Raperîn Mûnzûr: Gerîla wê rê nede dagirkeriyê

Endama Koordînasyona PAJK'ê Raperîn Mûnzûr diyar kir ku gerîla wê rê nede dagirkeriyê û got, "Ev berxwedan wê dawî li rejîma faşîst a AKP-MHP'ê bîne."

Endama Koordînasyona PAJK'ê Raperîn Mûnzûr têkildarî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û berxwedana gerîla ya li dijî van êrişan ji ANF'ê re axivî.

Raperîn Mûnzûr got, "Di destpêkê de em şehîdên leheng ên vê berxwedana mezin bi rêz û minet bi bîr tînin. Wan xeta me ya esasî, rê û rêbazên berxwedan û şerê li dijî dijminê kujer nîşan dan. Ya ku dikeve ser milê me jî ew e ku vî dijminê faşîst ji Kurdistanê biqewirînin."

'ÇAVKANIYA BERXWEDÊRÎ Û HÊZA GERÎLA, RÊBER APO YE'

Raperîn Mûnzûr diyar kir, ku şervanên azadiyê yên Kurdistanê mîna li her cihî li Başûrê Kurdistanê jî ji bo parastina hebûn, xak û rûmeta gelê Kurd bi rengekî mezin li ber xwe didin û got, "Li dijî operasyonên dagirkeriyê yên li qadên Metîna, Zap û Avaşînê, canê xwe feda dikin û bi vî rengî şerekî mezin dikin. Hemû jî lehengên mezin in. Bê hesab, bifedakarî xwe gorî welatê xwe, gorî azadiyê kirine. Berxwedaneke bi vî rengî destanî ya li dijî êrişên hovane yên dewleta Tirk, serketina milîtaniya Rêber Apo ye. Em bi hêz, hişmendî û îradeya ku ji Rêber Apo werdigirin vê berxwedanê dimeşînin. Çavkaniya berxwedêrî û hêza me ev e."

'DEWLETA TIRK ÊRIŞÊN XWE YÊN DAGIRKERIYÊ WEKE TÊKOŞÎNA LI DIJÎ PKK'Ê NÎŞAN DIDE'

Endama Koordînasyona PAJK'ê destnîşan kir ku ev şer ji şerê navbera dewleta Tirk û gerîlayên PKK'ê wêdetir e û wiha dewam kir: "Dewleta Tirk dixwaze ji atmosfera Şerê Cîhanê yê 3'emîn sûdê werbigire û sînorên xwe berfireh bike, parçeyên din ên kurdistanê jî dagir bike. Êrişên li ser Başûrê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê û Şengalê nîşaneya berbiçav a vê yekê ne. Hewl dide êrişên xwe yên dagirkeriyê û polîtîkayên qirkirinê weke têkoşîna li dijî PKK'ê nîşan bide. Têkoşîna mafdar a PKK'ê weke 'terorîzmê' nîşan dide û bi vî rengî jî hewl dide êrişên xwe zêde bike. Xuya ye ev gotin li nava beşek ji gelên Tirkiyeyê û rêveberiya Başûrê Kurdistanê bersiva xwe dibîne ku li şûna li ber rabin piştgiriyê didin û PKK'ê sûcdar dikin.

Dewleta Tirk bi qirkirina Kurdan re dixwaze herêmên Kurdan hemûyan dagir bike. Xwe weke efendiyê Kurdan dibîne, jê heye ku bi vî rengî ye. Li gorî mejiyê dewleta Tirk, Kurd divê serê xwe li ber wan bitewîne, jê re bibe kole û teslîm bibe. Naxwe divê bên qetilkirin. Faşîzma AKP-MHP gihîştiye asta herî bilind a vê kevneşopî û komkujiyan û piştgiriyê ji gelek hêzan werdigire."

'PKK LI PÊŞIYA PLANA DAGIRKERIYÊ ASTENG E, LEWMA BI HÊRSEKE MEZIN ÊRIŞ DIKE'

Endama Koordînasyona PAJK'ê Raperîn Mûnzûr diyar kir ku haya wan ji armanca dagirkeriyê ya mezin a dewleta Tirk heye û ev tespît kir, "Eger ne ji PKK'ê be wê vê armanca xwe hîn zû û bi hêsanî bike. Ji ber ku PKK li pêşiyê asteng e bi hêrseke mezin û êrişkariyê tevdigere. DAÎŞ xiste nava liv û tevgerê, bi her awayî piştgirî da, lê nekarî PKK'ê têk bibe. Bi xwe êriş dike, teknîka herî giran a şer bi kar tîne, lê dîsa jî nikare tune bike, nikare pêşî lê bigire. Dîplomasiya xwe xistiye dewrê, lê dîsa jî nikare bike. Bi propagandaya terorê her roj jehrê li dinyayê belav dike û hewl dide bike dijminê me, lê PKK roj bi roj bêhtir piştgiriyê werdigire, bêhtir tê hezkirin. Gelekî xwe ji nû ve afirand, bû xwedî hişmendiya azadiyê. Kes nikare pêşî li vê bigire. Hovîtî, qirkerî û faşîzma wan bêhtir teşhîr dibe. Berxwedana gelê me vê yekê radixe pêş çavan. Berxwedana ku îro jî bi rê ve diçe gelek tiştan eşkere dike."

