Li Colemêrgê li dagirkeran hate xistin, li Bedlîsê sê gerîla şehîd bûn

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku hêzên wan li Çelêya Colemêrgê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistine. HPG’ê diyar kir ku li Bedlîsê sê gerîla di êrîşa hewayî de şehîd bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di 2’ê Hezîranê de saet di 12.00’an de hêzên me li dijî artêşa Tirk a dagirker ya li Girê Stûna ya Çelêya Colemêrgê çalakiyek li dar xist. Hêzên me bi awayekî xurt li çeper û stargehên dijmin da. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatin tespîtkirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me di 2’ê Hezîranê de li dijî artêşa Tirk a dagirker hin çalakî li dar xistine. Di vê çarçoveyê de;

Hêzên me saet di 09.50’an de li qada Tepê Xwedê ya Avaşînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê yekîneyên artêşa Tirk a dagirker kirine hedef. Hêzên me bi awayekî xurt li çeper û stargehên dijmin da. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatin tespîtkirin.

Saet di 11.45'an de hêzên me yên YJA Starê li qereqola Zevkê ya Şemzînana Colemêrgê wesayîta zirxî ya panzêr kiriye hedef. Bi awayekî xurt li vê wesayîtê hatiye xistin, ev wesayît îmha bûye, hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.

SÊ GERÎLA ŞEHÎD BÛN

Di 31’ê Gulanê de artêşa Tirk a dagirker di navbera qadên Şehîd Mizgîn û Şehîd Cûma ya Bedlîsê de êrîşeke hewayî li dar xistiye. Di vê êrîşê de sê hevalên me şehîd bûne. Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:

Nasnav: Kendal Cûdî

Nav û paşnav: Veysel Altûn

Cihê jidayikbûnê: Bedlîs

Navê dê û bav: Memîhan - Naîf

Dîrok û cihê şehadetê: 31’ê Gulana 2020’an - Bedlîs

 

Nasnav: Mazlûm Xerzan

Nav û paşnav: Veysel Kaya

Cihê jidayikbûnê: Êlih

Navê dê û bav: Sulhiye - Şukrî

Dîrok û cihê şehadetê: 31’ê Gulana 2020’an - Bedlîs

 

Nasnav: Şoreş Tetwan

Nav û paşnav: Adem Çelebî

Cihê jidayikbûnê: Bedlîs

Navê dê û bav: Ferîde - Mûhsîn

Dîrok û cihê şehadetê: 31’ê Gulana 2020’an – Bedlîs

Rêhevalên me Kendal, Mazlûm û Şoreş li dijî qetlîamên dewleta Tirk a dagirker di demên cihê de tevlî nav Tevgera Azadiyê bûne. Ev rêhevalên me ji dil û can girêdayî nirxên gelê Kurdistanê ne, ji bo parastina van nirxan û pêkanîna azadiyên gelê Kurdistan bêyî rawestan têkoşiyane. Ev rêhevalên me bi ked û fedakariya xwe bûne milîtanên Rêber Apo. Her sê hevalên me yên fedaî yên ku li Xerzanê bi awayekî çalak tevlî nav şer bûne, derbên giran li dijmin xistine û li çiyayên Kurdistanê li dû xwe şop hiştine. Em rêhevalên xwe Kendal, Mazlûm û Şoreş bi hurmet bi bîr tînin, malbatên rêhevalên me di serî de, em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê re dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê alaya têkoşînê ya şehîdan bigihînin serfiraziyê.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

Balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên hewayî kirine. Di vê çarçoveyê de

Di 2’ê Hezîranê de balefirên şer saet di 15.00’an de Cîloya Biçûk, Karker û Tepê Cehennemê ya Zapê, saet di 21.30’an de Girê Hekkarî yê Metînayê, saet di 22.30’an de jî Geliyê Basya ya Avaşînê bomberdûman kirine. Di van bomberdûmanan de tiştek bi hêzên me nehatiye.