Li Amedê mîtînga 8'ê Adarê dest pê kir

Mîtînga 8'ê Adarê ku bi pêşengiya DAKP'ê li qada Stasyonê pêk tê, bi tilîliyên jinan dest pê kir.

Mîtînga 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ya li Amedê bi pêşengiya Platforma Jinê ya Dîcle Amedê (DAKP) bi dirûşma "Em li dijî qirkirina jinê, jiyanê diparêzin, li dijî tecrîdê jî azadiyê diparêzin" li qada Stasyonê pêk tê.

Nûnerên pêkhateyên DAKP'ê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Jinên Ciwan a HDP'ê, Meclîsa Jinên Pêşverû, Komeleya Jinê ya Rosa, Akademiya Jinê û gelek rêxistinên jinan tevlî bûn.

Parlamenterên HDP'ê yên Amedê Remziye Tosûn, Semra Guzel, Dersîm Dag û endamên Konfederasyona Sendîkayên Karker ên Şoreşger (DÎSK), Yekîtiya Odeyên Mîmar û Endezyaran a Tirk (TMMOB), Komeleya Hiqûqnasan ji bo Azadiyê (OHD) û Partiya Karker a Tirkiyeê tevlî çalakiyê bûn.

Qada stasyonê bi rengên kesk, sor, zer, mor û spî hate xemilandin. Li gelek cihên qadê jî pankartên bi nivîsa "Kuştin, destavêtin û destdirêjiya li jinê polîtîk e", "Ji bo jiyaneke azad û wekhev em xwedî li jiyana xwe derdikevin", Peymana Stenbolê jiyanê diparêze", "Ji bo azadiya jinê û xwezayê em jiyana ekolojîk diparêzin", "Ji bo girtiyên jin edalet" hatin daliqandin.

PROVOKASYONA POLÎSAN

Polîsên Tirk kolanên Akkoyûnlû û Stasyonê yên berê wan li qada çalakiyê ne, bi bendan girtin. Li çar deverên ketina qadê bi sedan polîs, bi dehan wesayitên destgîrkirinê û wesayitên zirxî hatin bicihkirin. Bi kontroleke tund jin derbasî qadê bûn.

JIN TÊN QADÊ

Bi sedan jinên ku bi kincên xwe yê gelêrî ketin qadê, dowîzên bi nivîsa "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin", "Ne edaleta mêr, lê edaleta rastî" û "Jin jiyan azadî" hildan û dirûşmên "Jin jiyan azadî" û "Girtiyên siyasî rûmeta me ne" qîriyan.

Jin hîn jî ber bi qadê ve tên.