Peyama KJK’ê ya 8’ê Adarê: Em ê jin ser bikevin

Koordînasyona KJK’ê li ser 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê nirxand û got: “Bang dikin ku bi coş û bi hêz tevlî grevên jinan bibin û têkoşînê xurt bikin.”

Koordînasyoan KJK’ê di nirxandina xwe de bal kişad ku wê sedsala 21’ê bi pêşengtiya jinê, wê têkoşîna azadî, demokrasî û ekolojiyê, wê bibe sedsala bi aştiyê tê birevebirin. Peyama KJK’ê ya ku li ser têkoşîn û rewşa çar parçeyên Kurdistanê wiha ye.

“Kêm meya ku çarêya yekem a sedsala 21’an bi dawî bibe. Sîstema serwer bi rêbazên cihê dixwaze nêzîkî jinê bibe, vê sedsalê dîsa bike sedsala domandina kolekirina jinê, dixwaze weke sedsaleke reş bide domandin. Li dijî vê jî serhildanên jinan, berxwedana wan jî mîna lêhiyê mezin dibe. Azadiya jinê gihaye wê astê ku êdî pêşiya wê nikare bê girtin. Her ku diçe jin, hê baştir di nava jiyanê de statûya kolekirinê baştir dizen, wê vê qet qebûl neke. Her ku zanabûn û azadiya jinê pêş bikeve, hebûna xwe ji kûr ve fam dike. Jin di nava jiyanê de hê zêdetir misyona xwe dizane. Ji bo vê rê nade mêrê serwer, zordar û derewîn. Jinên cîhanê bi ruhekî azadiyê yê wiha 8’ê Adara 2021’ê pêşwazî dikin. Di dîroka mirovahiyê de cara yekê ye jin li her parzemîna cîhanê bi qasî niha xwe dide nîşandan.

Ev jî pir girîng e. Di sala em tê de dijîn, li ser bingehê îdeolojiya azadiyê jin her ku yekîtiya xwe pêş bixe, çalakiyên hevpar ên jinê bên pêşxistin, dewlet û desthilat xwe li ber serhildanên jinan nikare rabigire. Serdemekî nû pêş dikeve. Ev serdem serdema jinê ye. Ev serdem serdema azadî, demokrasî û serdema bi xwezayê re hevpar jiyînê ye. Elbet wê zorî hebin, wê berdêlên wê mezin bin. Lê bi teqez wê bi pêşengtiya jinan wê mirovahî jiyana heq dike ya wekhev, azadî bidest bixe.

Sala 2020’ê ji bo jinan sala berxwedanê ya nû bû. Di serî de li Heftanîn li her qadên gerîla lê bûn, li her qada civakî bi temamî berxwedan hebû. Di encama vê berxwedanê de, gelek hevrêyên me yên jin û mêr tevlî karwanên şehîdan bûn. Li ser  vî bingehî hevrêyên me Zîn, Esmer, Nûcan, Aryana Baran, Leyla Agirî Amara Batman, Sema Koçer û bi sedan hevrêyên xwe yên jin şehîd bûn.

Ji ber şehîdbûna hevrêyên xwe barê jin, gelê me, gelên Rojhilata Navîn û barê me giran bû. Me barê hevrêyên xwe yên şehîd bûne girtiye ser milê xwe. Em vê heqîqetê dizanin û wisa nêzîk dibin, li hemberî şehîdan li gel minetdariyê soza serketina şoreşa jinê û serfiraziyê didin.

‘RÊBER APO PÊŞENGTIYA AZADIYA JINÊ JÎ KIRIYE’

Rêbertiya me li zindana Îmraliyê 23 sal in di nava berxwedanekî pir bi heybet de ye. Berxwedana bi heybet a Rêbertiya xwe ya li Îmralî silav dikin. Em jin, gel û gelan minetdarê Rêber Apo û deyndarê wî ne. Bi boneya 8’ê Adarê carekî din weke Tevgera jina Kurd diyar dikin ku; ‘Azadiya Rêber Apo Azadiya Jinê Ye’. Li ser  vî bingehî her xebat, her henase û têkoşîna bê kirin wê ji bo azadiya Rêbertiya me be. Em ê tecrîdê bişkînin, Rêber Apo bi berxwedan û têkoşîna xwe azad bikin.

