û YÊN LÊ DANE GILÎDAR IN’

Kekê Serkan Tûmay Gokhan Tûmay destnîşan kir ku berî mehekê ji hevalên wî yên qawîşê bihîstine ku li kekê wî dane. Gokan diyar kir ku bi rêya dayika Hakan Ecevît ê li heman qawîşê ji rewaş kekê xwe agahdar bûne û got: “29’ê Îlona 2020’ê  kekê min ê din Hakan Tûmay daxwaznameyek ji bo bişîne ji Dozgeriya Înfazê ya Kirikkaleyê û bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Manîsayê ji bo Serdozgeriya Komarê ya Kirikkaleyê re şand. Me duh bihîst ku kekê min li girtîgehê miriye. Li gorî ku min bihîstî; kekê min 17’ê Cotmeha 2020’ê rehmet kiriye. Bi qasî zanim ji bo karûbarên otopsiyê şandine Enqerê û otopsiya wî li wir kiriye. Ez wisa difikirim ku kekê min ji ber gilîdarbûna me ya ji ber mijara lêdanê kuştine. Ji ber vê yekê ji yên ku li kekê min dane û rêveberiya Saziya Înfazê ya Ceza a Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Kirikkaleyê gilîdar im. Ji bo lêkolînkirina dîmenên kamera û lêpirsînê em ê gilî bikin.”

‘KURÊ MIN RÊVEBERIYA GIRTÎGEHÊ KUŞTIYE’

Dayik Hasîbe Tûmay da xuyakirin ku ji ber pêvajoya şewbê nekarîne biçin serdana kurê xwe û di vê pêvajoyê de li kurê wê dane.Kurê min vê rewşê berê niha ji bo Serdozgeriya Komarê ya Kirikkaleyê ragihandibû, diyar kir ku sewqa wî nekirin û got: “Kurê min rêveberiya girtîgehê kuştiye. Destpêkê komek rûpoş xistine odeyekê lêdane, dest û serê wî şikandine, niha jî kuştin. Ji her kesên ku ji kuştina kurê min berpirsim, gilîdar im. Wê hesabê vê bidin.”

Bav Kazim Tûmay jî got: “Kurê min li girtîgehê kuştin. Yên ev kirin erkdarên fermî ne. Divê hemû raya giştî hestyar bin.”