Polîtîkaya AKP û MHP’ê ya ku dijminan zêde dike

Dijminatiya dewleta Tirk a li hemberî Kurdan û xeyalên wê yên li Rojhilata Navîn bibe hegemon, bi hişyarkirina gelan û hêzên siyasî bi têkoşîn û tifaqeke hevpar dikare pêk were.

Di têkoşînên siyasî de polîtîkaya eniya dijmin teng bike û eniya dostan jî fireh bike tê kirin. Ev qaîdeya herî sereke ye. Têkoşînên siyasî bi vî awayî tên qezenckirin. Yên ku dixwazin bi ser bikevin, vê polîtîkayê pêk tînin. Tenê şerê bi hêzên leşkerî encamekê nade, encamên berevajî çêdike. Desthilatdariya AKP û MHP’ê daye ser polîtîkayeke wisa. Tayyip Erdogan tiştên wisa dibêje ku, gelek dewletan, hêza siyasî û gel dikarin li hemberî dewleta Tirk bibin yek. Ji ber ku wî xwe li ser gel û welatên derdora xwe kiriye gef. Encama ku parastina Tirkiyeyê ji derveyî sînoran dest pê dike, ev e. Hemû welat vê gotinê wekî şerê li hemberî xwe qebûl dikin. Berê digotin em ê berjewendiya xwe ya li Iraq û Sûriyeyê biparêzin, a niha jî Rojhilata Navîn kiriye qada berjewendiyên xwe. Heke parastin li derveyî sînoran be, ev tê wateya gefa li ser Iraq, Sûriye, Îran, Yewnanistan, Ermenistan, Bûlgaristan, Rûsya û Ezerbaycanê. Tiştekî xwezayî ye ku hêzên bûne hedef, tifaqekê ava bikin.

Têkoşîna gelê Kurd rûyê dewleta Tirk eşkere kiriye. Dewleta Tirk dixwaze Kurdan qir bike. Li hemberî vê qirkirinê dema têkoşîn tê kirin, hemû karakterê xwe derdixe pêş. Tu tişt bi qasî têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd nikare rastiya dewleta Tirk derxe pêş. Dewleta Tirk bi tenê tiştekî bi tu awayî qebûl nake, ew jî hebûna gelê Kurd e. Li hemberî vî tiştî her tim êrîşkar e. Kî qala Kurdbûnê bike, bi çavê dijminatiyê li wan dinêre. Çi kesên ku piştgiriyê nedin polîtîkaya înkar û qirkirina gelê Kurd, dibin dijminê dewleta Tirk.

Piştî ku PKK dest bi têkoşînê kir, hemû derew û sixtekariyên dewleta Tirk jî derket holê. Beriya PKK’ê dikaribû rastiya xwe veşêre. Lê bi geşbûna têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd a ku PKK pêşengiyê jê re dike, hemû derewên wê derkete holê. Ji ber vê jî hêrsa wê ya li hemberî PKK’ê gelekî zêde ye. Dema PKK’ê têkoşîn geş kir, êrîşkariya dewleta Tirk jî zêde bû. Ji ber ku li hemberî doza Kurdan piçekî nerm tevgeriyane, dewleta Tirk serokkomar, wezîr, general û serbazên xwe kuştiye. Ev jî diyar dike ku polîtîkaya wan a li hemberî Kurdan çawa ye.

Di salên 1990’î de her kes dizane ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd çawa geş bûye û şerekî çiqasî qirêj li ser gelê Kurd hatiye kirin. Nifşên nû belkî baş nizanibin, lê dê û bavê wan baş dizane. Ji çavkaniyan jî dikarin hîn bibin ku karakterê vê serdemê çawa bû.

Di salên 2010’an de têkoşîna gelê Kurd berfirehtir bûye. Tevgerên gelan ên bi navê Bihara Ereban jî zêde bûye. Di vê serdemê de ji bo ku têkoşîna gelê Kurd têk bibin, di sala 2011’an de polîtîkaya modela Srî Lankayê xistine dewrê. Di vê serdemê de Îranê jî êrîşî Tevgera Azadiyê kiriye. Lê ji ber ku encam ji van êrîşan nestendine, desthilatdariya AKP’ê di havîna 2012’an de hatiye asta hilweşandinê. Ji bo ku şer were sekinandin, çûne Îmraliyê ba Rêber Apo. Rêber Apo jî ji bo hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê têxe nav tevgerê, manîfestoya çareseriya doza Kurdan di Newrozê de pêşkêşî raya giştî kiriye. Dema ku hatiye dîtin di vê pêvajoyê de Kurd ne bi tenê li Bakurê Kurdistanê li Başûr, Rojava, li hemû Rojhilata Navîn û cîhanê xurt bûne, di sala 2014’an de ji bo ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd têk bibin, Plana Çokdanînê amade kirine. Piştî hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an û polîtîkayên di 4-5 salên dawîn de, vê Plana Çokdanînê pêk anîne. Kurdan li ku derê destkeftiyek ava kiribin, ew der kirine hedef. Di çarçoveya Plana Çokdanînê de êrîşî Rojava hatiye kirin.

