PJAK'ê encamnameya kongreya xwe ya 6'emîn eşkere kir

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) encamnameya kongreya xwe ya 6'emîn ku bi dirûşma "Bi pêşxistina neteweya demokratîk ber bi yekîtiya demokratîk a gelên Îranê ve" li dar xist, bi daxuyaniyekê eşkere kir.

6'emîn Kongreya ya PJAK'ê di 10-11'ê Adara 2020'an de bi durûşmeya "Bi pêşxistina neteweya demokratîk ber bi yekîtiya demokratîk a gelên Îranê ve" li çiyayên Kurdistanê hate lidarxistin.

Encamên kongreyê bi daxuyaniyekê bi raya giştî re hate parvekirin.

RÊVEBERÎ Û HEVSEROKÊN PJAK'Ê HATIN DIYARKIRIN

Encamnameya kongreyê wiha ye:

"6'emîn Kongreya ya PJAK'ê di 10-11'ê Adara 2020'an de bi durûşmeya "Bi pêşxistina neteweya demokratîk ber bi yekîtiya demokratîk a gelên Îranê ve" li çiyayên Kurdistanê bi şêweyeke serketî pêk hat. Di Kongreyê de karê 3 salan ê PJAK'ê bi şêweyeke rexnegir hate nirxandin. Ji bo astengî û kêmasî werin çareserkirin di çarçoveya nêrîn û perspektîfên Rêber Apo de nîqaşên girîng hatin kirin û bi berçavgirtina rexneyên ku ji hêla gelê me ve hatibûn kirin li ser bingeha Paradîgmeya Modernîteya Demokratîk bername û xebata pêşiya me hatin diyarkirin. Ji bo tevlîbûna hîna aktîf ya sazî, baskên rêxistinî û komîteyan awayê xebatê dubare li ber çavan hate girtin û li gor pêdiviyên têkoşînê hate birêxistinkirin. Kongreyê endamên rêveber ên Meclîsê ku ji 16 kesan pêk tê hilbijart û bi pir-dengiya delegeyan Zîlan Vejîn û Siyamend Monînî dubare wek hevserokat hatin hilbijratin.

Di vê qonaxa girîng de ku li Kurdistan û Herêmê guhertinên çarenûsaz rû didin, lidarxistina Kongreya PJAK’ê ya 6’emîn pêngaveke watedar û girîng e. PJAK'ê di rewşekê de kongreya xwe ya şeşemîn ya asayî lidar xist ku 15 sal bi ser xebat û têkoşîna wê derbas dibe û ezmûneke girîng û bi nirx a siyasî û civakî bi dest xistiye. Bi hêza ku ji felsefeya Rêber Apo, qehremantiya şehîdên azadiyê û berxwedana gel hatiye wergirtin, nirxandin, îdea û biryardariyeke bilind derketiye holê ku wê ev jî encamên pir-alî bi xwe re derxîne holê.

'VÊ SEDSALÊ JI BO GELÊ KURD DERFET Û FISENDÊN DÎROKÎ AFIRANDIYE'

Di kongreyê de rewşa siyasî ya cîhan û herêmê, pêşketinên li Rojhilata Navîn ji pir hêlan ve hate tehlîl û nîqaşkirin. Li ser vê bingehê, ji bûyer û pêşketinên destpêka sedsala 21’an diyar bûye ku ev sedsal wê ji bo gelê Kurd derfet û firsendinên dîrokî di nav xwe de bihewîne. Gelê Kurd di encama berxwedaneke mezin wek aktoreke girîng ê siyasî rol dileyîze, derfeta azadiyê bidest xistiye, li kêleka vê jî ji gelan re pêşengtiya sîstemeke nû ya alternatîf dike. Li beramberî vê rewşê netew-dewletên dagirker di heman zihniyeta şovenîst, înkarker, navendîparêz û qirker ya kevn de israr dikin. Ji bo vê jî ji êrîşên qirkirina çandî û fîzîkî, hewldanên îmha û talanê re giraniyeke zêde dane. Li beramberî vê yekê, bi pêşengtiya gelê Kurd li herêmê û cîhanê Eniya Azadî û Berxwedana Gelan her ku diçe firehtir dibe û wiha jî qeliştokên kûr di sîstema desthilatdariyê de vedibin. Lewre jî hêzên emperyal yên navneteweyî û dagirkerên Kurdistanê herî zêde êrîşê gelê Kurd û destkeftiyên wê dikin. Bi komplo, talan û komkujiyan dixwazin pêşiya vê boçûnê bigrin.