Rêbertiya me Abdullah Ocalan a di dîroka mirovahiyê de yek ji nûnerên ku pir kêm tê dîtin ku wekhev û azad hevrêtî ji jinê re kiriye, di dilê gelan de bi sekin û têkoşîna xwe kêlî bi kêlî neqişandiye. Heskirin, rêzdariya Rêbertî naşibe ti tiştekî. Heskirina Rêbertî ji heskirina malbat, eşîret û hemû heskirinan cihê ye. Pir kûr e. Guherîne, veguherîne û azadî ye. Jiyana alternatîf a Rêbertiya me û têkiliyên wî, di şexsê xwe de temsîl dike, bi tecrîda herî dorfireh û kûr a dîroka mirovahiyê re rû bi rû ye. Dixwazin wer bikin ku Rêbertiya me nefikire. Ji bo vê bi her cûre êşkenceya derûnî re rû bi rû tê hiştin. Rêberê me Abdullah Ocalan bi salan ji civakê, ji her cûre amûrên têkiliyê qûtkirin, di nava sîstemekî taybet-derûnî a pir kûr hiştin, pêkanînên herî zalim a qirêj a aqilê mêr e. Jin, gel û baweriyên hatin cihêkirin, bi paradîgmaya azadiyê ya Rêbertiya me re, xwe ji nû ve dîtine. Xwe nas kirin. Bawerî bi hêzên xwe anî, xwe rêxistin kir û hebûna xwe pêk anîn. Ji bo vê yekê ye ku pêkanînên herî zalim ên dîroka mirovahiyê ku li ser Rêbertiya me tê kirin, jibîr nakin. Wê hesabê li Rêbetî, gel û jinan hatî kirin wê bê xwestin.

Li ser  vî bingehî, di 8’ê Adara 2021’ê Rêber Apo yê ku pêşengê têkoşîna azadiya jinê, rêya azadiyê nîşanî me dayî, rê vekir, pêşveçûn pêk anîn, birêzdarî û heskirin girêdana xwe nîşan dikin û silav dikin. Îro ji bo azadî û şikandina tecrîda li ser Rêbertiya me, hemû cîhan li ser lingan e. Li qitayên cihê yên cîhanê daxwaza azadiya Rêbertiya me tê kirin. Ev jî tiştekî wiloye ku di dîroka Kurdistanê de tiştekî nû ye pêş dikeve. Azadiya Kurdan ti demê bi qasî niha li cîhanê nebûye rojev, bi qasî niha destek negirtiye. Kurd û jin êdî ne bi tenê ne. Her ku em pişt bidin hêza xwe û têkoşînê bikin, wê hêzên demokrasî û azadiyê yên cîhanê jî li gel me cih bigirin.

Bi vê boneyê gel, dayik û jinên ciwan di vê qonaxê de herî zêde têkoşîn kirin. Em cejna 8’ê Adarê li gelê xwe, dayik û hemû jinan bi heskirin û coş pîroz dikin.

‘BERXWEDANA GARÊ YA GERÎLAYÊN HPG-YJA STARÊ DÎROKÎ YE’

