Li Beyrûtê du teqînên mezin pêk hatin: Gelek kes mirin û birîndar bûne

Li herêma perav a paytexta Lubnan Beyrûtê tu teqînên bihêz pêk hatin. Gelek kes mirin û bi sedan kes jî birîndar bûne.

Li herêma peravên Beyrûtê du teqînên bihêz pêk hatin. Hate ratihandin ku di encama teqînê de gelek kes mirine û sedan kes jî birîndar bûne.

Têkildarî teqîna ku li herêma perav a bajêr pêk hat, ti daxuyaniyek nehate dayîn, deng li hemû bajar hate bihîstin.

Ji ber teqînê şibake û camên dikan, cihên kar û avahiyên bi kêlometreyan dûr jî bûn, şikestin.  Li cihê teqînê dûyên reş bilindbûne.

Hate ragihandin cihê ku teqîn lê pêk hatiye hemû hilweşiyaye. Çapemeniya xwecihî dîmenên kesên bi xirbeyan de mane asê hatin parvekirin.