Rêveberiya Xweser: Dewleta Tirk rasterast tevlî plana êrişa li Hesekê bû

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku pêwendiya dewleta Tirk yekser bi êrişa DAÎŞ'ê ya li ser Hesekê re heye û got, "Êrişeke plankirî ye, armanca xwe jî mezin e."

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku divê hesab ji dewleta Tirk û hemû aliyên ku beşdarî plana êrişê bûne, were xwestin. 

Daxuyanî wiha ye:

"Gelek caran me behsa xetereya DAÎŞ'ê şane, girtî û malbatên wan kir, bi taybet piştî ku li Baxozê di 23'ê Adara 2019'an de ji aliyê leşkerî hat tunekirin. Lê heta niha civata navneteweyî vê dosyayê paşguh dike. Gelek dewlet dixwazin vê dosyayê di herêmên me de sînordar bikin. Ev tiştekî şaş e, DAIŞ ji bo tevahiya cîhanê xetere ye. Ev paşguhkirin li pêşiya parastina destkeftiyên leşkerî yên ku QSD'ê bi koordîneya Koalîsyona Navneteweyî bi dest xistine, astengî ye.

Êrişên li ser girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran a Hesekê ya girtiyên DAIŞ`ê di 20'ê mehê de pêk hatine, plankirî ne û armancên wan gelekî mezin in. Destê dewleta Tirk bi awayekî yekser tê de heye. Li gorî agahiyên pêşîn ên belgekirî, dewleta Tirk armanc dike ewlehiya li herêmê têk bibe, DAÎŞ'ê bi planên kirêt vejîne da ku destkeftiyên gelê me û ewlehiya herêmê têk bibe.

Divê hevkariyeke navneteweyî hebe da ku desteka pêwîst ji bo tunekirina DAIŞ`ê bi awayekî domdar were pêşkêşkirin. Bi taybet ji QSD'ê re. Ev plana di girtîgeha li Hesekê de hatiye çêkirin, hêzên berxwedanê têk bir ku heta niha destanên lehengiyê di parastina herêmê, Sûriyeyê û cîhanê de ji terorê, nivîsandin. Serketin pêk hat, lê ji bo parastina sivîlan û binesaziya herêmê hêzên leşkerî bi baldarî tev digerin.

Em şehîdên xwe yên leheng bi bîr tînin, ji birîndaran re şîfayê dixwazin. Divê cîhan hesab ji dewleta Tirk bixwaze ku piştgirî da vê planê. Yan na, dê DAIŞ berê xwe bide her kesî û dê tevliheviyê ji nû ve belav bike."