PKK: Tu jî tevlî pêngava berxwedan û azadiyê bibe!

PKK'ê ji bo tevlîbûna li pêngava KCK'ê bang kir û diyar kir, "Dem hatiye ku faşîzma AKP-MHP'ê bê hilweşandin û azadî bê afirandin. Wê demê tu jî tevlî pêngava berxwedan û azadiyê bibe! Tu jî li dijî faşîzmê têbikoşe û azadiyê bi dest bixe!"

Daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK'ê wiha ye:

"Konseya Rêveber a KCK'ê bi daxuyaniyeke berfireh ragihand ku bi şiyara 'Bes e ji tecrîd, dagirkerî û faşîzmê re; dem dema azadiyê ye' ji 12'ê Îlonê û pê ve dest bi pêngaveke nû ya berxwedanê kir. Hefteya derbasbûyî ji çar parçeyên Kurdistanê û çar aliyên cîhanê beşdariyeke xurt li pêngava azadiyê bû. Di serî de jin û ciwan, kaker û kedkar, rewşenbîr û hunermend, welatparêz û hêzên demokrat hemû herikîn qadan; li dijî tecrîd, dagirkerî û faşîzmê daxwaza xwe ya azadiyê anîn ziman. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ragihandin ku wê bi rengekî serketî pêşengiyê ji pêngava berxwedanê re bikin.

DIVÊ HER KES BI XURTÎ TEVLÎ PÊNGAVA AZADIYÊ BIBE, SEFERBER BIBE

Li ser vê bingehê, li dijî tecrîda li Îmraliyê, li dijî faşîzma AKP-MHP'ê û dagirkeriya dewleta Tirk û her kesên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin, her kesên tevlî pêngava berxwedanê ya 'Bes e ji tecrîd, dagirkerî û faşîzmê re; dem dema azadiyê ye' dibin û tevkariyê lê dikin, silav dikin û di têkoşîna wan a dîrokî ya bi wate de serketinê dixwazin. Şehîdên leheng ên vê têkoşîna pîroz bi rêz û minet bi bîr tînin û baweriya xwe ya bi serketina mezin tînin ziman. Li dijî faşîzm û dagirkeriyê em bang li alîgirên azadî û demokrasiyê dikin ku bi xurtî tevlî vê pêngava azadiyê ya serketinê bibin û seferber bibin!

SÎSTEMA ÊŞKENCE Û TECRÎDÊ YA ÎMRALIYÊ BÛYE NAVENDA ZILM Û PAŞVERÛTIYA CÎHANÊ

Weke ku tê zanîn, dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê ku îro bûye belayê serê gelan, jinan û tevahiya mirovahiyê, dewama rejîma faşîst-leşkerî ya 12'ê Îlonê û Rêveberiya Îttîhat û Terakkî ya kujer û qirker e. Ev dîktatorî bi îdeolojiya Tûranî û senteza Tirk-Îslamê hêzeke êrişkar, komkujer, qirker, dagirker û dijminê jin û gelan e. Zêdeyî sed sal in gelên Ermen, Asûr-Suryan, Rûm û Kurdan qir dike; di serî de karker û kedkar zextê li jinan, Elewiyan û bindestan hemûyan dike, terorê, mêtingeriyê û zilmê li wan dike. Di vê demê de li nava Tirkiyeyê û li derveyî welat hêz nîne ku gefê lê naxwe û êriş nake. Lewma bûye belayê serê mirovahiyê.

Eşkere ye ku dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê mêtingerî, zilm û zexta herî giran a dîrokê li karker, kedkar û gelên Tirkiyeyê dike. Destavêtin, destdirêjiya li jinan, êrişên komkujiyê yên li dijî jinan, di bin sîwana siyaset û zîhniyeta AKP-MHP'ê ya bi serweriya mêr de gihîştine asta herî bilind. Ev dîktatorî qirkirinê li gelê Kurd ferz dike û ev qirkirina ku sed sal in dimeşîne dixwaze bibe serî. Li ser vê bingehê li Bakurê Kurdistanê bi her şêweyî komkujiyan dike, asîmîlasyonê, koçberkirinê û guhertina demografiyê dike. Hewl dide Rojava û Başûrê Kurdistanê jî dagir bike. Weke ku li Lîbya û Sûriyeyê hate dîtin, li xaka Ereban jî dagirker e û hesabê desteserkirina xaka wan dike. Dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê palpiştê El Qaîde, DAÎŞ, Birayên Misilman û çeteyên faşîst ên li Rojhilata Navîn hemûyan e. Lewma gefeke mezin e li ser tevahiya cîhanê û mirovahiyê. Ji bilî alîgirên xwe, dewlet, rêxistin, beşeke civakê nema ye ku gef lê nexwariye. Zext, gef, zilm û komkujiyên ku faşîzma AKP-MHP'ê li derve û hundir dimeşîne, di nava sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê de şênber bûye. Sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê îro veguheriye navenda zilm û paşverûtiya cîhanê.