Herî dawî di êrîşa dagirkeriyê ya dewleta TC a li herêma Garê de 15 hevrêyên me yên di bin fermandariya Şoreş Beytuşebabê de şehîd bûbûn. Şehîdên berxwedana Garê bi rêzdarî û minet bibîr tînin. Bi berxwedana Garê re di têkoşîna me de rûpelek nû hate vekirin. Dewleta Tirk li ber berxwedana garîla tarûmar bûn. Bi encamên derketî holê re jî wê dawiya desthilata AKP-MHP’ê bîne. Berxwedana gerîla bi berxwedana azadiya jinê re parelel pêş dikeve, ji hev hêz digire, mezin dibe û belavî hemû civakê dibe. Mezin bûna gerîla, serketina wê tê wateya vekirina rêyên diçin azadiya jinê. Di vê wateyê de berxwedana Garê bi boneya 8’ê Adarê carekî din bi coş pîroz dikin. Carekî din berxwedana gerîlayên HPG-YJA STAR’ê ya li Garê silav dikin. 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li hemû gerîlayên HPG û YJA STAR’ê pîroz dikin. Hevrêyên me yên di şerê nû de birîndar an jî gazî bûne di avakirina azadiyê de xwedî kedekî bingehîn in. 8’ê Adarê li hevrêyên xwe yên birîndar û gazî jî pîroz dikin.”

Li zindanan bi hezaran ehvrêyên me hene ku ji bo azadiya Rêbertiyê li ber xwe didin, di grevê de ne. Berxwedana hevrêyên xwe yên li zindanan li ber xwe didin silav dikim. Divê ji 8’ê Adara 2021’ê û şûn ve, berxwedana li zindanan pêş dikeve, agirê bilind ê têkoşîna azadiya jinê gur bike. Li ser vî bingehî cejna 8’ê Adara 2021’ê ya hemû hevrêyên li zindanan pîroz dikin.

Di roja me ya îro de êrîşa ku bi pêşengtiya dewleta Tirk û dîsa sîstema modernîteya kapitalîst a li ser gelê me û jinên Kurd tê kirin, hema demê îdeolojîk e. Mînak; herî dawî li Bakurê Kurdistanê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û Berdevka TJA’yê Ayşe Gokhan hatin girtin. Sûcdariyên tên kirin; ‘Hûn çima sîstema eslê dayikê diparêzin?’ pirs dikin. Ev cara yekê ye ku pirsek wiha tê kirin. Ji vê jî tê dîtin ku xwe weke berdevkê sîstema mêrsalarî dibînin. Cezakirina me jî di vê çarçoveyê de ye. Li Tirkiyeyê êdî parastina mafê jinê bi ‘terorîst’ bûnê re weke yek tê dîtin. Dewleta Tirk dixwaze ji peymana Stenbolê vekişe. Peymana Stenbolê peymaneke ku mafê jinan diparêz e. Li gel têkoşîna piratîkbûn û ketina meryetê ya vê peymanê ne. Em di nava têkoşîna vê peymanê de ne. Hemû jinên ku têkoşîna vê peymanê dikin, silav dikin.

LI DIJÎ QEYÛMAN TÊKOŞÎN

Têkoşîna me ya li dijî qeyûman bi pîvan e. Mafê xwerêveberiyê ne tenê ji bo jinan, ji bo gelê me ji bo her kesê diparêzin. Di vê wateyê de em li gel têkoşîna xwedekarên Bogazîçî tê kirin in. Hemû xwedekarên tevlî berxwedanê bûne silav dikin. Hemû xebatên saziyên jinan ên li dijî her cûre şideta li ser jinan xwe rêxistin û têkoşînê dikin girîng û bi nirx dibînin. Vê têkoşînê silav dikin.

Sîstema serwer a mêr dixwaze daxwazên azadiya jinê li cihekî teng bigihîne hev, pêşxistina têkoşîna azadiya redîkal asteng bike. Em ê li her qadê têkoşîneke hevpar a nûnertiyên azad û wekhev a jinan a li her qada jiyanê çi li şoreşa jinê ya Rojava û dîsa gelê xwe ya li dijî her cûre şidetê û kurtajê pêş bixin. Em jin, em ê li her qada jiyanê bi mîsyoneke stratejîk rabin, em ê bibin xwedî nêzîkatiyeke ku civak, mêr bidin guherîn û veguherîn. Em jin xwe ji sîstema mêr a serwer derxînin, li dijî nêzîkatiyên serwerbûnê bi stratejiyeke dorfireh û taktîkî bersiv bidin. Her cihê ku di nava sîstema mêr a serwer de ye, bikin çepereke ya azadiyê. Li ser bingehê rêxistinî û nasnameya jinê ya azad û kolektîf bikevin tevgerê, bê ku di nava vê sîstemê de bê helandin, berovajî encamê bigire, em dikarin li dijî sîstema serwer rawestin.