Dewleta Tirk di Şerê Cîhanê yê 3’emîn de armanca wê ev ku Kurdan qir bike, di va şeran de hewl dide bandora xwe ya leşkerî û siyasî zêde bike û hin qadan bi dest bixe. Ji ber ku dizanin ew heta têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd têk nebin û Kurdan qir nekin, ew ê nikaribin li Rojhilata Navîn bigihêje armanca xwe. Ji ber ku PKK’ê pêşiya armancên dewleta Tirk girtiye. Bi êrîşa li ser Kurdan re, dixwaze şer li hemû Rojhilata Navîn belav bike. Êrîş ne bi tenê li dijî Kurdistan, Iraq, Sûriye û Lîbyayê ye. Heke Kurdan qir bike, wê Ezerbaycanê jî têxe bin kontrola xwe û ji ser Hazarê bixwaze xwe bigihîne Asyaya Navîn. Heke îro bi eşkere diyar nekiribe jî plana wê ev e. Ji ber vê jî hedefa wê ev e ku berê Başûrê Kurdistanê û Rojava dixwaze têxe bin serweriya xwe. Ji ber ku vê armanca xwe diyar bike, wê Rûsya û Îranê li hemberî wê rabin. Ji ber vê jî vê xeyala xwe ya ‘Tûran’ ji demê re hiştine.

Gotina dewleta Tirk a ku dibêje ‘ewlehiya me li derveyî sînorên me dest pê dike’ , êrîşên wê yên li dijî Iraq û Sûriyeyê, tiştên li Lîbya û li rojhilatê Behra Spî kirine, gelek dewlet xistina nav fikaran. Ji xeynî Katarê welatên Ereban li hemberî dewleta Tirk helwesta xwe nîşan dane. Îsraîlê jî berê dixwest Ereban bi Tirkiyeyê re li ser hevsengekê bihêle, lê a niha berê xwe daye polîtîkaya ewlehiya neteweyî. Li rojhilatê Behra Spî tevî Misir û Yewnanistanê tevdigere û ev tişt ne têkildarî gaz û petrolê ye.

Desthilatdariya Tirk-Îslamîst a AKP û MHP’ê vî tiştî ji xwe re dike pirsgirêkeke ewlehiyê. Ereban jî heta niha Îsraîl wekî xetereyê didîtin lê a niha bi Îsraîlê re lihevkirinekê dikin û polîtîkayeke hevpar a li hemberî dewleta Tirk dane ber xwe. Vê polîtîkaya êrîşkar a dewleta Tirk kiriye ku li Rojhilata Navîn hemû tifaq û hevseng biguherin. Li ba Ereban jî feraseteke wisa ava dibe ku, ew bi Kurdan re bibin yek dikarin li dijî Tirkiyeyê têbikoşin. Di demên dawîn de hin welatên Ereban diyar dikin ku li Sûriyeyê demografya hatiye guherandin û Kurd ji warên xwe hatine derxistin.

Vê polîtîkaya dewleta Tirk berê Îranê jî dide ser lêgerînên nû. Dibe ku Îran jî wekî Îsraîl û Ereban stratejiya xwe ya neteweyî biguherîne. Dibe ku Îran jî polîtîkaya xwe ya li dijî Îsraîl û Erebên Sunnî berde, li hemberî Tirkiyeyê hin tevdîran pêk bîne. Dijberiya di navbera Îran û Îsraîlê de jî ji ber hevsengên sedsala 20’an bû. Îranê dijberiya Sûriyeyê dikir. Belkî di demên pêş de rejîma Sûriyeyê ji xwe re wekî cîranekî bibîne. Îran ji bo ku li cîhana Ereban ji xwe re cih çêbike, dijberiya li hemberî Îsraîlê bi kar dianî. Piçekî be jî nêzikatiyeke îdeolojîk bû. Lê bi demê re wê Îran êdî bi çavê dijminatiyê li Îsraîlê nenihêre. Wê Îsraîl jî bi çavê dijminatiyê li Îranê nenihêre. Ev dibe ku a niha wekî fikrekê be. Lê polîtîkaya Tirkiyeyê û rewşa li Rojhilata Navîn dike ku ev tişt pêk werin.