Hêzên hegemon li ser esasê doktrîn û felsefeya neo-lîberal  bernameyên xwe pêş dixîne û ji bo bidestxistina qezenceke zêdetir di nav rikberî de ye. Ji ber vê hebûna tu hêzeke din di herêmê de napejirîne. Sîstema Kolonyalîzm ya Ewrûpî li ser bingeha netew-dewletê karîgeriya xwe ji dest daye, ber bi tunebûnê ve diçe û di nav nakokiyên hindirîn de ye. Hêzên Herêmî jî ji bo paratina statukoya xwe her tiştekê dikin, bi gotineke din ji bo dewama sîstema xwe û lihevanîna wê bi şertûmercên nû re, Rojhilata Navîn kirine qada şerên vesayet û yekser.

'PÊWÎSTIYA ÎRANÊ BI GUHERTINÊN AVANÎ YÊN BINGEHÎN HEYE'

Di Kongreyê de bi berfirehî îşaret bi rewşa Îranê hate kirin û hate destnîşankirin ku Îran ji ber gendeliya sîstematîk a ku ji hebûna hêzeke mutleqgera ya gendel, rêveberiya bêkarîger tê, sebebê bingehên ê qeyranê ye. Rejîm ji bo bêkarîgerîbûna xwe veşêre û bûyeran berovajî nîşan bide, di hemû herêmên Îranê, heta Bajêran jî Padiganên (Qereqol) Leşkerî saz kiriye û bêtir atmosfera welat mîlîtarîze kiriye. Bi taybet herêma Rojhilatê Kurdistan, Xuzistan û Belûçistanê îdam, teror, girtinên komî yên di bin navê ewlekariyê de, sebr û tehemûla gelan dawî lê aniye û rewabûna pergalê xistiye jêr-pirs. Boykotkirina berfireh a hilbijartinên Parlementoya Îslamî û Meclîsa Xobregan jî nerazîbûna gel li hemberî sîstemê îfade dike. Dengê nerazîbûna hemû herêman û beşên civakî wek; jin, ciwan, mamoste, xwendekar, karker, cotkar, karmend û hwd. bilind bûye ku tev bi hev re di berxwedaneke pir-alî de cih digirin, mil bi milê hev di sehneya têkoşînê de beşdar dibin. Herêm û bi taybet Îran pêdiviya wê bi guhertinên avanî yên bingehîn heye û bêyî pêkhatina vê wê derfetê demokrasiyeke rasteqîn tune be.

'HÊZA XWERÊVEBIRINÊ YA GEL Û CIVAKÊ DIKARE WEKE DERBASKIRINA PERGALA KÊRNEHATÎ YA NETEWE DEWLETÊ BÊ DÎTIN'

Ji xwe bi vîrusa Covîd 19 re krîza bêkarîgeriya Îranê berçav hate dîtin. Bêhêziya rejîma Îranê ku nikare civakê ji karesatên xwezayî wek lehî, erdhej û vîrûsa Korona biparêze, bi eşkere hate dîtin. Ji ber rizîna di qadên aborî, derman û tendirûstiyê de, encameke pir neyînî derketiye holê, hejmareke pir însan bi mirinê re rûbirû mane. Ev rewş nîşan dide sîstema Sermayedar serçaveya peçeşêran e; stûna wê ya bingehîn ango netew-dewletên ku di faşîzm û dîktatoriyê de israr dikin jî zêdetir xisar û texrîbat li gewdeya civakê dixin. Ev ron bûye ku pêdiviya cîhana me û civakan bi pergaleke ekolojîk, demokratîk a li ser bingeha azadiya jinê heye. Gelên cîhanê û di nav de gelê Kurd divê pergala xwe ya demokratîk û xweser, bi hêza xwe ya cewherî ava bikin û wiha jî hem xwezaya civakî û hem jî mêzîna ekolojiyê dubare biparêzin. Çalekiyên hevgirtin û alîkariya gel di bûyerên karesatên xwezayî de, bi taybet erdheja Kirmaşan, Kotol, lehiyên li bakurê Îran, Rojhilatê Kurdistan û Xuzistanê, herwiha di vê pêvajoya pandemiya Korona de hêza xwerêvebirina gel û civakê dikare wek derbaskirina pergala kêrnehatî ya netew-dewletê were dîtin. Ev yek nêrîn û projeya me ya ji bo sîstema xwerêvebir a gelan îsbat dike û ev pratîk di dema ku me Kongreya xwe lidar xist de ji me re bûye çavkaniya hêz û îlhamê.

