NPG'ê şehadeta Sînan Dersim ragihand

NPG'ê ragihand ku Sînan Dersim (Dalokay Şanli) di êrişa hewayî de şehîd bûye. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em soza xwe dubare dikin ku em ê teqez hesab ji dijmin bipirsin."

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) diyar kir ku Sînan Dersim (Dalokay Şanli) di êrişa hewayî de şehîd bûye.

Di daxuyaniya fermandariyê de wiha hate gotin:

"Ji fermandarên şoreşger, berxwedêr û serhildêr ê gelê Kurdistanê yê leheng û parçeyek ji bihuştê Dersimê, hevrêyê me Sînan Dersim li Herêmên Parastinê yên Medyayê di 27'ê Cotmeha 2020'î de di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a faşîst de şehîd bû.

Nasnav: Sînan Mîrxan
Nav paşnav: Dalokay Şanli
Cihê jidayikbûnê: Dersim
Dayik-Bav: Yazgulu-Alî
Dem û cihê şehadetê: 27'ê Cotmeha 2020 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Bi navê Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel di serî de malbata hêja ya hevrêyê me Sînan Dersim, em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê, ji xelkê Dersimê yê ku serî natewîne û gelek şoreşgerên leheng ji hembêza xwe afirand, ji hemû hevrêyên alîgirê azadiyê û yekîtiya gelan re dixwazin. Di şexsê hevrê Sînana Dersim de em soza xwe dubare dikin ku dilsozê bÎranîna şehîdan hemûyan bin û em ê teqez hesab ji dijmin bipirsin.

Hevrêyê me Sînan Dersim, li dijî qirkirina ku emperyalîzm û hêzên faşîst li ser Kurdistanê ferz dike, li dijî ferzkirina bêîradekirina gelan, li dijî zexta teslîmgirtina jinan, li dijî polîtîkayên sîxurkirinê ku li gelan tê ferzkirin, serî li ber van zext û ferzên jiyana bi rûmet netewand û di salên destpêkê yê ciwantiya xwe de bi rengekî çalak tevlî nava refên têkoşînê bû. Hevrê Sînan di demên destpêkê yên têkoşîna şoreşgerî de cihê xwe di nava karên YCK'ê de girt. Weke rêberekî ciwanan li Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê di karê birêxistinkirina girseyên ciwanan de, di tevlîkirina enerjiya ciwanan li nava şoreşê de ji roja destpêkê ve her tim bi erka pêşengiyê rabû. Bi taybetî di wê serdema germ de ku ciwanên zanîngehê berê xwe didan nava refên têkoşînê, di gihandina wan ciwanan li nava refên şoreşê xwedî roleke girîng bû.

BI RENGEKÎ FEDAYÎ TEVLÎ BÛ

Hevrê Sînan ji ber ku bi çîrokên berxwedanê yên Seyît Riza, Besêyan û bi hezaran lehengên bênav mezin bû, dema ku li dijî Rêber Apo û tevgera me komploya navneteweyî hate kirin bêdeng nema û pêşengî ji têkoşîna berxwedanê ya bi pêşengiya ciwanan re kir. Hevrê Sînan xwedî wê taybetmendiyê bû ku dikarîbû bi her hevalî re têkiliyê deyne, li qada ku lê ye bibe cihê baweriyê, bi hevrêyên xwe bide hîskirin ku hêja ne û enerjiya xwe ber bi şoreşê ve diherikand. Ev taybetmendiya wî bingeha serketina wî ya li nava têkoşîna şoreşgerî bû. Bi vî rengî timî bi rengekî fedayî tevlî bû.

Hevalê Sînan ji ber keda xwe ya mezin a li nava têkoşîna şoreşgerî, ji aliyê tevgera me ve hêjayî wezîfeya Konseya Rêveber a KCK'ê hate dîtin û hevrê Sînan ev wezîfeya xwe bi rengekî serketî bi cih anî. Di asta pêşengiyê de tevlî karên avakirina sîstema Neteweya Demokratîk bû û berpirsyariyên girîng hilda ser milê xwe. Afirîner bû û bi jîr û jêhatîbûna xwe hemû pirsgirêk çareser dikir, di her karê rêxistinî de ti carî şaşitî û serneketin qebûl nedikir. Her tim bû xwedî pratîkeke serketî. Hevalê Sînan demeke dirêj li Ewropayê di astas rêveberiyê de kar kir, di birêxistinkirina karên şoreşgerî de bi rola pêşengiyê rabû. Bi tevlîbûna xwe ya çalak, bi ruhê şoreşgerî û dîsîplîna xwe di demeke kurt de ji aliyê hevrêyên xwe hemûyan ve hate hezkirin.

Hevalê Sînan piştî ku demeke dirêj li nava karên Ewropayê ma, derbasî qada welêt bû. Di pêvajoya jinûve avakirinê de endametiya Konseya Fermandariyê ya HPG'ê û wezîfeya Fermandariya Akademiyê Apollon hilda ser milê xwe û di karên leşkerî de bi roleke stratejîk rabû. Bi sebra xwe ya mezin, bi nêzîkatiya xwe ya balkêş û bi kelecana xwe ya şoreşgerî gelek heval perwerde kir û bi sekna xwe ya pîrî cihê xwe di dilê hevrêyên xwe hemûyan de girt. Bi vî rengî di perwerdekirin û pêşvebirina bi sedan hevalan de, di afirandina fermandarên pêşeng de û di pêvajoya avakirina fermandariya serketinê de bû xwedî kedeke gelekî mezin.

BI EVÎNEKE MEZIN BERPIRSYARIYÊN XWE YÊN ŞOREŞGERÎ MEŞAND

Hevrê Sînan endamekî Komîteya Rêveber a HBDH’ê bû û ji bo rêveberina xebatên HBDH’ê di asteke berpirsyar de cih digirt. Wî wateyeke mezin dida van xebatan û bi dîsîplîneke mezin xebatên xwe dimeşand. Rêheval Sînan bawerî bi wekheviya gelan, geşkirina projeya neteweya demokratîk û avakirina jiyana sosyalîst û azad dianî û ji bo vê jî bi evîneke mezin berpirsyariyên xwe yên şoreşgerî bi rê ve dibir. Ji bo hilweşandina pergala mêtinger û faşîst û pêkhatina şoreşa Tirkiyeyê, wî bawerî pê aniye ku divê hêzên şoreşger, sosyalîst û yên li dijî pergalê bibin yek. Ji bo pêkhatina van tifaqan û xurtkirina wê, wî kedeke mezin daye û li ser esasî gelekî bi biryar tevgeriyaye. Li ser bîranîna rêheval Sînan wê ev tifaqên şoreşgerî û antîfaşîst xurttir bibin, hesap ji faşîzmê were pirsîn û Tirkiyeya azad û demokratîk a ku hesreta gelan e wê teqez were afirandin. 

Hevrê Sînan Dersim yek ji murîdê dergaha evînê û lêgerînê heqîqetê, li ser rêça zarokên bi rûmet ên Dêrsimê Bêrîtan, Şiyar, Baran, Sara, Jîndar, Roza û Yilmaz meşiyaye, heta kêlîka dawîn a jiyana xwe dilê wî ji bo azadî û şoreşê lêdaye. Rêheval Sînan li her qada ku lê bû, bi islûba xwe ya balkêş, dirust, û helwesta xwe ya sade û xwerû ne bi tenê ji bo rêhevalên xwe, ji bo dost û welatparêzan jî bûye xwediyê helwesteke mînak. Dema ku tevlî nav refên têkoşînê bûye, çawa ku li dijî kesên xwestine me hînî jiyaneke bê Rêbertî bikin, wê bersiveke watedar daye, di nav têkoşînê de jî li dijî êrîşên îmha û tasfiyeyê yên li dijî  Rêbertî û tevgera me, helwesteke xurt nîşan daye. Wî her tim xeta azadiyê parastiye û bûye pêşeng. 

Şehadeta hevrê Sînan Dersim ê ku di warê geşkirina xebatên HPG û YJA Star û HBDH’ê de kedeke wî ya mezin heye, ji bo me gelekî dijwar e. Em diyar dikin ku em ê karibin êşên xwe bigihînin serfiraziyê û heta dawiyê girêdayî bîranîna wî bin. Rêheval Sînan di serî de em hemû şehîdên xwe bi rêz û hurmet bi bîr tînin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê bi ruhê Garê têkoşînê geştir bikin, faşîzmê hilweşînin, bi baweriya ku em ê azadiyê pêk bînin, em ê jiyan û mirovên azad ava bikin û têkoşîna şoreşgerî bi serfiraziyê tacîdar bikin."