Saziyên Êzidî: Kuştina Onalya Çendy sedema rabûna civakî ye!

Saziyên civaka Êzidî yên li Ewropayê bi daxuyaniyekê qetilkirina Onalya Çendy şermezar kirin û ji bo çalakiya xwedîdekretinê ya 29'ê Sibatê ya li Dortmûndê banga tevlîbûnê kirin.

NAV YEK (Navenda Yekîtiya Komelên Êzidiyan), HCÊ ( Hevgirtina Ciwanên Êzidî), MŞD (Meclîsa Şengalê ya li Dîasporayê), NÇÊ (Navenda Çanda Êzîdxanê), YÊS (Yekîtîya Êzdiyên Sûriyê), Meclîsa Gundên Êzidiyan ên Bakurê Kurdistanê têkildarî qetilkirina Onalya Çendy a li Dortmûndê ji aliyê hevserê xwe ve, daxuyaniyeke hevpar weşandin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku di 24'ê Sibatê de li bajarê Dortmûndê yê Elmanyayê, jina Êzidî Onalya Çendy ji hêla hevjînê xwe ve bi rêbazeke barbarî hate qetilkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di nava civakek ku dîroka wê tijî ferman û komkujî ye û herî dawî ku li Şengalê di 3.8.2014’dan de fermana herî trajîk rû da, ev kiryarê hovane ne asayî ne, nayê fêmkirin û qet nayên qebûlkirin. Em vê qirkirina jinê ku di kesayetên jin û dayîkên pîroz tên kirin li hemberî tevahî civakê digrin dest. Em wek pêkhatêyên civaka êzîdî vê kiryara tirsonek u bêwîjdanî bi tundî şermezar dikin u bang li civakê dikin ku li hemberî vê hişmendiya barbarî têbikoşin.

Bi vê wesîleyê em têqez binxet dikin ku ev çanda çetewarî ne çanda êzîdiyan e û qet pêwendiya wê bi bawerî û felsefeya me re tune ye. Ev çandek desthilatdariya baviksalarî ye, yê ku herî dawî di kesayeta jina êzîdî li tevahî civaka me hate kirin e û dûrî mirovahiyê ye. Hemû berpirsîyarên nûnerê civaka me divê li dijî vê hişmendiya dijminatiya jiyanê û mirovahiyê bi biryar, tundî û bênavber helwest bigrin. Her wisa qet nayê qebûlkirin ku kiryarên wiha bi navê olan, çandan an jî qederê bên rewa kirin.

Em ê nehêlin ku di kesayeta jina êzîdî de çanda berxwedana xwedawendên pîroz bên tune kirin. Em li hemberî vîna azad a jinên êzîdî rêzdar in û bi hev re ji bo jiyanek bi edalet, demokrasiyê, wekhev û azad têbikoşin.

Li ser van esasan em bang li tevahî civaka xwe, mêr, jin, ciwan û tevahî kesên azadîxwaz dikin, beşdarî çalakiya xwedîderketina Onalya bibin ku di 29.2.2020 li Reinoldikirche li Dortmundê seet 15:00 pêk were."