Partiya Keskan serdana PYD'ê kir

Heyetek ji Partiya Keskan a Kurdistanê bi Hevserokê PYD'ê Xerîb Hiso û Berpirsyara Têkiliyên Derve ya PYD'ê Sema Bektaş re hevdîtin kir.

HEVDÎTINA BI PYD'Ê RE

Serokê Partiya Keskan a Kurdistanê Milko Bazyan serdana Nûnertiya Başûrê Kurdistanê ya li Silêmaniyeyê kir û bi Hevserokê PYD'ê Xerîb Hisô û Berpirsyara Têkiliyên Derve ya PYD'ê Sema Bektaş re hevdîtin kir.

Di serdanê de bûyerên dawî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin nirxandin. Di hevdîtinê de işaret bi girîngiya xurtkirina têkiliyan û yekîtiya gelê Kurd hate kirin. Di civînê de girîngiya piştgiriya aktorên siyasî yên Başûrê Kurdistanê ya ji bo Rojava hate nirxandin.

Tê payin çend ji partiyên siyasî û saziyên Başûrê Kurdistanê serdana nûnertiya PYD'ê ya li Silêmaniyeyê bikin.