Li Herneyê tundiya polîsên a li ser malbata Kurd

Li DYE'yê ku li dijî tundiya polîsan ev ji heftyekê zêdetir e çalakî didomin, vê carê li Elmanya li bajarê Herneyê polîsan Elman tundî tundî li malbateke Kurd kir.

Li gorî nûçeyeke Yenî Ozgur Polîtîkayê 29'ê Gulanê polîsan derb li Okyay û Tarzan Kiliç ên bira dan. Di dîmenan de tê dîtin li gel ku berxwedaniyeke li dijî polîsan nîne jî bi ço û bi gaza îsotê polîs êrîşê tînin ser du birayan.

Tarzan Kiliç ku ji rojnamayê re axivî got polîsan ti tişt ji wan nepirsiye û êrîş anîne ser wan.

Kiliç got, roja bûyerê dema ku wan nekarîna meseleya di navbeyna xwîşka wan û kurê wê de çareser bikin bang li polîsan kirine, dema ku ji bo ku pêşwazî li polîsan bikin ew li hêviya polîsan bûn polîsan êrîş anîne ser wan.

Polîs îdîa dikin ku Kiliç agresîf bûye lê dîmen polîsan li derewê diqelibînin.

Kiliç jî got ew ne agresîf bûye, hewl dida ku meseleyê bi polîsan bide fêhmkirin, hewl dide bide fêhmkirin ku kesê li polîsan geriyayî ew e.

Di dîmenan de tê dîtin li gel ku destên Kiliç ji pişt ve gihandine hev jî bi ço êrîşê dibine ser û gazê bi ser de dikin. Kiliç li erdê ye lê dîsa jî derban lêdixin.

Her wiha tê dîtin ku pehînan li xwîşka wan Beser Okyay jî dixin, Okyay dikeve erdê û pêlê dikin.