Rojên li Romayê û rola Elmanyayê -8

Rêberê Gelê Kurd Abdullha Ocalan ku 12'ê Mijdara 1998'an ji Moskowayê çû Romayê, 66 rojên zor û zehmet li benda wî bûn. Rêveçûna pêvajoya Romayê jî wê bi pozîsyon û helwesta Elmanyayê diyar bibûya.

Balafireke aidî Balefirxaneya Rûsyayê saet derdora 22.00’an, 12’ê Mijdara 1998’an xwe li Balefirxaneya Leonardo da Vincî ya Romayê danî. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, piştî Yewnanîstanê cara duyan bû ku pê li xaka welatekî endamê NATO’yê û Yekîtiya Ewropayê dikir. Vê rewşê ji bo ku têkoşîna ku bi salan dida ji cîhana Rojava re bigota avantajeke mezin didayê lê her wiha hevkariya dewleta Tirk a bi Rojava re û bi rengê ‘qereqola pêş’ a NATO’yê dîtina wê jî dezavantajek bû.

Rêberê Gelê Kurd ku ji Partiya Komunîst- Xwe Ji Nû ve Avakirinê bi alîkariya dostên Kurdan û du wekîlan çûyî Italyayê, piştî ku ji balefirê daket paseporta qelp a di bêrîkê da şanî polîsê sînor ê Italyayê da û got, ‘’Ez Abdullah Ocalan, daxwaza xwelêgirtina siyasî li welatê we dikim.’’ Li şûna ku serlêdana iltîcayê ya Ocalan bihata lêkolan hate destgîrkirin, ji ber ku Elmanya beriya bi salan biryara girtinê derheqê wî standibû. Piştî bi çend saetan jî ji Elmanyayê re hate ragihandin ku li Italyayê hatiye destgîrkirin.

Eynî şevê, 13’ê Mijdara 1998’an, Dozgeriya Federal a li Karlsrûhe yekîneyaa lêpirsînê ya bi nimroya 8’an ku di wardiyaya şevê de bû, dosyayên ku ji zû de di refan de bûn daxist û dest bi hazirkirina daxwaza îadekirina Abdullah Ocalan da. Geşedanên ku têkilî vê kitekitê wê bihata jiyîn, wê bibûya hêmaneke girîng ku rengê komployê diyar bikira. Xaleke dî ya balkêş jî ew bû ku wê sibehê Midûrê Giştî yê Emniyetê yê dewletaTirk Necatî Bilîcan, wê saetê li ElmanyayÊ bû. Bilîcan ku ji hêla Midûrê Emniyetê yê Elman ve hatibû vexwendin û li Wîesbadenê bû, li gel heyeta pê re, li gel alîkariya edlî ya navnetewî û lêgerîna şexsî xebata wî ya perwerdehiya hevkar hebû.

TIRKIYÊ BI FERMÎ JI ELMANYAYÊ HÎN BÛ

‘’Me li tetbîqata provayê dinerî. Peywirdarekî Elman hat û got, ‘’Ocalan li Romayê hate destgîrkirin û niha li nexweşxaneyê ye lê em nizanin bê ka kîjan nexweşxane ye, em hewl didin ku tespîta vê bikin.’’ Min jî pirsî û got, ‘’Ocalan birîndar e, an nerehetiyeke wî heye?’’, li ser vê pirsa min got, ‘’Li ser vê mijarê ti agahiya me nine. Piştî girtinê dibe ku ji bo tevdîrê biririn nexweşxaneyê. Em ji vir dişopînin.’’

Rêberê Gelê Kurd eynî rojê bi sedema nexweşiya dil rakirin nexweşxaneya leşkerî (Nexweşxaneya Cello) ya eynî bajarî, piştre bi sedema ewlehiyê biribûne Nexweşxaneya Palestrîna ku 40 km dûrî Romayê bû. Wan çend rojÊn pêşî ku Rêberê Gelê Kurd li nexweşxaneyê dihate girtin paytextên Ewropayê ketibûne alarmê, rojname bi manşêtên ‘’Lîderê Kurd Ocalan li Romayê ye’’ derketibûn. Di vê navbeynê de Kurdistaniyên li Ewropayê berê xwe diddane Romayê û çawa ku koma pêşî digihaştin xwepêşandana pêşî 14’ê Mijdara 1998’an li ber wê nexweşxanyê dihate kirin ku Rêberê Gelê Kurd lê dima.

