Mala xwe kire dîwanxane

Dengbêj Ismaîl Seyranoglu odeyeke mala xwe kire 'dîwanxane'; ji 10 salî heta 22 saliyan şagirtên wî hene.

Dengbêj Ismaîl Seyranoglu ê Colemergî ku li Wanê dijî, ji bo rêz û rêçika dengbêjiyê bide jiyîn li Wanê 'dîwanxane' vekir. Seyranoglu li vir hem onlîne dersan dide. Ji 6 salî heta bi 22 saliyan şagirtên wî hene.

Seyranoglu got dengbêjî ne karekî wiha ye ku pê pere tê bidestxistin û got, ''Ev rêz û rêçikek e, mîrateyek e, çanda me ye ku ji bav û kalan maye. Ên ku hay ji vê raçînka çandî hene girîngiyê pê didin.''

Seyranoglu got bi populîzmê ev rêz û rêçik hatiye jibîrkirin, dengbêjî gencîneyek e. Seyranoglu got, ''Dengbêjî ji bo min tê maneya rengan. Tê maneya rûberê, dîroka wê, navê ji bo me gencîneyek e ku di klamên dengbêjiyê de veşartiye.''

Seyranoglu diyar kir li dijî asîmîlasyona çandî helwest daniye û got, ''Dema ku bi navê dengbêjiyê perwerdehiya dengbêjiyê didim zaroyekî 10 salî, wê demê dibînim ku li dijî asîmîlasyonê xwedî helwesteke çawa me. Çanda min, zaroktiya min dimire, li dijî vê heta mirinê ez ê dersan bidim.''

Seyranoglu got,''Divê em li ser dengbêjiyê rawestin. Niha bi dengekî bêrih dikarim hin gotinan bibêjim lê ev ne dengbêjî ye. Divê em xwe bigihînin raçînka çandî ya peyvan ku dengbêjan bi sedan salan e gotine. Em di wan klaman de wêje, dîrok, huner û Kurdiya dêrîn dibînin. Ez ê şagirtên xwe zêdetir bikim.''