Leşkerên Tirk ji tirsa nikarin bikevin hundirê tunelan

Gerîla Dilxwaz Teyî ku li Zapê şer kir, qala berxwedana mezin a li dijî êrîşên kîmyewî yên artêşa Tirk kir û got, leşkerên Tirk ji bo nekevin hundirê tunelan ji tirsa bi hev diketin.

Gerîlayê HPG'ê Dilxwaz Teyî yek ji wan gerîlayan e ku li herêma Zapê tevlî şerê li dijî artêşa Tirk bû. Dilxwaz ku hevrêyê 17 gerîlayan e ku ji aliyê artêşa Tirk ve bi gazên kîmyewî hatin qetilkirin, bi taybetî qala eniya şer a Şikefta Birîndara kir. Gerîla Dilxwaz bi vegotina bûyeran diyar kir ku artêşa Tirk hîn ji roja destpêkê ve li qadê têk çû û di serî de bikaranîna gazên kîmyewî yek bi yek qala sûcên şer ên artêşa Tirk kir:

'DIJMIN BI ROJAN NEKARÎ CENAZEYÊN XWE BIBE'

"Di sala 2022'an de bi taybetî li herêma Zapê operasyoneke gelekî berfireh hate destpêkirin. Di berxwedanê de, di şerê dijî dewleta Tirk de destan hatin nivîsandin. Di sala 2022'an de hevalên me bi gazên kîmyewî û çekên nukleer hatin şehîdxistin. Ez bi xwe jî li qada şer mam û min şahidî ji gelek tiştan re kir. Dijmin bi rêya çek û teknolojiya li ber destê xwe hewl da berxwedana li Zapê bişikîne, lê belê nekarî bike. Dijmin ji bo tola têkçûna xwe ya salên berê ya li Zapê hilîne, dest bi êrîşên giran kir. Li hemberî vê yekê jî hevalan tedbîr standibûn.

Hewldan ku li hin giran, bi taybetî jî li qada Şikefta Birîndara hevalan asê bikin. Ji ber ku Şikefta Birîndara ji bo dijmin bûbû dert. Derba ku dijmin li wir xwaribû, têkçûna li wê derê li cihekî din nedîtibû. Berxwedêrên li Şikefta Birîndara li hemberî vê yekê çi kirin? Bi pêşengiya fermandarên leheng ên Şikefta Birîndara gelek çalakî kirin û di encamê de jî dijmin nekarî bi rojan cenazeyên xwe ji qadê bibe. Ez bi xwe jî di nava vê berxwedanê de bûm. Leşkeran texmîn nedikir ku heval di vê astê de çalakiyan bikin. Ji wan hebû ku bi teknîka li ber destê xwe karin pêşî li liv û tevgera me bigirin. Bawer dikirin ku em ê nikaribin li tunelan xwe biparêzin. Qet texmîn nedikirin ku wê ewqas çalakî bêne kirin, heval wê biçin ser cenazeyên leşkeran û çekan ji ser rakin, texmîn nedikirin ku ewqas helîkopter wê bêne xistin. Bi saya van çalakiyan dijmin bi mehan nekarî bi pêş ve biçe.

Li qadê bi hezaran carî êrîşên hewayî hatin kirin û di van êrîşên hewayî de dijmin gazên kîmyewî bi kar anî. Dema ku dihatin ser gir jî em baş zanin bê çi bi kar dianîn, dîmenên van hemûyan hatin weşandin. Dost dijmin êdî her kes zane bê artêşa Tirk çi dike. Dewleta Tirk ji ber ku newêre li hemberî fedaiyên Rêber Apo şer bike, dest bi êrîşên bi vî rengî kir. Herî dawî ji ber ku nekarîn bi gazên kîmyewî encamê bi dest bixin, dest bi bikaranîna çekên nukleerê kirin. Gelo heta niha ev çek li hemberî kîjan hêzê hatiye bikaranîn? Şerê ku li Zapê li hemberî gerîla hate kirin eger li dijî dewletekê hatibûya kirin, ew dewlet wê di nava mehekê de teslîm bibûya. Lê belê kesî texmîn nedikir ku gerîla ewqasî bi demdirêjî li ber xwe bide. Dewleta Tirk hîn jî hewl dide têkçûna xwe mîna serketinê nîşan bide.