DAXUYANIYA PÊŞÎ YA ROMAYÊ: BI SEBIR BIN

Abdullah Ocalan jî wê rojê di ser MED TV re wiha axivî: ‘’Bi agahiya hikûmeta Italyayê li Italyayê me. Ez hesasiyeta gelê me fêhm dikim lê ji niha ve nirxandineke baş an jî xirab wê ne rast be. Ji bo nirxandinê hê zû ye. Ji bo ku bi nasnameya xwe ya siyasî li Italyayê bimînim xebatan dest pê kiriye. Ez ji gelê me dixwazim geşedanan bişopîne û bi sebir be.’’

Eynî rojê Italyayê daxwaza îadekirinê ya rejîma Enqerê bilez û bez bi sedema ‘’li Tirkiyê îdam heye’’ red kir. Baş e, lê Elmanya wê çi bikira? Eynî pirsê medyaya Elman jî pirsî, ku piştî Rêberê Gelê Kurd hatibû Romayê ew dikirin manşêt. Serdozgeriya Federal ku daxwaza îadekirinê 13’ê Mijdarê hazir kirî, ji bo biryar derkeve dosye şande Dadgeha Federal. 16’ê Mijdarê jî Wezîrê Karê Navxwe yê Elmanyayê Otto Schîly bi bayê bezê çû Romayê, bi Wezîrê Karê Navxwe yê Italî Ros Russo lervolîno re hev dît; rojav xebatên îadekirina Abdullah Ocalan bû.

Li nav dewleta Elman qanadek jê dixwest ku Rêberê Gelê Kurd li Elmanya bihata darizandin. Di serê van de jî siyasetmedarê ji demokratên sosyal Otto Schily hebû. Schily parêzertiya milîtanên Fraksiyona Artêşa Sor a Elman (RAF) dikir, ku ji nîvê salên 1970’yî ve dihatin darizandin. Schily piştre wê bibûya yek ji parazvanê hişk ê dewletê. Schily 1996’an di raportajekê de ku ji rojnameya Zeîtê re axivîbû, gotibû hewce ye Elmanya derheqê Abdullah Ocalan biryareke girtinê ya navnetewî derxîne û got, ‘’Heke biryareke wiha kete destê min ez ê Elmanya serûbin bikim’’ û gef li Kurdên li Elmanyayê xwaribû.

Jixwe Schîly di navbeyna 1998-2005’an de çaxê ku Wezîrtiya Karê Navwe dikir, siyaseta krîmînalîzasyonê ya Elmanyayê ya li ser Kurdan pir zêde bûbû, gelek saziyên Kurdan li pey hev hatibûn girtin. Otto Schily ku hê meha wî ya pêşî neqediyabû ku li ser qoltixê wezîrtiyê rûniştibû ketibû pey Abdullah Ocalan.

Her wiha Wezîrê Karê Derve yê DYE’yê James Rûbîn, ku di her qonaxa komploya ser Rêberê Gelê Kurd de gavên krîtîk diavêt û hewl dida rengê wê diyar bike, roja ku Wezîrê Elman Schîly li Romayê bû, 16’ê 198’an ev daxuyanî dabû: ‘’Em girtina lîderê PKK’ê Ocalan, di têkoşîna dijî terora cîhanê de weke gaveke girîng dibînin. Em tevgera hikûmeta Italya bi kêfxweşî pêşwazî dikin. Em bawer dikin ku dive Ocalan were îadekirin û derkeve pêşberî dadê. Em daxwaz dikin ku Tirkiye, Elman û Italya li ser mijarê bi hev re bixebitin.’’

BIRYARA ELMANYA YA KU NEHATÎ BICIHANÎN

DYE ya bi rêveberiya Bîll Clîngton ji Elmanya, Tirkiye û Italyayê re bi rengekî digot, ‘’Vê meselê di nav xwe de bi rengekî herî guncan çareser bikin.’’ Kulîsên Romayê bi qasî ku di dîroka nêz de qet nebûyî wê rojê tevlîhev dibû; ji hêlekê ve bi Elmanya re hevdîtin dibûn, ji aliyê din ve Wezareta Karê Navxwe daxwaza îltîcayê ya Abdullah Ocalan kire ber lêhûrbûnê. Daxuyaniya ku dihate payin Serokwezîr Massîmo D’Alema da. Serokwezîrê Italyayê digot, heke PKK ji tundiyê dûr bimîne ew ê daxwaza îltîcayê bidin Abdullah Ocalan.

