Li Rûsyayê pîrozbahiyên 8'ê Adarê

Li gelek herêmên Rûsyayê, jinên Kurd 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarê yên Cîhanê pîroz kirin.

Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî (TJKN) ku saziya jinên Kurd a li Rûsyayê ye, li gelek herêmên Rûsyayê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi çalakiyan pîroz kir.

Li paytext Moskowayê li Mala Kurdan pîrozbahiyê bi nîşandana sînevîzyona li ser Têkoşîna Azadiyê ya Jinên Kurd dest pê kir. Piştre Seroka Organîzasyona Jinên Kurd a Moskowayê Tara Qadir destnîşan kir ku têkoşîna jinên Kurd rêya azadiyê ye ji bo jinan hemûyan.

Qadir diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan afirînerê têkoşîna jinê ye û bi felsefeya xwe ya ji bo azadîparêziya jinê afirandiye li cîhanê deng vedaye.

SARATOV

Qadeke din a pîrozbahiyê herêma Saratovê bû. Li navçeya Yerşovê ya herêma Saratovê li Mala Çanda Kurd jinên Kurd li hev civiyan û 8'ê Adarê pîroz kirin.

Hunermendên Kurd ên xwecihî hunera xwe pêşkêş kirin. Jinan jî li ber stranên wan govend gerandin.

MÎÇÛRÎNSK

Li navçeya Mîçûrînskê ya herêma Tambvê jî jinên Kurd bi daxuyaniyekê 8'ê Adarê pîroz kirin.

Hevseroka Meclîsa Jinê Fatma Kasoeva diyar kir ku bi saya têkoşîna jinên Kurd li Rojhilata Navîn û Kurdistanê hêzên paşverû hatin lawazkirin.