Rojnamevane Fransî: PDK'ê pîvanên xwe binpê kiriye

Rojnamevanê Fransî Sylvain Mercadier piştgiriya PDK'ê ya ji bo dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê weke têkçûna pîvanên PDK'ê pênase kir û got, rêveberiya PDK'ê di nava hesabên demkurt de ye.

Rojnamevanê Fransî Sylvain Mercadier ku di nava heyeta navneteweyî de ye ya li Silêmaniyeyê ye, anî ziman ku rewşa li herêmê bi pirsgirêk e û pirsgirêka herî mezin jî hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re ye.

Sylvain Mercadier destnîşan kir, ku PDK bi piştgiriya ji bo dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê pîvanên xwe yên damezrandinê binpê kiriye û diyar kir, ku ev rewş nayê fêhmkirin. Sylvain Mercadier bi bîr xist ku dewleta Tirk ji cihê ku postanên leşkerên Tirk lê ketiye derneketiye û Qibris weke mînaka vê nîşan da.

Sylvain Mercadier destnîşan kir ku neteweperestî bi sedan sal in mirovan ji hev cihê dike, neteweperestiya Tirk jî di vê mijarê de tundrew e û anî ziman ku Kurd li sîstemeke polîtîk a ku mafên wan ên azadiyê misoger dike digerin.

Sylvain Mercadier sîstema heyî ya dewleta Tirk weke yekane sîstema bi meyla faşîst pênase kir ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn li ser piyan maye.

Sylvain Mercadier anî ziman ku qetilkirina xebatkara HDP'ê ya li Îzmîrê Denîz Poyraz di vê çarçoveyê de dikare bê nirxandin.

Sylvain Mercadier bi bîr xist ku Yekîtiya Ewropa li pêşberî hewldanên hikumeta Erdogan ên ji bo berfirehkirina dagirkeriya li Iraq, Sûriye û Kurdistanê bêdeng e û destnîşan kir ku ev bêdengiya Yekîtiya Ewropayê sûc e.

Sylvain Mercadier diyar kir ku Yekîtiya Ewropa tenê di mijarên petrol an jî gaza xwezayî de li ber Tirkiyeyê radibe û ji bo vê yekê jî aloziya li Rojhilatê Derya Spî weke mînak nîşan da.