‘EM GIHÎŞTINE MERHELEYEKÎ GIRÎNG’

Mijarek din ku em binirxînin jî ev e ku di ti demekî dîrokê de li cîhanê û Kurdistanê hevbeşbûna jin û ciwan di serî de li qadên fikrî û çalakî de pêşneketiye. Bi pêvajoya nû re wê pêvajoyek ku hê zêdetir têkoşînek di nav hev û bi hevre de û berxwedan pêşbikevin bê jiyîn. Çarenûsa gelan bi pêşengtiya bi bandor ya jin û ciwanan a ji bo hemû civakê bikare bike ve hatiye girêdan. Li ser vê bingehê êdî li Rojhiata Navîn û Kurdistanê jin her ku diçe xwe digihîne hişmendiya ku bikare bi rengekî yekpare li krîzên civakî, ekolojîk, siyasî, leşkerî û ekonomîk a mirovatî dijî temaşe bike. Jin li her qada ku lê ne bi zanebûna jinê ve dikevin nava hewldanê. Xebatên xwe bi vê zanebûnê ve didomînin. Li ser vî bingehî yek ji wan faktorên herî bingehîn ên îdeaya me ya sedsala 21. bikin sedsalek ya jinan bi hêz dike jî ev zanebûn û ruhê hevbeş ya me weke jin bi destxistiye ye. Em ji vê derê de bikevin rê hevaltî û yekîtiya jinan a li cîhan, Rojhilata Navîn û Kurdistanê pêş dikeve, hêrsa ji bo têkoşînê, îrade û biryardariya wê her roja derbas dibe mezintir dibe. Ji bo rizgarbûna mirovatiyê ji dewlet û desthilatan moral û meneviyata herî mezin di rêxistinîbûn û çalakgeriyê de jî pêşdikeve.

Jin ku mêtingeha herî kevin a mirovatiyê ye êdî ev statuya koledar ya heyî bi ti awayî qebûl nake. Ji ber vê sedemê di pêşxistina têkoşîna xwe ya ji bo hebûna wek sûbjeya jiyana azad a nû bi rengekî bê eman bi biryar e. Ev têkoşînên ji bo bi destxistina azad a hebûnê, her roja ku diçe li malan, kolanan, gundan, çiyayan û li deştan mezin dibe. Berxwedanên biçûk û mezin ên jinan dibin yek û dibin lehiyek û diherike. Berxwedan, îsyan û protestoyên pêşdikevin hema bêje mîna brûskekê yek bi yek kodên zayendperestiya civakî ya sîstema zilamsalar afirandî dişkîne û perçe dike. Îro ya sîstemên serdest bi şkestinê re rû bi rû dikin û bê kêr dihêlin, têkoşîna tevgerên jinan e. Di vê wateyê de banga me ji hemû jinên cîhan, Rojhilata Navîn û Kurdistanê ev e ku roja 8’ê Adara 2021’an roja jinan a cîhanî, em di çalakî û xebatên me yên ji bo perçekirina sîstema zilamsalarî de em gihîştine merhaleyekî girîng. Ji vê derê bi hemû hêza xwe em xwe bidinê. Em bi 8’ê Adara 2021’an ve sîstema serdest ê zilam paşve gavê pê bidin avêtin, hilweşînîn û bînîn asta tarûmariyê.

