Operasyona QSD'ê: Ajanekî MÎT'ê hate kuştin, 2 ajan jî hatin girtin

QSD'ê li dijî ajanên MÎT'ê operasyone kir. Di operasyonê de ajanek hate kuştin, 2 ajan jî hatin girtin:

Têkildarî mijarê, Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe ya înternetê ev daxuyanî da:

"Pêncşema bihurî (11'ê Tebaxê) hêzên me bi operasyoneke taybet girtin ser cihê ku şaneyeke MÎT'ê li taxa Ebû Erzalê ya bajarokê Til Birakê xwe lê veşartibû.

Şane ji 3 kesan pêk tê û destên wan di şehîdxistina gelek hevrê û fermandarên me de heye. Wana li herêma Til Birakê û Qamişlo ji bo îstixbarata Tirkiyeyê 'MÎT' kar dikir û agahiyên li ser xebatkarên Rêveberiya Xweser û xebatkarên saziyên sivîl, leşkerî û xizmetguzarî didan MÎT'ê.

Di vê operasyonê de, endamekî şaneyê yê bi navê 'Ezîz Mihemed El Mihemed' xwe radest nekir û hêzên me neçar man bersivê bidin û di encamê de hat kuştin. Her wiha 2 ajanên din hatin girtin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku piştî çend saetan ji kuştina 'Ezîz Mihemed El Mihemed' ku ji bo MÎT`ê kar dikir, hin malperên Facebookê yên girêdayî MÎT`ê û çeteyên wê, agahiya kuştina wî belav kirin û hewl dan nasnameya wî veşêrin û wî weke sivîl nîşan bidin û karên wî yên qirêj binixumînin."

QSD'ê diyar kir ku ev operasyona di çarçoveya 'Operasyona Sondê' de pêk hatiye ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji bo tunekirina şebekeyên MÎT'ê û girtina endamên wan piştî zêdebûna êrişên dagirkeriya Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di 31'ê Tîrmehê de 'Operasyona Sondê' eşkere kiribû.