Li Heftanîn û Amanosan çalakiyên gerîla

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku li Heftanîn û Amanosê di çalakiyên gerîla de herî kêm 3 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Di çarçoveya Pêngava Cenga Heftanînê de ku li herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike, hêzên me 27'ê Gulanê saet di 14:00 de li yekîneyên dijmin ên li ser Girê Partîzan xistin. Derbên giran li çeper û stargehên dijmin hatin xistin, lê hejmara leşkerên ku di çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.

Artêşa TC a dagirker 27'ê Gulanê li bejahiya navçeya Payas a Hatayê dest bi operasyonekê kir. 28'ê Gulanê saet di 09:00 de hêzên me li yekîneya operasyonê xist û di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji herêmê rakir û çarçoveya operasyonê berfireh kir.

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de 28'ê Gulanê saet di 17:00 de li herêma Kato Xelîla ya navçeya Şaxê ya Wanê, li dijî leşkerên li ber çêkirina qereqoleke li qada Çelê Buka bûn, çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de 2 leşker ji yekîneya dijmin hatin kuştin.

Hêzên me yên YJA Starê 24'ê Gulanê saet di 21:30'î de li qada Şehîd Ferhat a navçeya Licê ya Amedê li dijî stasyoneke bazê ya li gundê Hindivê çalakiya sabotajê kirin û di encamê de stasyona bazê îmha kirin.

Hêzên me yên YJA Starê 25'ê Gulanê li nêzî gundê Mizakê yê li qada Şehîd Ferhat li dijî stasyona bazê çalakiya sabotajê kirin û di encamê de stasyona bazê îmha kirin.

ÊRIŞÊN BI BALAFIRÊN ŞER ÊN LI QADÊN GERÎLA

Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker êrişên hewayî birin ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. Di vê çarçoveyê de;

Artêşa TC a dagirker ji 25'ê Gulanê ve qadên Şêxzade, Kolik û Sinînê yên herêma Xakurkê her roj bombe dike. Di bomberadûmana 28'ê Gulanê de zerar li bax û baxçeyên gundiyan bû, her wiha sivîlekî li baxçeyê xwe bû birîndar bû.

Balafirên şer her wiha 28'ê Gulanê saet di 09:30'î de qada Werxelê ya herêma Zapê û saet di 17:45'an de jî qada Tepê Sor a herêma Avaşînê bombe kirin.

Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehatiye."