Moînî: Ev şerê azadîxwaziyê ye ku desthilat tirsandiye

Hevserokê PJAK'ê Siyamend Moînî bal kişand ser zext û girtinên dema dawî yên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û got, "Armanca Îranê ew e ku çavê civakê bitirsîne."

Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Siyamend Moînî derbarê pêla girtina Kurdan ku ji aliyê rejîma Îranê ve vê dawiyê destpê kiriye, her wiha guhertinên gengaz û rola Kurdan û gelên Îranê ya di vê pêvajoya dîrokî de ji ANF'ê re axivî.

Rejîma Îranê dest bi pêla destgîrkirina çalakvan, xwendekar û welatiyên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê kiriye. Li pişt vê tirsa rejîmê ya ji Kurdan rastiyek çawa heye? Li hemberî van êrîşan çi dikare bê kirin?

'ARMANC TIRSANDIN E'

Pêla destgîrkirina çalakvanên sivîl, siyasî û jîngehparêz ên li Rojhilatê Kurdistanê di çarçoveya siyaseta dijîmirovî û şovenîzmê ya rejîma Îranê tê kirin. Armanceke rejîma Îranê ya ji wê siyasetê ew e ku tirsê bixe dilê gelê Kurdistan û gelên Îranê. Di karnameya Komara Îslamî ya Îranê de kuştin û komkujiya li ser gelê azadîxwaz ê Kurdistanê para xwe ya sereke hebûye û di nava zêdetirî 40 salên desthilatiya xwe de li hemberî tevgera azadîxwaziyê bi berdewamî teror, tirs û bê îradekirina gel bûye beşekî sereke ya siyasetên vê desthilatê tund û mafyayî.

Desthilatdarên Îranê bi çavekî şoven û ewlekariyê li gelên Belûç, Ereb, Tirkmen, Azerî û Kurd nihêrîne. Li gorî navendê, bi awayekî eşkere xuya dibe ku gelê Belûç, Ereb û Kurd zêdetir berdêl dane û zextên li ser wan gelan zêdetir li ber çavan e. Li gorî raporên rêxistinên mafên mirovan rêjeya girtin û sêdarekirinê ya Kurd, Belûç, Azerî û pêkhateyên din zêdetir e û ev jî nêrîna şovenîst a vê desthilatê nîşan dide.

'LI BER RABE Û BIBE XWEDÎ HELWEST; LI DORÎ PRADÎGMAYA AZADIYÊ BIBE YEK'

Li hemberî van êrîşan pêwîste gelê Kurd bi yekrêzî xwe biparêze û li dijî wê destdirêjiya desthilatdarên Îranê ya li ser civaka Kurdistanê bêxem û helwest nebe. Divê bi her awayî nerazîbûna xwe nîşan bide û ji desthilatdarên şovenîst re îsbat bikin ku civak û girseya Kurdistanê zindî ye û zilm û bê edaletiyê qebûl nake. Bi giştî gel dikarin serdana malbatên girtiyên siyasî bikin û di vê pêvajoyê de wan bi tenê nehêlin. Ev yek şêwazeke têkoşîna li dijî zilm û zora dezgehên rejîma Îranê ye. Di dema guncav de xwepêşandan û nerazîbûn bên lidarxistin û bi vî şêwazê zordarî neçarî paşve gav avêtinê bikin. Pêwîste her kes vê yekê baş bizane, heta ku ev sîstema serwer hebe û gel xwe bi rêxistin nekiribe wê zilm û êrîş li ser kerameta tak û civakê bidome. Ji ber wê pir girînge ku tevî hemû kêm û kurtiyan, pêwîste gel li dora paradîgma azadiyê xwe rêxistin bike û ji bo guhertinên paşerojê xwe amade bike.

Piştî guhertina rêveberiya DYE’ê hevsengiyên ku li dora Îranê hebûn wê çawa bên guhertin? Guhertinên çêbibin jî wê bandoreke çawa li siyaseta Îranê bike?

'TI CARÎ SIYASETA EMERÎKA YA LI BER ÎRANÊ NEHATIYE GUHERTIN'

Bi giştî siyaseta derve ya Emerîka ya li hemberî Îranê eşkere ye û heta îro jî planeke wî ya ji bo guhertina desthilatdariya Îranê nebûye. Çi dema Obama û çi di dema Trûmp de projeyeke wan a bi gotina wan 'change regime' li holê nebûye, belku armanca Emerîka guhertina siyaset û nêzîkatiyên Îran ya li herêmê ye. Lê belê ev yek nayê wê wateyê ku di siyaseta giştî ya Emerîkayê de paqijkirin û guhertina wan serdestan nehatibe rojevê.

