Saziyên Şengalê êrîşên hovane yên dewleta Tirk şermezar kirin

Serokê Meclîsa Gel a Komala Dohula, Salih Şengalî êrişên dewleta Tirk li dijî goristanên gerîlayan û yên li ser pîrozbahiyên Êzidî û Elewiyan şermezar kir.

Serokê Meclîsa Gel a Komala Dohula, Salih Şengalî êrişên dewleta Tirk li dijî goristanên gerîlayan û yên li ser pîrozbahiyên Êzidî û Elewiyan şermezar kir. Şengalî ji ANF’ê re axivî.

Şengalî got, “Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser goristanên gerîla û li ser pîrozbahiyên Elewî û Êzidiyên li Efrînê, divê ji aliyê gelê me ve neyê qebûl kirin. Ev êrişên dewleta Tirk yên ji ehlaqê mirovahiyê dûr, ne cara yekem e, dewleta Tirk pêş çavê hemû dinyayê cihên pîroz û nirxên civaka me tune dikin.Kanî saziyên mafên mirovan? Di hişmendiya wan de tunekirina Kurdan heye. Divê li hemberî vê hişmendiyê, Kurd bêdeng nemînin û têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê bidomînin.”

Salih destnişan kir ku êrişên li ser nirxên civaka Êzidî bi çi awayî qebûl nakin ev bang kir: “ Dewleta Tirk û hevkarên xwe bi hemû teknolojiya xwe êrişî nirxên civaka me dikin. Ev wê neyê qebûl kirin û li hemberî van êrîşên bê mirovî, wê civaka Êzidî bêdeng nemînin. Civaka Êzidî bûye xwedî vîneke mezin wê li hemberî hemû êrîşan li ber xwe bide. Ger ku îro qube û nirxên miriyên me winda dikin, ev ne tiştekî ji rêzê ye, divê civaka me li hemberî vê hişmendiya qirker û dagirker bê helwest nemînin. Ev hişmendiya talanê exlaqê mirovayetiyê nas nake,divê li hemberî vê hişmendiyê em têkoşîna xwe û berxwedana xwe mezin bikin .”

Salih di dawiya axaftina xwe de 150 malên Êzidî ku derbasî Libnanê kirine û dixwazin wan bikin misliman jî wiha got: “Bi çi şêwazî ev qirkirin û ev dagirkerî li ser baweriya gelê me divê ji aliyê civaka me ya Êzidî ve li Rojavayê Kurdistanê neyê qebûl kirin.Divê li hemberî vê bişaftina qirkirinê civaka me bêhelwest nemînin. Em desteya meclîsa gel bangî têkoşînê û berxwedanê dikin.”

Neam Omer jî têkildarî êrişên dewleta Tirk şermezar kir û got: “Dewleta Tirk bi êrişên xwe dixwaze nirxên civaka Ezidiyan tune bike. Ji ax û çanda wan qut bike. Ji hebûna hestiyên miriyên Êzidiyan jî ditirsin. Ji ber wê li her cihî êrîşî nirxên civaka me dikin. Çawa ku di 3’ ê Tebaxa 2014’an çeteyên DAIŞ’ê bi hevkariya dewleta Tirk a dagirker ferman anîn ser gelê me yê Êzidî, niha ji bi heman hişmendiyê jî êrişî Êzidiyên Efrînê dikin.”

Omer destnîşan kir ku li Efrînê rojane li ser civaka me û li ser keçên Êzidî dagirkerî û êriş hene û ev bang kir: “Li hemberî êrîşên bê ehlaqiya dewleta Tirk û çeteyên wê, divê jin xwe biparêzin. Divê jin li hemberî êrişên dewleta Tirkan û hevkarên wê, xwe zane bikin û berxwedana xwe her roj zêdetir bikin. Êrişên dewleta Tirk li ser nirxên civaka me divê bi çi awayî ji aliyê jinan ve neyê qebûlkirin.”