Li Girtîgeha Tîpa M a Wanê li dijî şewbê girtî serî hildan

Ji ber şewba Covîd-19 girtiyên li Girtîgeha Tîpa M a Wanê daxwaza berdanê kirin, serî hildan. Hate ragihandin ku li girtîgehê şewat derketiye.

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa M a Wanê ku ji ber vîrûsa Korona li benda berdanê bûn, lê nehatin berdan îsyan kirin.

Piştî şewata derxistin fîtik û dengê qêrînê li taxên derdorî girtîgehê bi zelalî hatin bihîstin.

Polîs û jendermeyên rejîma Tirk ketin tevgerê, ambulans û wesayîtên agir vemirandinê jî ber bi girtîgehê ve ketin tevgerê.