'REJÎMA ERDOGAN HÎN JÎ DAÎŞ'Ê XWEDÎ DIKE Û BI KAR TÎNE'

Raperîn Mûnzûr destnîşan kir ku rejîma Erdogan di şerê li Başûr û Rojavayê Kurdistanê de hîn jî çeteyên DAÎŞ'ê xwedî dike, bi kar tîne û got, "Li gelek deverên weke Riha, Dîlok û Meletiyê çete bi cih kiriye û bi kar tîne. Her kesên ku li dijî DAÎŞ'ê ne divê li ber vê rabin. Lê dema mijar dibe Kurd, vê yekê ji nedîtî ve tên."

Raperîn Mûnzûr ragihand ku hêza ku herî zêde li ber faşîzmê radibe îro jin û gelê Kurd e û got, "Têkoşîna jinan bi rastî jî bi wate û xurt e. Di nava êrişên herî giran ên faşîzmê de li mafên xwe digerin û serî natewînin. Di vê mijarê de dixwazim bi navê tevgera me, berxwedana Emîne Şenyaşar silav bikim. Berxwedana wê ne tenê berxwedana ji bo edaleta ji bo xwe ye. Li dijî polîtîkayên zext, zilm û komkujiyê yên li dijî gelê Kurd tên kirin, berxwedaneke bi wate ye. Divê her kes xwedî li vê berxwedanê derkeve."

'PIŞTGIRÎ NERAST E; EV GEL XWEDIYÊ VÊ BERXWEDANÊ YE'

Endama Koordînasyona PAJK'ê Raperîn Mûnzûr destnîşan kir ku gerîla di vê pêvajoyê de erk û wezîfeya xwe bi cih tîne û got, "Ji bo vî gelekî mîrateyeke mezin a berxwedanê û hêza berxwedanê afirand. Gel û jinên Kurd bûn xwedî vê têgihiştinê. Ev şer şerê azadiyê yê gelekî ye. Gerîla aliyekî vî şerî ye, lê belê eger tenê ji gerîla re bê hiştin û her kes berpirsyariyên xwe bi cih nîne, ev yek wê bê wateya bêparastin hiştina xwe bi xwe. Lewma piştgiriya ji bo şer û berxwedana gerîla nabe. Gotinên 'destek, piştgirî, alîkarî' ne gotinên di cih de ne. Gerîla Kurdistanê diparêze, azadiyê diparêze, li dijî dagirkerî û faşîzmê şer dike. Ev ew wezîfe ne ku divê her kes xwedî lê derkevin. Ev berxwedan berxwedana gelekî ye. Gelê me ne piştevan e, gelê me xwediyê vî şerî ye.Xwediyê berxwedanê ye, hêza bingehîn e. Bi Şerê Gel ê Şoreşgerî em neçar in ku bersivê bidin vî dijminî. Eger em li ber xwe nedin û bêdeng bimînin em nikarin bijîn. Azadî tune be jiyan jî tune ye. Pêwîstî pê heye ku aliyê civakê yê şerê gel ê şoreşgerî bibe xwedî sekneke hîn xurtir. Bi taybetî divê ciwan bi erka xwe ya pêşengiyê rabin.

'GERÎLA WÊ RÊ NEDE DAGIRKERIYÊ'

Têkoşîna gerîla, têkoşîna PKK û PAJK'ê ev rejîm anî ber hilweşînê. Yên ku temen danîn pêşiya me, yên ku her roj li ser medyayê digotin 'diqedin, wê biqedin' ew kes in ku ji dîrokê qet ders wernegirtine. Têkoşîna azadiyê ya vî gelî gelek desthilatdar hilweşand. Ev tevger nasnameyeke. Di şexsê PKK'ê de rêxistinbûna azadiyê ya gelekî ye, nasnameya azadiyê û berxwedana gelekî ye. Şerê herî bi rûmet ê civakekê ye ku koletiyê, heqaretê û zilmê qebûl nake. Nepêkane ku kes karibe vê biqedîne.

Gerîla wê rê nede dagirkeran. Ev berxwedan wê dawî li rejîma faşîst a AKP-MHP'ê bîne. Nîv sed sal in em li dijî vê sîstema hov û qirker li ber xwe didin. Em hewl didin welatê xwe, gelê xwe biparêzin û jiyaneke azad biafirînin."