Li dijî koledarî û dagirkeriyê berê xwe da Şengalê

Şahîn Cûdî yek ji wan mirovan bû ku di fermana 74'an de bi hawara civaka Êzidî ve beziya. Heta şehadeta xwe ji bo azadiya gel û Rêberê xwe şer kir.

Dema ku çeteyan li Şengalê ferman rakirin, yên ku bi xwe gihandina hawara civaka Êzidî Hêzên Parastina Gel (HPG) bû. Ji rizgarkirina bi hezaran jinan re, ji paqijkirina xaka Şengalê re bûn pêşeng.

Ji bo parastina gelê xwe ji çeteyên DAÎŞ'ê, bi rengekî canbexşane berê xwe dan Şengal a pîroz.

Hema ji her parçeyên Kurdistanê hatin û piştî biryara parastina Şengalê ya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê çenteyê xwe dan pişta xwe, çeka xwe avêtin milê xwe û bi agirê azadiyê yê dilê xwe berê xwe dan çiyayê Şengalê. Şahîn Cûdî-Metîn Acet jî yek ji wan şervanan bû.

'AZADIYA RÊBER APO YA HERÎ GIRÎNG E'

Di 1'ê Çileya 2013'an de tevlî nava refên gerîla bû. Beriya ku berê xwe bide Şengalê wiha digot:

"Ez ji Cizîrê tevlî nava refên partiyê bûm. Di 1'ê Çileya 2013'an de hatim çiyê. Hatim nava saleke nû, jiyaneke nû. Ya rast, bi taybetî piştî esareta Rêber Apo ji bo bidestxistina azadiyê tevlî nava refên partiyê bûm. Di nava xizmên me de yên şehîd bûn hene, ji bo hilanîna tola wan, ji bo azadiya gelê xwe tevlî bûm. Azadiya Rêber Apo ji bo min a herî girîng e."

YEKANE ARMANCA XWE AZADÎ BÛ

Ji bilî azadiya gelê xwe û Ocalan armanceke xwe nebû û strana "Ji tîrêjên roja azad gul bişkivîn" timî li ser zimanê wî bû. Di dema pêngava azadkirina Şengalê de Şahîn Cûdî rojên destpêkê yên meha Çileyê jiyana xwe ji dest da. Di heman pêngavê de gerîlayê HPG'ê Siyawej Miradiyan bi nasnav Şerbek jî tevlî karwanê nemiran bû ku li bajarê Mahabadê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû û ji wir tevlî nava refên azadiyê bû."