‘JINÊN KURD JI TÊKOŞÎNA AZADIYA JINAN A CÎHANÊ RE PÊŞENGÎ DIKE’

Asta rêxistinbûyîna ku jina Kurd di civakê de afirandî, berxwedana me ya li hemberî sîstema serdest ê zilam ji bo jinan heya dawiyê bûye rakêşer. Asta bîrdozî, siyasî, leşkerî û pratîk ya em hatinê bi awayek xwezayî rolê me ya pêşnegtiyê jî pêşxistiye.

Tê zanîn ku ji sala 2020’an û şûnde dewleta Tirk a faşîst û sîstema pişt wî yê zilamsalar bi şeklerkî zanebûn jinên Kurd kirin armanc. Li ser vî bingehî di çarçoveya plansaziya şerê taybet de êrîşên berfireh li hemberî jinên Kurd pêşketin. Di tevahiya şaredariyên Bakurê Kurdistanê yên qeyûman destdanîne ser de destpêkê dayîreyên jinan hatin girtin. Bi sedan jinên siyasetmedar xistin girtîgehan. Li bajarên Kurdan tecawîzkirina jinên Kurd ji aliyê çawîşên pispor we destpêkir. Siyasetên sîxurkirin, madeyên hişber û fihûş hatin pêşxistin. Li Efrînê, li herêmên ku hatinî dagirkirin komkujiyên ku li hemberî jinên Kurd pêkhatin jî tên zanîn. Di pişterdeya tecawîzkirina jinên Kurd ya ji aliyê çawîşê pispor ya li Bakurê Kurdistanê de jî heman mentiq heye. Mentiqê ku di bin dijminatî û êrîşên ku dewleta Tirk li hemberî jinên Kurd pêşxistî de heyî mentiqê faşîzmê ye. Dewleta Tirk bi tecawîzkirina jinên Kurd wana wek objeyekê dibîne. Di şexsê nêzîkatiya li hemberî jinê de polîtîkayên xwe yên tecawîz, dagirkirin, xesb û mêtingeriyê li ser gelê Kurd û welatê wê pêktîne.

Dewleta Tirk di dîroka xwe de krîz û bêçaretiya herî mezin dijî. Pêşeroja Tirkiyê reş e. Ji ber ku desthilata faşîst û netewperest a AKP-MHP’ê dewlet xistiye destê xwe. Hemû derfetên dewletê bikar tîne û di nava nêzîkatiya domandina desthilata xwe de ye. Herî dawî hewldide polîtîkayên qeyyûm li ser sazî û rêxistinên civaka sivîl û zanîngehan pêkbîne. Faşîzm dikxwaze xwe heya asta çavikên civakê xwe serwer bike. Ev di heman demê de rengvedana tirsa kûr a wê ye jî. Di dîroka Tirkiyê de cara yekemîn e ku ev şêwazê pêkanînên mêtinger tê pêşxistin. Ji Kurdistanê destpêkirî û li hemû Tirkiyê tê belavkirin. Tê xwestin ku hêzên çep û sosyalîst bi temamî werin qedandin û tesfiye bibin. Encax heya ku têkoşîn û berxwedana me bidome, ne pêkane ku vê serbixînin. Di eniya Tirkiyê de jî çawa ku li zanîngeha Bogazîçiyê de jî hat dîtin berxwedanî didome, AKP’ê zextê heya dawiyê zêde bike jî wê roj bi roj piştewaniya girseyê wenda bike.