PÊNGAV JI BO HILWEŞANDINA SÎSTEMA TECRÎDÊ YA LI ÎMRALIYÊ Û TÊKBIRINA ÊRIŞKARIYA DAGIRKERIYÊ YE

Pêngava berxwedanê ya 'Bes e ji tecrîd, dagirkerî û faşîzmê re; dem dema azadiyê ye' ku Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê li ser bingeha daxuyaniya Konseya Rêveber a KCK'ê ragihand, ji bo hilweşandina vê dîktatoriya faşîst e ku bûye belayê serê gelên Rojhilata Navîn, cîhanê û mirovahiyê. Ji bo hilweşandina sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê ye, ji bo têkbirina êrişkariya dagirkeriyê ye. Beriya her tiştî ji bo hilweşandina sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê ye ku çavkaniya her cûre paşverûtiyê ye û ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e. Çawa ku sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê hem çavkaniya her cûre paşverûtiyê ye, azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî destpêk û çavkaniya azadiyê ye, her cûreyên azadiyê ye. Li ser vê bingehê wê li cîhanê şoreşa azadiya jinê û şoreşên demokratîk ên xwe dispêrin wê şoreşê pêk werin; Kurdistan wê azad bibe, Tirkiye û Rojhilata Navîn wê demokratîk bibin; li tevahiya cîhanê wê jiyana azad û rêveberiyên demokratîk biafirin.

PÊNGAVA BERXWEDAN Û AZADIYÊ PÊNGAVA HER KESÎ YE

Eger mirov bala xwe bidin ser, wê bê dîtin ku tecrîd, dagirkerî û faşîzm di nava dîktatoriya AKP-MHP'ê de şênber bûne. Ji ber vê yekê jî hilweşandina faşîzma AKP-MHP'ê ew ê bibe qedandina şer û tecrîdê. Ev jî di hilweşandina sîstema êşkence û tecrîdê de ya Îmraliyê û di pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de şênber dibe. Demokratîkbûneke li ser bingeha azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, ew ê her cure zihniyet û siyaseta zilamê serwer, faşîst, mêtinger, qirker ji holê rake û li ser bingeha azadiya jinê wê her cure jiyana azad û civaka demokratîk pêk bîne. Lewma jî her kesî, hemû bindest û mêtingehan digire nava xwe û berjewendiyên hemûyan îfade dike. Naxwe, pêngava berxwedan û azadiyê ya ku KCK'ê daye destpêkirin ji bo berjewendiyên hemû bindestan e û ji ber vê jî dibe pêngava her kesî ye.

Wê çaxê, di serî de tecrîda Îmraliyê, ji bo têkbirina her cure tecrîdê û li ser bingeha azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêkanîna azadiyan; li dijî her cure destavêtin, destdirêjî û komkujiyên ku berhemên zihniyet û siyaseta zilamê serwer e, ji bo pêkanîna şoreşa azadiya jinê; ji bo zihniyet û siyaseta faşîst, mêtinger û qirker bê hilweşandin, her cure dagirkerî bê bidawîkirin, Kurdistan bê azadkirin, Tirkiye û Rojhilata Navîn bê demokratîkkirin; ji bo ku hemû mirovahiyê ji gef û êrîşên nîjadperestiya Tirk ê şoven-nîjadperest biparêze, lazim e li pêngava KCK'ê ya hilweşandina dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê û bidestxistina hemû azadiyan hedef kiriye, xwedî lê derkevin û bi çalak tevlî bibin. Wezîfeya esasî ya hemû kadro û sempatîzanên PKK'ê, pêşengtiya me ya gerîla, jin û ciwanan ev e. Wezîfeya me ya dîrokî ku lazim e gelê me yê welatparêz ê li çar parçeyên Kurdistanê û li çar aliyên cîhanê di asta seferberiyê de tevlî bibin û bigihînin serketinê, ev e.

FAŞÎZMA AKP-MHP'Ê WÊ HILWEŞE, MIROVAHÎ WÊ BI SER BIKEVE

Ji xwe li dijî faşîzm, tecrîd û dagirkeriya AKP-MHP'ê, berxwedana pêngavî ya gelê me bi çalakiyên protestoyî yên komploya 15'ê Sibatê û bi pîrozbahiyên dîrokî yên jinan ên 8'ê Adarê, ji zivistana sala 2020'an ve dest pê kiribû. Di pêvajoya bihar û havînê de hêzên me yên qehreman ên gerîla, YPS û milîsên TŞYG'ê li çiya û bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiyên bi bandor kirin û derbên giran lê dan. Di encamê de planên faşîst-qirker xera kirin û dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê anîn ber hilweşandinê. Pêngava dîrokî ya 'Cenga Heftanînê' ya gerîla, di faşîzma AKP-MHP'ê de 'Sendromek nû ya Heftanînê' ava kiriye. Niha pêngava berxwedanê ya 'Bes e ji tecrîd, dagirkerî û faşîzmê re; dem dema azadiyê ye' hedef dike ku têkoşîna antîfaşîst bigihîne hev, faşîzma AKP-MHP'ê hilweşîne, pêngava me ya stratejîk a şerê gelê şoreşgerî bi ser bixîne. Lewma jî pêngava serketinê ye. Ew ê faşîzma AKP-MHP'ê hilweşe, gelên me qezenc bikin, jin qezenc bikin, hemû mirovahî qezenc bike.

