Sengawî: PKK gel e, divê ji lîsteya 'rêxistinên terorê' bê derxistin

Siyasetmedar Ferhat Sengawî destnîşan kir ku PKK ji bo mirovahiyê têdikoşe û divê ji lîsteya 'rêxistinên terorê' bê derxistin.

Di vê pêvajoyê de ji bo PKK ji lîsteya terorê bê derxistin di serî de li Ewropa kampanyayek hatiye destpêkirin. Di vê çarçoveyê de siyasetmedar û rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê jî ji bo PKK ji lîsteya terorê bê derxistin bang dikin.

Siyasetmedarê Başûrê Kurdistanê Ferhat Sengawî bal kişand ser tevgera PKK’ê û ji bo PKK ji lîsteya terorê were derxistin, ji ANF’ê re nirxandinên girîng kir.

Sengawî spasiya gelen Ewropa û Emerîka kir ku piştevaniyê dide gelê Kurd û daxwaz kir ku ev piştevanî û dostaniya bi gelê Kurd re zêdetir bike û got: “Divê zêdetir zextê li hikûmet û wan aliyan bikin ku êrîşî doza gelê Kurd dikin.”

‘PKK JI LÎSTEYA TERORÊ BÊ DERXISTIN, WÊ RÊYA ÇARESERIYA PIRSA KURD DEST PÊ BIKE’

Sengawî anî ziman ku Pentagon, FBI û CIA û hemû kes baştir dizanin ku PKK ne rêxistineke terorê ye û wiha got: “Ji ber Tirkiye heta niha PKK li lîsteya terorê hiştine. Ev yek jî sûcekî mezin e û şaşitî ye. Eger PKK ji lîsteya terorê bê derxistin, wê rêya çareseriya pirsa Kurd dest pê bike. PKK ji bo mirovahiyê xwedî proje ye. PKK tevgereke welê ye ku nûnertiya bi milyonan mirovan e û daxwaza azadî û mafê wan dike. PKK xaka Tirkiyeyê dagir nekiriye.”

Siyasetmedar Ferhat Sengawî diyar kir ku rêjeyek zêde welatiyên li Tirkiyeyê ne Tirk in û got: “Prof. Celal Şengûl dibêje ku ji sedî 7 xelkên li Tirkiye, Tirk in, yên dimîne welatiyên derdor in. Ew welatiyên heyî jî hemû dixwazin bi zimanê xwe baxivin. Daxwaza çarenûsa jiyana xwe dikin.”

‘DIVÊ DENGÊ XWE BIGIHÎNIN GELAN Û REWŞANBÎRAN BIBÊJIN PKK NE TERORÎST E’

Sengawî bal kişand ser kiryarên ku Tirkiye dike û wiha domand: “Emerîka û Ewropa baş dizane Tirkiye çi li Lîbya, Ermenistan, Rojavayê Kurdistan û Başûr çi dike. Dixwaze siyaseta xwe ya şovenîst li herêmê serwer bike. Ji bo wê divê em dengê xwe bigihînin ew kes û gelen xwedî fikir û rewşenbîr ên Ewropa û Emerîka bibêjin ku PKK nabe terorîst û ne terorîst e. Ji ber ku xwedî dozekî rewa ye û dozeke mirovî ye. Ji bo wê dem hatiye PKK ji lîsteya terorê bê derxistin.”

‘TIRKIYE BI OL, FAŞÎZMA NETEWÎ Û ÇEKÊN NATO ÊRÎŞÎ KURDAN DIKE’

Siyasetmedar Sengawî anî ziman ku Tirkiye bi bi sê rêbazan êrîş dike û ev nirxandin kir: “A yekem bi ol Birayên Îxwanî, misilman û ayetên fethê. A duyem faşîzma netewî û a sêyem jî bi çekên NATO êrîşî gelê Kurd dike. Ev yek ji bo NATO û Ewropa şerm e ku bi çekên wan êrîşî Kurdan tê kirin.”

Sengawî diyar kir ku Tirkiye hevkariya DAÎŞ’ê dike û bi hezaran belgeyên vê piştrast dike jî hene û got: “Ti gumanek nîne DAÎŞ’iyên li Qereçox hemû jî bi ser Tirkiyeyê ve ne. Çima Emerîka û Ewropa bo Tirkiyeyê nabêje terorîst. Dema ku berjewendiyên wan li gel Tirkiye dawî bû, wê demê terorîst îlan bikin.”

‘PKK MILKÊ KESÊ NÎNE, MILKÊ GELÊ KURD E’

Siyasetmedarê Başûrê Kurdistanê anî ziman ku PKK ne milkê kesê ye yan hinek kesan e û wiha domand: “PKK ne tenê milkê tevger, Rêber Apo û şexsekî ye, PKK milkê hemû gelê Kurd û Kurdistanê ye. Hemû kes xwedî li PKK’ê derdikeve. Divê hemû kar bikin ku tevgera me bê parastin û ji lîsteya terorê bê derxistin.”

JI BO PKK JI LÎSTEYA TERORÊ BÊ DERXISTIN NAME NIVÎSANDIYE

Sengawî bal kişand li ser doza maf a gelê Kurd û ji bo PKK ji lîsteya terorê bê derxistin du name ji bo Serokê Dewletê berê yê Emerîka Donald Trûmp û Serok Dewletê nû Jeo Bîden name şandiye û got: “Li ser doza û derxistina PKK ji lîsteya terorê bandorek çawa bi xwe re bîne, nivîsandiye.”

‘TIRKIYE, DAÎŞ, YÊN ROJNAMEVAN, CIWANÊN BEHDÎNAN DIGIRIN TEROR IN’

Siyasetmedar Ferhat Sengawî li ser pirsa kî ne teror û terorîst got: “DAÎŞ, Tirkiye terorîst e. Ew ên rojnamevan û kovaran digirin terorîst in. Ew ên rojnamevanan digirin û zîndanî dikin terorîst in. Ew terorîst in ên li Qereçox kebabên germ didin DAÎŞ’ê. Ew ên li ser gotina Erdogan ciwanan li Behdînan digirin terorîst in. Teror bes kuştin û êrîşên dronê nîne, teror pir rengî ye.”

‘DIVÊ KAR BIKIN PKK Û APO JI LÎSTEYÊ DERBIXÎNIN’

Herî dawî Siyasetmedarê Başûrê Kurdistanê Ferhat Sengawî got: “Divê em hemû kar bikin ku PKK’ê û Apo ji lîsteya terorê derbixin. Divê rewşenbîr, wêjevan, siyasetmedarên Kurd xwedî helwest bin, ji ber ku heta helwest nebe û deng bilind nebe, tu hesab ji bo mirovan nayê kirin.”