'Kurd wê bi yekbûna gel û gerîla bi ser bikeve'

Gerîlayê YRK'ê Karo Kobanê diyar kir ku li dijî êrişên dagirkeriyê divê piştgirî ji gerîla re bê dayin û got, "Serketina Kurdan wê bi yekbûna gel û gerîla pêk were. Îro dema vê ye, sibe dibe ku gelekî dereng be."

Gerîlayê Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) Karo Kobanê êrişên dewleta Tirk û Pêngava Bazên Zagrosê nirxand. Karo Kobanê destnîşan kir ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê berxwedaneke mezin heye û got, "Ev berxwedan îro li çiyayên Kurdistanê bi pêşengiya gerîla tê meşandin. Lê belê ya rast ev şer li her devera Kurdistanê diqewime. Armanca bingehîn a dijmin tunekirina gelê Kurd e. Weke ku tê zanîn, hebûna gerîla tê wateya hebûna nasnameya Kurd. Ev yek êrişa destpêkê ya dijmin nîne ku li dijÎ gel û gerîla dike. Lewma divê rastiya vî şerî bê zanîn û li dijî vî şerî yekîtiya Kurdan bê afirandin."

Karo Kobanê bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi dewamî got, "Dijmin bi rêya tecrîdê dixwaze îradeya gelê Kurd bişikîne. Lê belê berxwedana Rêberê me kir ku dijmin çokê bitewîne. Em ê li dijî her cûre êrişên dijmin heta dawiyê li ber xwe bidin. Ji bo xaka xwe ji dagirkeriyê rizgar bikin em tevlî nava refên gerîla dibin. Gelekî girîng e ku di vê demê de gel û gerîla bibin yek û li ber xwe bidin. Jİ ber ku bêyî gerîla gel nabe, gerîla zarokên vî gelî ne.

Çi dikeve ser milê me divê em wê bikin. Bi taybetî xelkê me yê Başûr û Bakur divê bi hêrseke mezin a li dijî dijmin, bi hesta tolhildanê ya mezin li gel gerîla cih bigirin. Ciwanên Kurd jî divê ji bo welatê xwe berpirsyariyên xwe pêk bînin û tevlî nava refên gerîla bibin. Kurd wê bi yekbûna gel û gerîla bi ser bikeve. Divê her kes bi vê zanibe. Îro dema wê ye, sibe dibe ku gelekî dereng be."