Konseya Katalan peymana di navbera NATO û Tirkiyeyê de şermezar kir

Konseya Katalan daxuyaniyeke nivîskî weşand û peymana di navbera NATO û Tirkiyeyê de şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Tirkiye di warê binpêkirinên mafên mirovan de gelek caran ceza stendiye û peymana ku wê çalakvanên Kurd teslîmî Tirkiyeyê were kirin jî hate şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ew hêvîdar in wê Swêd û Fînlandiya girêdayî demokrasiya xwe bin û hate gotin “Em hestên xwe yên hevgirtinê ya ji bo gelê Kurd û piştgiriya xwe ya ji bo diyarkirina qedera wan diyar dikin. Em şermezar dikin ku ev maf ji bo armancên polîtîk ên welatên din tên fedakirin.”