Li Nisêbînê êrîşî goristana Êzidiyan kirin

Goristana 300 salî ya Êzidiyan li Nisêbînê hate talankirin.

Goristana Hesen Beg Êzidî ya 300 salî ku  li taxa Mezre Mihoka (Çilesiz) a li herêma Çiyayê Bagokê û herêma Êzidî lê dijîn a girêdayî navçeya Nisêbîn a Mêrdînê hate talankirin. Kevirên goristanan û mermerên ku navên kesên jiyana xwe ji dest dayin li ser nivîsî şikandin û hinek sembolên Êzidiyan jî parçe kirin. Di nava sembolên Êzidiyan yên hatîn parçekirin de sembolên pîroz yên rojê û melekê tawuz hebûn.