ROJAVA ŞOREŞA JIN

Li Tirkiyê û Kurdistanê pêşengtiya azadî û berxwedanê jinên Kurd pêktînin. Jin û ciwan li beramberî AKP’ê berbesta herî mezin in. Hêza ku wê AKP’ê hilweşîne û bi erdê re bike yek e. Bi girtina bi sedan pêşengên aktîf û bi bandor yên jinên Kurd, li qadên gerîla û civakî de weke herî dawî di mînaka hevala Leyla Agirî de jî hat dîtin yekser kadroyên pêşeng tên armanckirin; ev yek ji tirsê û pirpitîna ji ber wendakirina desthilata xwe çavkaniya xwe digre. Darbe li me bide û wisa jiyan bike, ji xwe re wek prensîbekî bingehîn pêktîne. Ev polîtîkayên faşîst û qirker yên li hemberî jinan, gelê me û gelên me pêşxistî ji aliyê sîstema modernîst û kapîtalîstî ve jî tê pejirandin. Xet û felseeya me ya jina azad carekê ketiye nav ruhê jin û civakê û zindî ye. Nikare bê jêkirin û avêtin. Berovajî wê roj bo roj hişyarbûna jinê, biharbûnî û guldayîna wê pêşdikeve. Li ser vî bingehî tevger jina Kurd bi kiryarên xwe yên li cîhanê pêkanî tê pejirandin û tê esasgirtin. Jinên Kurd bi şoreşa jin a Rojava re li cîhanê pozîsyonek girîng, tê naskirin û cidî avakirine. Şoreş û berxwedaniya me jinan ya Rojava di vê wateyê de rolekî pir girîng lîstiye.

‘LI ROJAVA YEKÎTIYA NETEWA DEMOKRATÎK JI ALIYÊ ENIYA JINAN VE HAT PÊŞXISTIN’

Şênberbûna şoreşa jin a Rojava, berxwedaniya li wê derê, jiyan û xebatên înşaya rehendan ku bi destê jinan ji nûve tê pêşxistin di asta herî jor de kelecan avakiriye. Şoreşa jin ji jinên cîhanê re bûye çavkaniya mezin a hêvî û îlhamê. Her wiha sîstema hevserokatî ya li her cihê Kurdistanê hatî pêşxistin jî ji aliyê jinan ve rastî piştewaniyek pir mezin tê û tê pejirandin. Feraseta me ya parastina cewherî ji aliyê jinên cîhanê ve bingeh tê girtin. Her ku diçe jî rêxistinbûnên li ser vî bingehî pêşdikevin. Me bi xeta xwe ya azadiya jinê û modela netewa demokratîk ve li cîhana Ereban vekirinên mezin pêşxist. Îtîfaqa mezin û dîrokî ya Kurd-Ereb herî zêde ji ser milê jinan ve avadibe. Jinên Ereb jî her ku bîrdoziya Rêberê me nas dikin, kelecan û heskirinek mezin hîs dikin. Herî dawî li Rojava qetilkirina du jinên Ereb Hevseroka Nevçeya Til Şeyîr ya girêdayî Deşîşayê Seda Feysel El Hermas û alîkara wê Hînd Letîf El Xidir jî bi vê yekê re girêdayî ye. Her çiqasî ev êrîş di çav de weke êrîşekî yê DAÎŞ’ê bê dîtin jî, lê di esasê de organîzeya delweta Tirk e. Bi tirsandina jinên Ereb re hewl tê dayîn ku wana ji bîrdoziya azadiyê ya Rêber Apo û têkoşîna me sar bikin. Ji yekbûna jinên Kurd û Ereb û gelên Sûriyê pir ditirsin. Li hemberî van hemû êrîşan, lîstokên şerê taybet û stratejiyên sorkirina gelan ya li hemberî hevdu di nava jinên Ereb de girêdanek mezin ya li hemberî têkoşîna me ya azadiyê, kelecan û coş pêşketiye. Jinên Ereb ku tarîtiya DAÎŞ’ê dîtin, bi xeta me ya azadiya jinê û têkoşîna me re ji nûve vejînek jiyankiriye. Li Rojava yekîtiya netewa demokratîk ji aliyê eniya jinan ve hat pêşxistin.