Gotinên D’Aleme weke bombeyeke kete Enqerê, di serî de li bajarên mezin li gelek bajarên Tirkiyê xwepêşandanên nîjatperest hatin kirin û malên Italyan hayin boykotkirin. Balkêş e, banga pêşî ya boykotê Yekîtiya Ode û Borsayan a Tirkiyê û Odeya Bazirganiyê ya Stenbolê kiribû. Eynî rojê weke ku pê li bişkokê hatibe kirin li gelek navendan li dijî Kurdan êrîşên nîjatperest çêbûn. Koma pêşî ya ku êrîş çûbû ser komeke biçûk bû ku li Stenbol-Taksîmê jib o Rêberê Gelê Kurd çalakî dikir.

Wê rojê Wezîrê Berevaniyê yê Tirk Îsmet Sezgîn jî ji bo tevlî civîna Yekîtiya Ewropya Rojava bibûya li Romayê bû. Karê pêşî yê Sezgîn ew bû ku bi Wezîrê Berevaniyê yê Elman Rudolf Scharpîng re hev dît. Daxuyaniyên piştî civînê yên wezîrên Ewropî, qonaxên piştî vê dida dest. Wezîrê Karê Derve yê Elman Joschka Fîscher got, ‘’Ocalan li şûna Tirkiyê bila îadeyî me nekin’’, Wezîrê Karê Derve yê Belçîkayê Erîk Derycke jî got, ‘’Em naxwazin ku Ocalan li Belçîkayê biînin, jixwe gelek pirsgirêkên Kurd û Tirkên li welatê me hene, em pirsgirêke dî naxwazin.’’

Ewropa ku bi demokrasî, heq û azadiyan xwe dipesinand, Rêberê Gelê Kurd nedixwest. Hikûmeta Demokratên Sosyal-Kesk a wê demê ya Elman tam li navenda geşedanan bû. Dadgeha Federal a Elmanyayê ku 19’ê Mijdara 1998’an dosyaya ku Dozgeriya Federal hazir kirbû nerî, biryarek nû ya girtinê da ku îadeya Abdullah Ocalan di nav xwe de vedihewand. Ev rojanekirina wê biryara girtinê bû, ku Elmanyayê cara pêşî derheqê wî 12’ê Çile ya 1990’an standibû.

Dİ biryara nû de, ku di 1993’an de hatibû ragihandin, ji tundiya di xwepêşandanê ya piştî ragihandina qedexeya PKK’ê de û ji çalakiyên ‘otoban’ê yên 1995’an Abdullah Ocalan bepirs dihate dîtin. Êdî ne tenê ji ‘cinayet’ê, ji ‘rêveberiya rêxistina terorê’’ Elmanya ew ji Italyayê dixwest.

A RAST 1996’AN HATIBÛ GIRTIN

Serokê Daîreya ‘’Rêxistinên Biyanî yên Radîkal’’ a Teşkîlata Parastina Destûrê ya Elmanyayê Klaus Grunewald 22’ê Kanûna 1995’an, piştre li nîvê sala 1996’an bi Senatorê Karê Navxwe yê berê yê Eyaletaa Berlînê, wekîlê CDU’yê yê li desthilatê Heînrîch Lummer bi Rêberê Gelê Kurd re hatibûn cem hev, rageşiyên di navbeyna PKK’ê û Elmanyayê de ‘bi xweşî’ hatibû safîkirin. Bi ser de 1998’an Dozgeriya Federal daxuyaniya li welatê wan êdî darizandinên ku weke ‘’Dozên PKK’ê’’ dihatin zanîn wê li şûna çarçoweya ‘’rêxistina terorê’, bi çarçoweya ‘rûdanên krîmînal’ bihatana nirxandin. Ev biryar ji rastiya darizandinê nediguherand, tenê sembolîk bû û 2010’an Wezareta Dadê wê ev biguharta û darizandinên derheqê Kurdan dîsa wê bikirana nav çarçoweya ‘’rêxistina terorê ya biyan’’.

Têkiliyên di navbeyna Elmanya û Tevgera Azadiya Kurd de, ji hevdîtinên 1995 û 1996’an û pê ve bi hevsengekê diçû, heta wê roja ku Abdullah Ocalan gihaştî Romayê. Elmanya di dubendiyekê de mabû; daraza Elman Rêberê Gelê Kurd dixwsest lê hikûmetê kar bi giranî rê ve dibir. Ew biryara dadgehê ku wê rê li îadeya Ocalan ji Italyayê bikira li Wezareta Dadê disekinî.

