Li Hesekê di êrişan de 3 sivîl û endamekî hêzên ewlekariyê şehîd bûn

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku li Hesekê di êrişan de "sê sivîl û endamekî hêzên ewlekariya hundirîn şehîd bûne."

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî bûyerên dawî yên li derdora girtîgeha Xiwêran û operasyonên li dijî çeteyên DAÎŞ'ê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Komeke endamên şaneyên DAÎŞ'ê doh bi şev êrişî girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêranê kir. Destpêkê erebeyeke bombebarkirî teqandin û endamên şaneyan di nav taxên nêzî girtîgehê de belav bûn. Piştre êrişî hêzên ewlehiyê yên berpirsên parastina girtîgehê kirin, da ku çeteyên DAÎŞ'ê yên di girtîgehê de îsyan kiriye, birevînin.

Hêzên me bi piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) êrişên çeteyan têk birin û dest bi operasyonên lêgerînê kir.

Di encamê de 7 endamên me birîndar bûn, endamekî me Xalid Ilêwî şehîd bû. Her wiha 3 sivîl bi destê DAÎŞ'ê hatin şehîdxisitn, dema ku çeteyan hewl dida xwe di nav taxên nêzî girtîgehê de veşêrin.

Hêzên me taxa Xiwêran bi temamî dorpêç kir. Me li taxê û taxên derdorê operasyonên lêgerînê dan destpêkirin. Operasyonên me heta girtina hemû çeteyan wê berdewam bikin. Em soz didin gelê xwe ku şopdarên rêya şehîdan bin da ku ewlehiya li herêmê biparêzin."