‘ÎRAN PÊKANÎNÊN HERÎ HOV FERZ DIKE’

Rajîma Îranê jî pêkanînên her hov ên dîroka xwe de li hemberî gelê Îranê pêk tîne. Rejîma Îranê vê ne êrîşên ji derve, belku nerazîbûn û nekokiyên hindurîn û pêkanînên antî-demokratîk yên li hemberî jinan û gelan pêşxistî têkbibe. Li Îranê li hemberî jinan zextek mezin ê terorê, êşkence, girtin û darvekirin heye. Pêkanînên dewleta Tirk tê kopyakirin. Ev di demekê de ye ku di dîroka dewleta Îranê de li hemberî jinan û gelan rêzgirtin hebûye. Faris jî wek Kurdan xwedî dîroke dayîksalar in. Encax hişmendiya netew-dewlet ya sedsala 20. dewleta Îranê jî jehrî kiriye û şibandiye xwe. Hişmendiya vê dewletê ku li ser bingehê netewperestî, mezhebgerî û zayendperestiyê hatiye hûnandin zirarek mezin dide civakê.

Di serî de Zeyneb Celaliyan hemû jin, çalakvan, çalakvanên mafê mirovan, nûnertiyên wê, mamoste û hunermendên jin bê guneh dixin girtîgehê û cezayên salan didin wan.

SIYASETA QETLÎAMÊ YA LI HEMBERÎ KOLBERAN

Siyaseta li hemberî kolberan tam siyasetekî yê qetlîamê ye. Krîza aborî ya li Îran û Rojhilatê Kurdistanê heyî li ser gel bandorek mezin çêdike. Pir xelkê hejar yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dijîn ji bo debara xwe ya rojane pêkbînin di şertên pir zehmet de kolberî dikin. Li gorî xwezaya karaktera rejîma Îranê bi armanca gel bi xwe ve bide girêdan û wan bike besîc, rê nade ku gel kolberiyê bike. Li ser vî bingehî li hemberî kolberan pêkanînên dermirovî pêşdixîne. Qetilkirina 10 kolberên Belûçî ya di wê dema dawî de rewşeke ku divê neyê qebûlkirin û hesabê wê were pirsîn. Bi vê munasebetê sersaxiyê ji malbatên kolberan re dixwazîn. Her wiha rewşa ku wek siyasetekî rejîma Îranê derdikeve pêş jî ferzkirina siyaseta sîxurkirin û fûhûşê ya li ser gelê Kurd e. Zewaca di temenê biçûk de ya bi armanca şkandina vîna jin tê pêkanîn asayî tê dîtin. Xwekujiya jinan heye. Heta bi taybetî ji ber zêdebûna kaosa navxweyî ya dema dawî xwekujiya mêran jî zêde bûye. Li Îranê bi siyaset darvekirinê tê xwestin ku civak û jinan teslîm bên girtin, bitirsînin û ji bike ku dest ji doza xwe ya azadiyê berde. Ev di demekê de ye ku di dîroka Îranê de aliyê jinan ya pêşverû, ya civakê bandor dike û diguherîne û wediguherîne pir bi kok e. Li Îranê jin nikare were teslîmgirtin. Jinên Îranê li hemberî wê yekê li berxwedidin.

DEMARÊ AZADIYA JINÊ YA BI NAVENDIYA SILÊMANIYÊ

Li Başûrê Kurdistanê bi awayekî dîrokî bi navendiya Silêmaniyê demarekî cidî ya azadiya jinê heye. Jinên Başûrê Kurdistanê bi fedakarî, cesaret û welatparêziyekî mezin tevlî şoreşê bûne. Hê jî potansiyelekî cidî ya ji bo derketina pêşneg heye. Li Başûrê Kurdistanê tevî ku destkeftên pir girîng ên gelê me hene jî sedemên derneketina ber bi çav a xebatên azadiya jin ji feraseta zayendperestî ya li vê derê çavkaniya xwe digre. Bi taybetî PDK pêşiya xeta azadiya jinê digre.

Bi giştî li hemberî jinên Başûrê Kurdistanê şîdet, pir hevserî, zewaca di temenê biçûk de, xwekujî, xwe şewitandin û nêzîkatiyên ji derveyî siyasetê hiştina jinan berdewam dikin. Encax weke ku me di serî de jî diyar kir li Başûrê Kurdistan û Iraqê hişyarbûn û zanebûneke cidî ya jinan heye. Her ku diçe jî li hemberî sîstema heyî bertek û serhildan pêşdikevin.