'BI TÊKOŞÎNA PJAK'Ê RE JI BO AVAKIRINA PERGALEKE DEMOKRATÎK DANEHEVEKE GIRÎNG AFIRIYE'

Têkoşîna azadîxwaziya gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bi nasnameya PJAK’ê di warê çareserkirina pirsgirêka Kurd û gelan li Îranê, avakirina pergaleke demokratîk daneheveke girîng bi xwe re derxistiye holê. Di vê rêya pîroz de bi sedan rêheval giyana xwe feda kirine, bi sedan di girtîgehan de bi berxwedaneke bêmînak kelehên zilmê hildiweşînin. Me di qonaxa têkoşîna xwe ya 15 salî de nêzîkatiyeke berfireh û çaresaz raber kiriye, proje û planên çareseriyê pêşkêş kiriye. Ev proje demkin nînin û di vê pêvajoya hesas de bi şêweyeke ron derketiye holê ku dikare pratîze bibe û pêk werin.

'ERKA BINGEHÎN ŞOREŞA AZADIYA ROJHILATÊ KURDISTANÊ Û DEMOKRATÎKKIRINA ÎRANÊ YE'

Di encama ked û fedakariya rêheval û gelê me de çandeke xurt a têkoşînê pêş ketiye, têgihiştina klasîk ya netew-dewlet û desthilatdarparêz lewaz bûye, hewldan ji bo sîstema çareseriyê bi hêza xwe ya cewherî di saheya pratîkî de asteke berçav derxistiye holê. Jixwe hevgirtina gelê me, berxwedaniya ku raber dike vê rastiyê jî bi şênber piştrast dike. Êdî zelal bûye ku proje û armancên PJAK’ê ji hêla gelê me ve hatiye pejirandin û erêkirin. Ev jî ji bo me bûye palpişt û hêzeke xurt ya menewî ku bi xwe bawerî û azweriyeke mezintir di qadê de têkoşînê bilind bikin. Di kongreya me de rexne û pêşniyarên ji hêla gel ve ku ji me re hatine ragihandin, hatine bidest girtin û nîqaş kirin, bûne perspektîf ji bo mezinkirin û berfirehkirina xebatên dema pêşiya me. Em bi vê biryardariyê gihîştine vê encamê ku bi rexne û renxengerî, aliyên xwe yên kêm û lewaz derbas bikin û bi amadekarî pêvajoya pêşiya me pêşwazî bikin.

Di Kongreya 6’emîn ya PJAK’ê de erka bingehîn; şoreşa azadiya Rojhilatê Kurdistanê û demokratîkirina Îranê hatiye dupat kirin û bi armanca pêşxistina Sîstema Netewa Demokratîk giranî dayîn ji Siyaseta Demokratîk, Avakirina Yekîtiya Netewî û Pêşxistina Hevgirtina Demokratîk ya Gelan wek xebatên stratejîk destnîşan bûye.

BIRYARÊN DI KONGREYÊ DE HATIN WERGIRTIN

Li ser vê bingehê:

1-PJAK, li beramberî tecrîda girankirî ya li Îmraliyê û rewşa rehîne ya Rêber Apo, li Kurdistan, herêm û asta navneteweyî de bi çalak têdikoşe. Nêzîkatiya li beramberî Rêber Apo wek nêzîkatiya li beramberî îrade, hebûn û nasnameya gelê Kurd dihesibîne. Paradîgma û projeyên Rêber Apo esas digire û ji bo pratîze kirinê hemû hêza xwe seferber dike.   

2-PJAK, rêya derbaskirina krîzên heyî di avakirina sîstema demokratîk a xwesertî a gelan de dibîne, ji bo vê jî bi hemû hêz û aliyên ku di çarçoveya berjewendiyên hevpar bername û proje pêş dixin, li ser bingeha xeta sêyem hevkarî dike. Ji bo astengî û kelemên li pêşiya çareseriyê, qeyrana heyî û çareseriya pirsgirêka Kurd ji holê were rakirin, bi hemû hêza xwe têkoşîn dike. Di saheya siyaseta demokratîk de rola xwe ya pêşengtiya îdeolojîk û siyasî raber dike.   