Rûsya a niha Tirkiyeyê ji bo hin armancên xwe bi kar tîne, lê gelekî eşkere ye ku ew polîtîkayên Tirkiyeyê ji xwe re wekî xetere dibîne. Baldariya Tirkiyeyê ya li ser Balkan, Kafkasya û Asyaya Navîn ji aliyê Rûsyayê ve tê zanîn. Dîrok di warê bicihbûnên jeopolîtîk de gelek tiştan derdixe holê. Dîrok delîla vî tiştî ye ku di dema Osmaniyan de û rastiya dewleta Tirk li dijî stratejiya neteweyî ya Rûsyayê ye. Ev rastî neguheriye. Car caran dixwazin li hemberî rojavayê cîhanê hev bi kar bînin jî dîrok, erdnîgarî û rastiya polîtîk van hêzan tîne dijberî hev. Fikra Avrasyayê ya li ser maseyê vî tiştî naguherîne. Herî zêde Rûs bi van tiştan dizanin. Rûsya bi Tirkiyeyê re hin têkiliyên taktîkî datîne lê di warê stratejîk de polîtîkaya wê ev e ku wê pêşiya Tirkiyeyê bibirin.

Ji bo Rûsyayê têkiliya girîng Îran e. Ji ber rewşa jeopolîtîk Îran û Rûsya nêzî hev dibin. Ji bo ku mirov siyaseteke rast bike divê zanîna mirov a erdnîgariyê zêde be û nirxandinên jeopolîtîk bike. Di demên pêş de wê têkiliyên siyasî yên li Rojhilata Navîn wê ji aliyê dewleta Tirk, DYE û NATO’yê ve were kirin. Heta ku Tirkiye nebe welatekî demokratîk wê tifaq ava biibin. Armanca dewleta Tirk a qirkirina Kurdan û êrîşkariya wê ew ê têkilî, stratejî û hevsengên nû ava bike.

Kurdan li ser xweseriya demokratîk, Tirkiyeyeke demokratîk dane ber xwe. Dewleta Tirk li dijî Kurdan êrîşkariyeke wisa kir ku, Kurd li tifaqên nû digerin. Zemîna vî tiştî heye. Hin gavên tifaqa Kurd û Ereban tê dîtin. Li Sûriyeyê li ser bingeha statuyekê Kurdan kêşeyên xwe çareser kirin wê ev tifaq jî xurt bibe. Li Iraqê pirsgirêk hebin jî, tifaqa Kurdan a bi Ereban re divê normal were dîtin. Ji ber ku li Başûrê Kurdistanê feraseteke wisa ava dibe ku xetereya mezin Tirkiye ye. Tifaqa Kurd û Ereban a li Iraqê wê bi kêrî Kurd û Ereban were. Jixwe makeqanûnek heyeku mafên Kurdan û îradeya wan a siyasî qebûl dike. Dema ku Iraq federasyona Kurdan baş qebûl bike, wê meylên dewletparêz û nijadperest ên di nav Kurdan de jî veguhere geşkirina tifaqa Kurd û Ereban. Heke li Îranê li ser bingeha demokrasiyê Kurd statuyekê bi dest bixin wê Kurd bêyî pirsgirêk bijîn. Ev tişt wê aloziya di navbera Îran û Erebên Sunnî jî kêm bike. Wê ev tişt pirekê jî di navbera Ereb û Îranê de ava bike.

Dijminatiya dewleta Tirk a li hemberî Kurdan û xeyalên wê yên li Rojhilata Navîn bibe hegemon, bi hişyarkirina gelan û hêzên siyasî bi têkoşîn û tifaqeke hevpar dikare pêk were. Vê êrîşkariya dewleta Tirk vî tiştî li ser hêzên Rojhilata Navîn ferz dike. Bi şikandina senteza Tirk-Îslama Sunnî were şikandin, wê li Rojhilata Navîn aştî û îstîkrar pêk were. Ev tişt jî wê gelên Tirkiyeyê ji belayê rizgar bike, tevî Kurd û gelên Rojhilata Navîn jî têkiliyeke rast bide avakirin. Vê helwesta li dijî êrîşkariya dewleta Tirk wê ji bo gelan pêvajoyeke bi xêr bide destpêkirin. Bi vî tiştî re wê ne bi tenê belaya li ser gelên Rojhilata Navîn wê belaya li ser hemû mirovayetiyê têk biçe.

Jêderk: Yenî Ozgur Polîtîka