'A GIRÎNG LI VIR HELWEST Û HEWLDANÊN GEL E'

Dibe ku welatên hegemon di danûstandinên herêmê de yên  ji bo berjewendiyên xwe xwedî rol in û wê dema pêş jî heya astekê rolê wan hebe, lê ya girîng ew e ku em bi ezmûneke dîrokî re rû bi rû ne û diyarbûyîna meyla guhertinan girêdayî helwest û hewldanên gel e. Eger bi xwendineke rast û li ser bingehê rewşa heyî bi rengekî hişyar tevger çêbibe, di wê baweriyê de me ku wê derfeteke zêrîn ji bo Rojhilatê Kurdistanê çêbibe û bi giştî bendewariya min paşerojeke baş e.

'HER BIÇE WÊ ÎRAN HÊZA XWE WINDA BIKE, SERHILDANÊN GEL ÊN MÎNA SALÊN 1999'AN PÊK WERE'

Di wê baweriyê de me ku Joe Bîden wê zextên xwe li ser Îranê bidomîne û heta di hin aliyan de wê zextan zêdetir jî bike. Di rewşa îro ya Îranê de ku qeyran li pey qeyranan tên, beşeke mezin ji pêkhateya sîstema desthilatdarên dîktator xwe paş ve kişandine û roj bi roj rewabûniya olî, siyasî û civakiya xwe ji dest dide, tenê hêza serkutker dibe hêz û piştevaniya wan ku ew jî demdirêj bê bandor dibe. Bingeha sereke ya vê sîstemê, hêza xwe ji Wîlayetî Feqîh û saziya Çavdêriya Damezrandinê digre û ev sîstem û nêrîna dogmatîk nikare bi ti hêz û heta Emerîka re bide û bistîne û li ser pirsgirêkên fûzeyên dûravêj, krîz û dewlemendkirina enerjiya atomî li hev bikin. Heta wê dema pêş Îran piştevaniya welatên Ewropayî ya heyî û di dawiyê de jî ya Rûsiyê ji dest bide û êdî divê ji bo cara dawî şûşeya jehrê vexwe. Li wê derê girîng e ku serhildana gelên Îranê ya mîna sala 1999 dubare bibe û gelê azadîxwaz di guhertinan de xwedî rola sereke be.

Di vir de Kurd divê pozîsyonek çawa esas bigre?

'DIVÊ KURD JI HER TIŞTÎ RE AMADE BE, JI BO HER PÊŞKETINEKÊ XWE BI RÊXISTIN BIKE'

Pêwîste Kurd ji niha ve xwe ji bo guhertinên paşerojê re amade bike û di her pêşketineke gengaz de bi şêwazeke zanistî û rêbazê demokratîk xwe rêveberiyeke xwecihî misoger bike û hêza parastina wê destketa dîrokî ava bike. Ew jî tenê bi hêza rêxistinbûyî, bi bawerî û xwendinekî zanistî ya li ser esasê siyaseta real a herêmê û stratejiya azadiyê ve dikare bi rengekî serketî bi pêşve biçe.

Bi polîtîkaya sed sal beriya niha ve ne pêkane ku gelê me di wê pêvajoyê de serketinê bi dest bîne. Ji ber wê girînge ku her takê Kurd di vê pêvajoyê de rola xwe ya dîrokî bilîze. Ji bo ku ew derfete vala neçe divê em hemû ji bo bilindkirina vîna civaka Rojhilatê Kurdistanê xwedî hizra hemdemî û vîna azad bin. Têbikoşin û bi tolerans, bi li hev têgihîştin û heskirina ji bo azadiya welatê xwe têbikoşin û dijminê azadiyê binasîn û li hemberî wê şer bikîn.

Beriya niha yek du caran ji aliyê Tevgera Azadiyê ya Rojhilatê Kurdistanê ve deklerasyon hatibû dayîn, lê rejîma Îranê bersivek erênî nîşanê wê nedaye. Ger Îran di vê siyaseta înkar û îmhayê de israr bike wê bi aqubeteke çawa re rû bi rû bimîne?

'EM TIM JI BO ÇARESERIYÊ AMADE NE, LÊ ÎRAN LI BER NAYÊ; JI BO VÊ EM NEÇARIN JI BO ÇARESERIYÊ TÊ BIKOŞIN Û RÊBAZÊN HEYÎ BIKAR BÎNIN'

Tevgera me ji bo çareseriya nakokiyan her tim li pey şêwazê diyalogê bûye. Pirsgirêka Kurd ya li Rojhilatê Kurdistanê pirsgirêkek siyasî ye û pêwîste bê çareserkirin.