Li ser vê Serokwezîrê Italyayê Massîmo D’Alema 27’ê Mijdarê çû paytext Bonnê. D’Alema hêvîdar bû, heke Elmanya Abdullah Ocalan qebûl bikira wê bare wî sivik bibûya, wê ji zexta Tirkiyê heta ya DYE’yê xilas bibûya. Nêzîkî 50 hezar Kurdistanî û dostên wan ku li nêzî avahiya serokwezîrtiyê ya Bonnê kom bûbûn, ji welatên Ewropayê re digotin, ‘’Rêberê Gelê Kurd ne tenê ye.’’

Piştî hevdîtina 2 saetan a bi D’Alema re Serokwezîrê SPD’yî Gerhard Shroder ku derketî ber çapemeniyê, nifûsa zêde ya Kurd û Tirkan a li welatê xwe kire hincet û got, ‘’Em Abdullah Ocalan naxwazin’’. Schroder got, ‘’Ji bo ku meseleya Kurd çareseriyeke navnetewî were dîtin wezaretên karê derve yên Italya û Elmanya werin cem hev û jib o çareseriya pirsê bernameyekê hazir bikin. Ocalan jî dive li dadgeheke Ewropayê were darizandin’’ û xwe da alî. Ew hewldana ku Schroder behs dikir û ku wê meseleya Kurda çareser bikire û ji bo darizandina Abdullah Ocalan a li Ewropayê wê gav nehate avêtin.

Di eynî daxuyaniya çapemeniyê de Serokwezîrê Italyayê wê wiha bigota: ‘’Ji ber ku li welatê me ti sûc nekiriye dozgerî li ser Ocalan wê ti dozê veneke. Hêvî dikim li ser mijara darizandina wî jî wê çareseriyeke navnetewî were peydakirin.’’

Piştî vê dadxuyaniya Elmanya ku hikûmeta D’Alema tenê ihişt, rojên zor ên Abdullah Ocalan ên li Italyayê jî wê dest pê bikirana.

BIRYARÊ ABULLAH OCALAN ŞAŞ NEKIR

Rêberê Gelê Kurd jî di raportaja xwe de yak u dabû kovara Sternê, di hijmara 15’ê Çile ya 1999’an de li ser pirsa nûçegihanê Elman, ‘’Elmanyayê îadeya we qebûl nekir, vê hûn şaş kirin?’’ wiha digot: ‘’Na pêş şaş nemam. Ne ku nedixwestku Apo darizînin, ji bo ku heke darizandina wê pirs girantir bibûya, li deverekê ji Elmanyayê re wê bibûya zirar. A rast hîmeke zêde yê darizandineke wiha nine, bingehê wê yê hiqûqî tine. Xwedêgiravî ev pir dixwestine lê ji ber problemên ku wê derbikevin xwedêgiravî nexwestine ku vê bikin. Ev bi min hinekî seyr hat û şaş e. A rast ji derketina vê rewşê Elmanya berpirs e. Ev neçareerî têkilî nêzîkaiya Elmanyayê ye. Elmanya pirsgirêk avête ser Italya, Italya jî dît ku ne bi hêza çareseriyê ye û pirsgirêk giran bû. Hiqûqa xwe wiha bi rengê girankirinê bi kar anî, ji hêla polîtîk ve jî nexwest ku bi insîyatîvê rabe.

Elmanya çima naxwaze ev çend giranbûna pirsê û para xwe tê de bibîne? A girîngtir, ji bo çareseriya pozîtîf, a rast, jib o ku pirsgirêk bi xweşî çareser bibe çima bi me re naaxive? Wekî ev çend giran e, hatiye asteke ku gefê li hiqûq, demokrasiya Elman bixwe jî bixwe, çima ji diyalogê direve, çima bi qedexekirina PKK’ê meselê taloq dike? Negatifiya Elmanya, neheqiya wê jî di vê de ye.

Her cure desteka aborî, amûrên leşkerî dide Tirkiyê. Ji hêla siyasî ve jî ji bo çareseriyeke biçûk jî ti zextê nake. Tim PKK tê çewisandin. Bi kurtasî ti nirxê daxuyaniyên ku têne dayin nînin û ez bawer nakim ku dixwaze bikeve ber berpirsyariyeke cidî jî. Heke daxwazeke wiha heba hatina min a vir dikarîbû weke fersendê bi kar bîne, Elmanya dikarîbû pêşenî bikira ku bi kêmanî ev pirsgirêk derneketana û bi asta Ewropayê pêşengî li pêvajoyeke siyasî bikira. Ev hêza Elmanya heye, dikarîbû sere xwe li ber şantaja Tirkiyê netewanda lê ev neceriband.’’

Sibe: Axaftinên Romayê û derketina 16’ê Çile…