3-Ji bo çareseriya demokratîk ya pirsgirêka Kurd li Rojhilatê Kurdistanê û demokratîkirina Îranê, yekîtî û hevgirtina gelan a demokratîk pêş dixîne, di vê barê de xwedî plan û proje ye. Rêxistinkirina îradeya siyasî ya civakê esas digire. Bi gelan û beşên civakî re îtîfaqên stratejîk û têkoşîna hevbeş ava dike.

4- PJAK yekîtiya neteweyî dike navenda têkoşîna xwe, ji bo eniya hevbeş û yekgirtî li dijî êrîş û dagirkeriya li ser gelê Kurd û Kurdistanê pêş bikevin, rola xwe di saheya pratîk de pêk tîne. Xwe berpirsê serxistina projeya yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd dizane.

5-Ji bo yekîtiya neteweyî li Rojhilatê Kurdistanê ava bibe, di kêleka partiyên siyasî, her wiha hemû beşên civakî, nûnerên rêxistin û tevgerên jin, ciwan, kedkar, hunermend, rewşenbîr û pîşeyan, rîsipiyên eşire û baweriyan jî tevlî vê pêvarjoyê dike, ji bo îradeyeke dewlemend a temsîla hemû beşên civakê derkeve holê, hewldan dike.

6-Ji bo yekîtiya gelan û demokratîzekirina Îranê û pêşvebirina siyaseta demokratîk amadeye ku xebatên hevbeş bi hemû cewaziyên çandî û civakî re bimeşîne. Ji bo pêkanîna eniyeke demokratîk têdikoşe.

7- PJAK, têkoşîna azadiya jinê wek rehend û bingeha paradîgmaya têkoşîna xwe dizane, di saheya têkoşîn û xebatê de îradeya jinê û temsiliyeta hevbeş esas digire. Li beramberî zihniyet û nêzîkatiyên zayendperest têkoşîneke xurt dimeşîne û ji bo jin di qada siyaseta demokratîk de bi nasnameya xwe ya xweser beşdar bibe, astengî û ferasetên şaş ji holê radike.

8-Li beramberî zihniyeta navendîparêz ya jerontokrat (pîrsalar), rola pêşengtî û esasî ji nasnameya ciwanan re tê dayîn. Birêxistinkirin, beşdarkirin û çalakirina ciwanan di hemû qadên biryargirtina civakî, bi taybet jî xebatên siyaseta demokratîk esas tê girtin.

9-Di rewşekê ku gelê Kurd û gelên li Îranê bi êrîşên fîzîkî û çandî yên curbecur re rûbirû ne, bi têkoşîn û berxwedanî li dijî dagirkerî, zordarî û zextan, pozîsyona xwe ya parastina rewa diparêzin. Bi vê perspektîfê PJAK xwe birêxistin û bi tevger dike.   

10-Beşeke mezin a pirsgirêkên pêkhatî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê sedema kêrnehatîbûna rayedarên sîstemê, nebûna siyaseteke ron di qada ekolojiyê de ye. PJAK bi tehlîlkirina karesat û texrîbatên li ser ekolojiyê, hemû hewldana xwe ji bo perwerde û birêxistinkirina civakê dike, bi tevger û saziyên gel re hevkarî dike ji bo pêşî li siyasetên hilweşîner ên Komara Îslamî di qada jeolojî de were girtin.

Em di dawiyê de diyar dikin ku wek PJAK israra xwe ji bo çareseriya demokratîk û yekgirtina gelan datînin holê û ji bo vê jî xwe bi serketinê klîd dikin. Bi derbaskirina kêmasî û kelemên heyî re, ji bo qada Rojhilatê Kurdistanê hewce dibînin ku bi ruheke pêngavî û şoreşgerî bi hemû hêza xwe ya rêxistinî ve di qadên têkoşînê de serketinê bi dest bixin. Di dawiyê de lidarxistina kongeya xwe li Rêber Apo, şehîdên leheng, gelên Kurd û Îranê, girtiyên siyasî, malbatên şehîdan, jin û ciwan, rêheval û azadîxwazan pîroz dikin. Ji hemû beşên civakî daxwaz dikin bi armanca dawîkirina her cure dagirkerî, zordarî û faşîzmê, di yekîtiya demokratîk de cih bigrin û bi rêxistinbûneke xurt û îradeya xweser, bi ruheke şoreşger û berxwedêr beşdarê têkoşînê bibin."