Komara Îslamî ya Îranê nikare yan jî naxwaze pirsgirêka gelê me çareser bike û ev nêzîkatiya Îranê ya li hemberî gelê Kurd nayê qebûlkirin. Wê gelê me di pêvajoya guhertinên li herêmê de ji bo peydakirina çareseriyê di nava lêgerînê de be. Di wê baweriyê de me ku di asta rejîma ku niha li Îranê serwere de ti derfetek ya diyalog û çareseriya pirsgirêka Kurd nîne. Ji ber wê gelê Kurd neçare ji bo peydakirina rêbazeke guncav ya ji bo derbaskirina wê rewşê di lêgerînê de be. Gelê Kurd mafê xwe dibîne ji bo çareserî û gihîştina azadî û parastina kerameta xwe ya neteweyî metod û hevpeymaniyên stratejîk li herêmê destnîşan bike û bêxe meriyetê.

'JI BO ERDNÎGARIYA ÎRANÊ SÎSTEMA HERÎ GUNCAV; RÊVEBERIYA DEMOKRATÎK E'

Îran a piştî Komara Îslamî, her cûre sîstemekê bixwaze hilbijêre jî nikare bêyî li berçavgirtina daxwazên gelê Kurd serketî be. Ji ber wê jî girînge ku ji niha ve bê destnîşankirin ku êdî rêvebirina Îranê bi hişmendiyeke şovenîstî nikare bibe bersiv, gelên azadîxwaz vê şêwazî qebûl nakin û wê li dijî raweste. Ji ber wê em di wê baweriyê de ne ku di erdnîgariya Îranê de şêwazê herî guncav û demokratîk heman sîstema xwe rêveberiya demokratîk e û ev sîsteme dikare bingeha guncav ya ji bo demokratîzekirina herêmê ava bike.

Di çarçoveya pêngava 'Dem, dema Azadiyê ye' de ya di xweseriya Rojhilatê Kurdistanê de hatî destpêkirin asta tevlîbûn û pêşwaziya gel û aliyê siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê çawaye?

'GEL XWAZYARÊ AZADIYÊ YE, LI PEY DIGERE Û JI BO WÊ JÎ AMADE YE BERDÊL BIDE'

Civak zindî ye û her tim di nava lêgerîna azadiyê de ye. Dewletên dîktator û sîstemên kevneperest li pêşiya civakê astengî çêdikin û nakokiyan derdixin. Li ser vê bingehê berdewam di navbera desthilat û civakê de şer heye. Gel xwaziyarê azadiyê ye û li pey digere û ji bo wê amadeye ku berdêlên giran jî bide. Desthilata dîktator jî di nava hewldana parastina berjewendiyên elîtekî diyarkirî de ye. Gelek car ku pêwîst bûye berteka gel a li hemberî zordariya desthilatdaran bûye sedem ku desthilat ji zêdexwaziya xwe gav paşve biavêje. Pir caran jî çêbûye ku desthilat ji hêza gel tirsiya ye û bi şêwazekî hewl daye ku vîna gel bişkîne.

'ARMANC ÇAVTIRSANDIN E'

Di vê pêvajoya dawî de Komara Îslamî ya Îranê dest bi êrîşeke berfireh ya li ser çalakvanên sivîl û jîngehparêz kiriye û bi dehan kes xistiye girtîgehan û bêrêzî li wan dike. Ew girtinane hem bi armanca tirsandina civakê ye, ji bo ku civak hizra xwe rêxistinkirinê neke. Di heman demê de ji pêşengên civakê re sînor daynin û çavên wan bitirsînin ku nekaribin pêşengtiya civakê bikin. Di rastiyê de ev şerê azadîxwaziyê ye ku desthilat tirsandiye û bi vî şêwazê dixwaze gav bi paşve bi gel bide avêtin û kontrola qadê di destê xwe de bigre. Dixwazim wê bêjim ku tu sîstemek nekariye bi kuştin û terorkirina civakê re, desthilatiya xwe demdirêj bi parêze. Ji ber wê girînge, civaka Rojhilatê Kurdistanê çiqasê zêdetir xwe bi rêxistin bike wê ew qas gav bi paşve bi zêdexwaziyên desthilat bide avêtin. Her wiha ew qasê jî nêzîkê gihîştina azadî û kerameta mirovî dibe.