Em meraq dikin; eger di nava rojekê de di şer de 50 leşker bê kuştin, gelo qanûnên vê dewletê divê hesab ji vê artêşê nexwaze? Hevalan di nava rojekê de 57 leşker kuştin, lê belê dewleta Tirk leşkerên xwe şewitand, bi vî rengî rastî ji gelê xwe jî veşart. Ewqasî qala edaletê dikin, eger şerekî bi edalet bihata meşandin wê ev nebûya, wê çekên nukleerê bi kar neaniya.

'ÇEK NEMA KU ARTÊŞA TIRK BI KAR NEANÎ'

Li Şikefta Birîndara, çek nema ku artêşa Tirk bi kar neanî. Çeka herî dawî ku artêşek bi kar bîne atom e, li wir di asta bandora bombeya atomê de teqîn kirin. Ji bo wan hevalan teslîm bigirin, ji bo îradeya wan bişikînin ew çek bi kar anîn. Lê belê berxwedêrên Şikefta Birîndara bi sekna xwe ne tenê dewleta Tirk her wiha bersiv dan NATO'yê. Em bi xwe li wê derê ji ber çekên kîmyewî yên artêşa Tirk bi jehrê ketin, me bi xwe ev dît, hate serê me. Gelo hîn çawa dikarin înkar bikin? Mînak, li qada Girê Cûdî ya li Şikefta Birîndara gelek çekên kîmyewî bi kar anîn. Lê belê gazên ku dijmin bi kar dianîn, jenerator û aspîratorên hevalan jî parçe parçe dikir. Aspîratora li ber destê hevalan jî diheliya. Hûlûsî Akar digot, em gaza îsotê bi kar tînin. Em dipirsin, gaza îsotê çawa dikare jeneratorekê bişewitîne, çawa dikare aspîratorê bihelîne? Bi salan li bajaran me bi polîsan re şer kir, herhal em baş zanin bê gaza îsotê çi ye. Mînak hin bombe bi kar dianîn, li ser wê gaza îsotê dinivîsand, lê gelê ya tê de gaza kîmyewî bû. Bi vî rengî hewl didin bixapînin.

'LEŞKER DITIRSIYAN BIKEVIN TUNELÊ, LEWMA BI HEV DIKETIN'

Her wiha ji bo têkçûna wan kifş nebe, serî li her rê û rêbazê dan. Li kîjan devera Şikefta Birîndara Kobra yan jî Skorsky hate xistin, yekser dihatin cihê ku helîkopter lê ketiye bi balafirên şer bombe dikirin. Cenazeyên leşkeran ên di hundirê helîkopteran de jî îmha dikirin. Bi balafiran bombe li gelek cenazeyên leşkeran xistin ku li Şikefta Birîndaran mirin. Gelek ji cenazeyan xistin hundirê kîsan û avêtin.

Li hemberî van êrîş û bêexlaqiyê, hevrêyên me bi kleşan artêşa Tirk anîn ber têkçûnê. Leşker ji be rku ditirsiyan bikevin hundirê tunelan bi hev diketin. Hevrêyên me jî bi dirûşma 'teslîmiyet xiyanet e' nûnertî ji wêrekî û lehengiyê re kirin. Bi ruhê Mazlûman, Bêrîtanan heta dawiyê ber bi serketinê ve meşiyan. Hevrêyên me yên ku bi gazên kîmyewî şehîd bûn, bêguman ji bo me hevrêyên wan û gelê me êşeke mezin e. Lê belê em zanin ku wan bi kêliyekê jî paşve gav neavêtin, bi fedaîtî bi ser dijmin ve çûn. Em ê ala wan, çeka wan ti carî li erdê nehêlin."