Li Bayernê qedexeya YPG/YPJ’ê rabû

Li Eyeleta Bayern a Elmanyayê ku pir siyaseta krîmînalîzekirineke zêde li ser Kurdan û dostên wan tên kirin, Dadgeha Bilind biryar da ku bilindkirina alên YPG/YPJ’ê ne sûc e.

Li Eyaleta Bayren a qanûnên ‘polîsên dewletê’ ya li Elmanyayê tê birêvebirin, têkoşîna hiqûqê ya gelê Kurd û dostên wan serketinek mezin bi dest xistin. Di rûniştina Kurdistaniyê bi navê Kemal Goktepe de ku ala YPJ’ê ya hêza parastina jinê ku li Rojavayê Kurdistanê bilindkiribû polîsan cezayê pere lê birînbû, dadgeha bilind a eyaletê biryarek da ku li hemû Elmanyayê jî bikeve meryetê.

Lêpirsîna derbarê Goktepe de piştî dagirkeriya dewleta Tirk a sala 2018’an a li ser Efrînê hatibû kirin û şûnde destpê kiribû. Dema ku piştgirî dida berxwedana YPG/YPJ’ê bi hinceta ku ala YPJ’ê hildaye, Wezareta Karê Hundir a Federal 2’yê Adara 2017’an bi giştînameya ku belav kiribû hildana ala YPJ’ê qedexe ye, bi daxwaza 2400 euro cezayê pere doz hatibû vekirin. 13’ê Hezîrana 2019’an li Munîhê dadgeha xwecihî biryar dabû.

DADGEHÊ GIŞTÎNAMEYA QEDEXEYÊ CIDÎ NEGIRT

Dozgerê Munîhê li dijî girtina dozê bê ku cezayê pere bê dayîn, biryar bire temîziyê. Dadgeha Bilind a Eyaleta Bayernê têkildarî doza ku komeke girseyî dişopand, biryarek dîrokî da ku ne tenê li vê eyaletê, li gelemperiya Elmanya ji bo yên ku destekê dide berxwedana Rojava û têkoşîna azadiya kurd eleqedar dike.

Heyeta dadgehê ya ku hemû hincetên dozgeriya Munihê red kir, diyar kir ku alên YPG/YPJ’ê ne sûc e. Dadgehê anî ziman ku YPJ ne organîzasyonek ya girêdayî PKK’ê ku ji sala 1993’an û vir ve li welat qedexe ye, dîsa di bûyerê de ku ala YPJ’ê hatiye hildan propagandaya PKK’ê nehatiye kirin, tê wateya piştevanîirina herêmên Bakurê Sûriyeyê.

Yek ji detayên din ê Dadgeha Bilind a Eyeleta Bayrnê ew e ku îfadeyên têkildarî giştînameya Wezareta Karê Hundir a 2’yê Adara 2017’an ku alên YPG/YPJ’ê jî di nav de gelek sembol qedexe kiribûn hebû. Dadgehê destnîşan kir ku di giştînameya ku mijara gotinê ye, di warê hiqûqê de ti cihê xwe nîne, diyar kir ku tenê nivîseke ya wezaretê ye.

DARBEYEK LI SIYASETA DIJMINAHIYA KURD KET

Eyaleta Bayern a liyê Yekîtiya Sosyal a Xiristiyan ku ‘partiya xwişk-bira’ ya Yekîtiya Demokratên Xiristiyan a partiya Serokwezîr Angela Merkel ve tê birêvebirin, bi hinceta alên YPG/YPJ’ê dîsa posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li dijî aktivîstên ku piştevaniya têkoşîna azadiya gelê Kurd dike, bi siyaseta xwe ya li hemberî wan tê nasîn. Yekîneyên polîsên girêdayî Miduryeta Emniyetê ya Munihê bi taybet di nava 3 salên dawî de ji ber hildana alên YPG/YPJ’ê û li ser tevnên dijîtal parvekirinan davêjin ser gelek malan.

Berî vê biryara Dadgeha Bilind a Eyeleta Bayernê polîs û dozger di lêpirsînên derbarê aktivîstan de hatibûn vekirin, ji aliyê dadgehê ve cezayê pere lê dihatin birîn. Tevî lêpirsîn û zextên yekîneyên ewlekariya Eyaleta Bayernê jî di serî de li eyaletê û desteka ji bo YPG/YPJ’ê û tevgera azadiya Kurd zêde dibe û didome.