Nûnerên ENKS’ê bi Çavûşoglû re civiyan

ENKS ku li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê buroyên xwe vekir serdana Wezareta Karê Derve yê dewleta Tirk ya berpirsê qetilkirina bi hezaran Kurdan di êrîşên li dijî Rojava de.

Nûnerên Encûmeniya Niştîmanî ya Kurdên Sûriyê (ENKS) ku di nava komên çete yên bi navê “Mûxalefeta Sûriye” tevger dikin û di heman demê de nêzî PDK’ê ye li Enqerê bi Wezîrê Têkiliyên Karê Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû re civiya.

Têkildarî hevdîtinê Çavûşoglû li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî da û Bakur-Rojhilatê Sûriye dîsan kir hedef.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser bingehê yekîtiya netewîya Kurd destûr dabû ku partiyên girêdayî ENKS’ê buroyên xwe vekin û partiyên dibin banê ENKS’ê de herî dawî li bajarên Hesekê û Kobanê buroyên xwe vekiribûn.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî jî diyar kiribû ku ji bo bicihanîna xebatên yekîtiya netewî înîsyatîf girtine.

Li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê  gel nerazîbûneke mezin nîşanî serdana ENKS’ê ya ji bo rejîma Enqere ku di dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî de bi hezaran Kurd hatibûn qetilkirin, didin.