Li Şengalê amadekariyên ji bo 8’ê Adarê

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di çarçoveya amadekariyên 8’ê Adarê de li navenda Şengalê afîş daliqandin.

Komek jinên ku cilên gelerî li xwe kiribûn, bi erebaneyan li navenda bajar ji bo 8’ê Adarê roja jinan banga tevlîbûna çalakiyan dikir û li gelek nuqteyan jî afîş daliqandin.

Jinan serdana konê nobedê ya li pêşiya navenda asayîşê hatiye danîn jî kirin.

Di çalakiyê de bê navber dirûşmên dilsoziya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşîna azadiya jinê re hatin qîrkirin.

Hate ragihandin ku wê xebatên amadekariyê yên ji bo 8’ê Adarê wê 3 rojan li navenda Şengal û gundewarên wê dom bike.