Salvegera rizgarkirina Kampa Aûschwîtzê

Beriya 75 salan di encama destwerdana Artêşa Sor a Sovyetê de, Kampa Aûschwîtz hatê rizgarkirin. Li vê kampê nêzî milyonek û sed hezar Cihû hatin kuştin.

Di 26'ê Îlona sala 1941'an de , ji bo 100 hezar dîlên şer ên Sovyetê, Naziya Alman fermana avakirina kampekê dide.

Biryar tê dayîn ku kamp li devera Aûschwîtzê ya Polonyayê were avakirin.

Ev dever beriya şerê cîhanê yê duyemîn bajarek biçûk bû.

Ji 14 hezar kesên lê diman nîvê wan Cihû bûn.

Cihê kampê ji herêmeke 5 kîlometre çargoşe hat destnîşankirin.

Hemû sivîlên li deverê bi darê zorê hatin derxistin û malên wan hatin rûxandin.

Li derdora kampê têlên rêsayî ên bi elektrîka bi hêz hate pêçandin.

Naziya Alman her çend destpêkê îddîa kir ku ev kamp ji bo dîlên şer hatiye avakirin jî lê bi demê re armanca wê a bingehîn derket holê.

Ji xwe avakirina odeyên gaza jehrê jî niyeta rast a Naziyan raxist ber çaven.

Û bi ketina sala 1942'an re pêvajoya qirkirinê dest pê kir.

Pêşî leşkerên Sovyetê.

Paşê jin, zarok, pîr û kal anîn kampê û ew xistin odeyên gazê.

Piraniya wan jî Cihû bûn.

Ji bo anîna van kesan bi hêsanî pêk were jî, Naziya Alman sala 1944'an rêya vagonên trênan heta kampê dirêj kir.

Beşeke mezin ji kesên ku digihiştin kampê, yekser ew dişandin odeyên gazê.

Vê hovîtiya mezin heta destpêka sala 1945'an dewam kir.

Sibeha 13’ê Çileya sala 1945'an bi rêya Radyoya Elmanyayê nûçeyek wiha hat parvekirin: “Artêşa Sovyetan operasyoneke mezin da destpêkirin.” Yekîneyên Artêşa Sor pêş de diçûn.

Û di nava demeke kurt de ev nûçe belav bû.

Bê guman herî zêde dîlên li Kampa Aûschwîtzê sax mayî, ji ber operasyonê kêfxweş bûn.

Hêviya wan a rizgariyê ji nişka ve zindî bû.

Ji bo ev xeyala wan bi cih were jî, dihat xwestin ku 2 hefteyan sebir bikin.

Û dawî, yekîneyên Sovyetê di sibeha 27'ê Çileyê de bi fedakirina 231 leşkeran, derbasî kampa mirinê bûn.

Her çendî destwerdana dereng a Sovyetan, jiyana bi deh hezaran kesî xelas kir jî lê nekarî li pêşiya qirkirina mezin bibe asteng.

Lewma tişta li pey vê kampê mayî encameke kambax û malwêran bû.

Milyonek û 100 hezar qurbanî.

Ji sedî 90 wan jî Cihû bûn.

Û niha ev devera ku demekê navenda qirkirinê bû, bûye cihê serdana mirovan.