LI ŞENGALÊ PÊŞKETINA JINÊ YA DI ASTA ŞOREŞÊ DE

Em dikarin bêjin ku li Şengalê di rewşa heyî de pêşketinên di asta şoreşê de pêk hatine. Bi taybet piştî Fermana 73’an a çeteyên DAÎŞ’ê û şûnde, beşekî mezin bi ramanên Rêber Apo re gihan hev û piştî vê pêşketinên mezin pêk hatin. Jinên Êzidî pir bi lez pêş ketin, tevlî xebatên şoreşa civakî bûne.

‘DIVÊ ÇALAKÎ LI GORÎ PERSPEKTÎFA NETEWA DEMOKRATÎK PÊK BÊN’

Di Îlona 2020’ê de em KCK û KJK’ê bi pêngava ‘Bes e, ji tecrîd, faşîzim û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ di warê têkoşîna me de gavekî girîng e. Bi vê pêngavê re jî me KJK’ê dest bi pêngava ‘Li dijî qirkirina jinê; dem dema parastina azadiya jinê û civakê ye’ kir.

Divê çalakiyên me yên 8’ê Adarê li gorî şekil û perspektîfên netewa demokratîk bi vê dirûşmê re bibe yek. Pêngava azadiyê ya ‘Dem dema azadiyê ye’ ya Rêbertiya me dîrokî ye. Divê çalakiyên 8’ê Adarê bi dirûşma ‘Dem dema azadiyê ye’ re bi pêngava azadiyê re bibe yek. Divê çalakiyên me li gorî ruhê perspektîfa netewa demokratîk , bi hemû jinên ji gel û baweriyên cihê re bê pêşxistin.

‘WÊ DESTHILATA AKP-MHP’Ê BÊ HILWEŞANDIN’

Li ser vî bingehî, 8’ê Adara 2021’ê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê bi ruhê berxwedan û azadiyê pîroz dikin. Ji Sakîne Cansizan bigire heta Bêrtîan, Zîlan, Sema, Şîlan Konatê, Arîn Mîrkan, Viyan Soran, destîna Qendîl, Şîrîn Elemhûlî, Delal Amed, Leyla Agirî, Zîn Cizîre hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bibîr tînin. Soza pêkanîna şoreşa jinê li Kurdistanê dubare dikin. Em bi biryar û înadin ku ser bikevin. Em jinên  Kurd, em ê pêşantiyê xwe ya ji şoreşên li  Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê re bidomînin. Yekîtiya jinê ya ku jinên Rojhilata Navîn ava kirî, wê Rojhilata Navîn û Kurdistanê demokratîk bike. Jinên Kurd, Tirk, Ereb, Faris, Ermenî, Sûryanî, Çerkez, Rûm, Tirkmen, Elewî, Êzidî, Yarsan û hemû jin wê pêşentiyê ji jiyana alternatîf a yekîtiya jinê re bike. Desthilata AKP-MHP’ê wê bi têkoşîn û berxwedana jinan û ciwanan hilweşe.

Ji sala 2021’ê û şûn ve li gel jinên cîhanê em ê bi konfederalîzma jinên demokratîk têkoşîna xwe ya rêxistinkirî bi biryardarî birêve bibin.

Li ser vî bingehî, bang li jinên Kurdistan, Rojhilata Navîn û Cîhanê dikin ku çalakiyên xwe yên 8’ê Adarê bi hêz û coş tevlî çalakiyên grevê yên jinan bibin, têkoşînê mezin bikin. Em ê jin bi ser bikevin. Em ê li hemû qadên jiyanê rêxistinbûna sîstema mêr lê serwer e hilweşînin. Ya ku bi ser bikeve, wê raman azad a Rêbertiya me û mirovahî be.”