Li Xarpêtê bi pileya 6.8 erd hejiya-NÛ BÛ

Li Xarpêtê bi pileya 6.8 erd hejiya. Edhej li  bajarên derdorê jî hatiye hîskirin. Di erdhejê de li Xarpêt û bajarên derdorî wê bi giştî 6 kes mirin.

Resedxaneya Kandîlliyê ragihand ku îro saet li dor 20.55'an li navçeya Sîvrîce ya Xarpêtê erdhej çê bûye û hêza wê 6.8 pile bû. Erdheja ku li bajarê derdor jî hate hîskirin, ziyan gihiştin avahiyan.

Bi hîskirina erdhejê re gel daketin qadan.

Erdhej li Amed, Mêrdîn, Êlih, Şirnex, Çewlik, Dersim, Semsûr û Meletiyê jî hatiye hîskirin.

Li gorî agahiyên destpêkê ziyan gihiştine gelek malan û hilweşiyane, li Xarpêt û bajarên derdorî wê bi giştî 6 kes mirin. Her wiha têkildarî birîndaran ti agahiyek nehat parvekirin.

Erdheja ku li navenda Meletiyê hate hîskirin, camên hinek mal û kargehan şikestin, li hinek avahiyan jî qeşên mezin derketin.