Li ser vê bingehê, di serî de pêşengtiya me ya partiyê, em bang li hêzên xwe yên gerîla û xweparastinê hemûyan dikin, bang li tevgerên xwe yên jin û ciwanan, gelê xwe yê welatparêz ê li çar aliyên Kurdistanê û cîhanê, ciwan û jinên qehreman ên Kurd dikin ku bi xurtî xwedî li pêngava berxwedanê ya 'Bes e ji tecrîd, dagirkerî û faşîzmê re; dem dema azadiyê ye' derkevin, bi rengekî çalak tevlî bibin, çalakiyên afirîner û pirmilî bikin, faşîzma AKP-MHP'ê hilweşînin, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin û li Kurdistanê jiyana azad û civaka demokratîk biafirînin!

DI HEMAN DEMÊ DE PÊNGAVA DEMOKRATÎKBÛNA TIRKIYEYÊ YE

Pêngava azadiyê ya KCK'ê bi qasî azadiya Kurdistanê di heman demê de pêngava demokratîkbûna Tİrkiyeyê ye. Pêngava şoreşgerî ya yekbûyî ya gelên Kurdistan û Tirkiyeyê wê faşîzma AKP-MHP'ê hilweşîne, Kurdistanê azad bike û Tirkiyeyê demokratîk bike. Li ser vê bingehê di serî de dostên me yên HBDH'î em bang li hêzên demokratîk antîfaşîst ên Tirkiyeyê, gel, jin û ciwanên Tirkiyeyê dikin ku bi xurtî tevlî pêngava KCK'ê bibin a ji bo hilweşandina faşîzma AKP-MHP'ê û demokratîkkirina Tirkiyeyê. Bang dikin ku şoreşa demokratîk a yekbûyî bi ser bixînin!

DIVÊ GELÊN EREB Û HÊZÊN DEMOKRATÎK SOSYALÎST TEVLÎ PÊNGAVÊ BIBIN

Pir zelal e ku têkilî û tifaqa di navbera gelên Kurd û Ereb de di roja me de ji bo Rojhilata navîn tifaqa herî şoreşger e. Ev tifaq û têkoşîna li ser vê bingehê pêk tê ew ê her cure gef û êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst pûç bike, li ser bingeha azadî, xwuşktî û biratiya gelan ew ê Rojhilatek Navîn a nû ava bike. Li ser vê bingehê, di serî de gelên Ereb û hêzên sosyalîst-demokratîk, em bang li hemû siyaseta Erebî dikin ku bi awayekî çalak tevlî pêngava me ya berxwedan û azadiyê ya ku me li ser esasê têkoşîna hevpar li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst dane destpêkirin bibin û têkoşîneke hevpar bimeşînin! Her wiha, ji bo avakirina Rojhilata Navîn a demokratîk ku hemû gel karibin tê de bi xwişk û biratî bijîn, em li dijî faşîzmê banga têkoşîna hevpar li hemû gelên Îranî dikin! Em bang li hemû hêzên cîhanê yên sosyalîst û şoreşger-demokratîk, tevgerên ekolojîst û azadîxwaziya jin dikin, ji bo em mirovahiyê ji tehdîda faşîst a AKP-MHP'ê rizgar bikin bi awayekî çalak tevlî nav pêngava azadiyê ya KCK'ê daye destpêkirin, bibin!

Ew ê faşîzma AKP-MHP'ê hilweşe, hemû mirovahî ji gef û belaya faşîzmê rizgar bibe.

Ew ê faşîzma AKP-MHP'ê hilweşe, Kurdistan azad, Tirkiye û Rojhilata Navîn demokratîk bibe.

Ew ê faşîzma AKP-MHP’ê hilweşe, li ser bingeha azadiya jinê jiyana azad û civaka demokratîk pêş bikeve.

Bes e ji Tecrîd, Dagirkerî û Faşîzmê re! Dem Dema Azadiyê ye! Dem dema hilweşandina faşîzma AKP-MHP'ê û qezenckirina hemû azadiyan e! Wê demê tu jî tevlê pêngava berxwedan û azadiyê bibe! Tu jî li dijî faşîzmê têbikoşe û azadiya xwe pêk bîne!

Bimre Dîktatoriya Faşîst-Mêtinger-Qirker!

Bijî Pêngava Azadî û Demokrasiyê!

Bijî Berxwedana Şerê Gelê Şoreşgerî!

Bijî Rêber APO!"